Di demên berê de mijara baweriyan zêde li pêş bû, xelkê zêde baweriya xwe bi tiştan dikir û jiyana xwe li ser wan didomand. Lê di roja me ya îro de em wan baweriyan zêde nabînin, tenê li gundan û li cem kesên temen mezin bêtir ew bawerî tên dîtin.
Li Kobanê lîstika şûlikê ango baweriya şûlikê. Şûlik him bawerî û him jî lîstikek şevê ye di şevan de tê lîstin bi taybet şevên zivistanê. Di nava civakan de bi hezaran baweriyên cihêreng hene û gel baweriya xwe bi wan dike. Wek nimûne dema ku sal hişk diçe û baran nabare xelq vê lîstikê dilîze da ku Xwedê li wan were rehmê û baranê bibarîne.
Em ê hinekî qala hûrgiliyên vê baweriyê bikin. Dema ku werza zivistanê tê û ew weriz hişk diçe, baran nabare zarok bi şev li hev kom dibin û li nav gund mal bi mal digerin. Jixwe ji bilî zarokan jin jî di heman demê de li nav gund digerin û li deriyê malan yek bi yek didin. Û li nav gund bi hev re van gotinan dibêjin:
Şûl şûl şûlikê
Şûl şûl şûlikê
Xwedê li vê malê rehmê bikê
Şûl şûl şûlikê
Xwedê li vê malê rehmê bikê
Van çito salê bê baran e
Van şito derpî jinan biyan e
Şûl şûl şûlikê
Xwedê li vê malê rehmê bikê
Tasek avî rehmanê
berda binî leganê
Legan qul bû av tê çû
Tasa Hecî di ber ra çû
Şûjin nigê min ra çû
Şûl şûl şûlikê
Xwedê li vê malê rehmê bikê
Piştî ku mal bi mal digerin û van gotinan li ber deriyê wan dibêjin, êdî xwediyê malê derî ji wan re vedike û satilek tijî av bi ser wan de wer dike, da ku ew şil bibin. Piştî ku av li wan dibe êdî tiştekî dikin destê wan kesên ku dileyzin. Herkes tiştekî dide hin pereyan didin, hin tiştên pêwîst yên ji bo xwarinê didin.
Jixwe em dikarin bibêjin ku tiştekî taybet bi vê lîstokê heye, dema ku jin dileyzin derpeyê(bêceme) jineke bî; jineke ku mêrê wê mirî be bi ser darekî dixin û nîşanî mal bi mal didin. Jixwe ev jî tiştekî pir ecêb e kes nizan e çima derpeyê wê jinê bi ser dar dixin. Herî dawî ew jin li nav malan xwerinê kom dikin. Tiştên ku kom dikin wek: Dimis, hêk, bilxur…
Û herwiha tiştên ku pê bikaribin xwarina çîg çêbikin. Dema ku lîstoka wan ya şevê bi dawî dibe. Sibehê ew jin li hev kom dibin û bi hev re bi hevparî çîg amade dikin. Jixwe wek em dizanin çîg xwerineke bi nav û deng e li cem xelqê Kobanê.
Ev bawerî ji kevin de heye lê di vê dema me ya niha de em dibînin ku hêdî hêdî wenda dibe. Bi taybet li bajaran baweriyê gelêrî, herwiha lîstokên ku kalik û pîrikên me dilîstin li ber wenda bûnê ne.