24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka Êzidî amadekariyên cejna Bêxwîn dikin

Gelek baweriyên gelê Kurd ên kevnar hene ku Cejna Bêxwîn a civaka Êzidî jî yek ji wan e. Civaka Êzidî ya li Helebê, bi hêviya vegera li Efrînê, amadekariyên cejna Bêxwîn dike

Li Kurdistanê gelek baweriyên kevnar ên xwe digihînin bi hezaran salî hene. Cena Bêwîn a civaka Êzîdî jî yek ji van baweriyên kevnar e. Êzidiyên amadekariyên pîrozkirina cejna Bêxwîn anku cejna Xidir Ilyas dikin. Ayînên vê cejnê 4 hezar sal Berî Zayînê dest pê kirine ku tê wateya demsala bereket û çandiniyê. Li gorî Ajansa ANHAyê  amadekariyên pêşwazîkirina cejnê yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê didome. Cejna Bêxwîn li gorî Salnameya Rojhilatî (kurmancî) bi giştî rojên pêncşem û îna yekem ên meha Sibatê tê pîrozkirin.

Li gorî baweriya êzidiyan, di vê cejnê de serjêkirina qurbanan, rijandina xwînê û nêçîr qedexe ne. Ji bo vê cejnê bi navê “Bêxwîn” xwarineke taybet tê amadekirin, ev xwarin li gorî civaka êzidiyan, ji 7 cureyên tov; savar, fasulî, ceh, nîsk, kemûn, kizbere, garis, fisteq û nîskan pêk tê. Ev hemû tov bi hev re têne qelandin û hêrandin.

Xidir Ilyas li gorî baweriya êzîdiyan wek kesayetiyeke esmanî yê nemir e, di demên kevnar de wek firîşteyê çandinî û baranê dihat naskirin, lewma cejn bi çandinî û şînbûnê ve girêdayî ye. Dema pîrozkirina cejnê, di heman demê de demsala bidawîbûna çandina dexl û tovan e û tov rehên xwe berdidin axê.

Tê payîn ku civata êzidî ya li Helebê dê 13ê Sibatê roja pêncşemê ji bo pîrozkirina cejnê şahiyekê li dar bixe. Di vê derbarê de Xatûn Cemo hatina cejnê li hemû civaka êzidî ya li Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku bibe sala aramî û vegereke aram a li Efrînê. Xatûnê diyar kir ku pêvajoya amadekariyên cejnê bi hezkirin û hevgirtinê tên kirin, hemû jin ji bo amdekariyên cejnê alîkariya hev dikin û diyar kir ku cejn û helkeftên civaka êzidî ji nêz ve bi xwezayê ve girêdayî ne, li gorî guhertinên demsalan û demên çandiniyê, rojên cenjan jî têne diyarkirin.