24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Neçariya Dewleta Tirk

Hêviyeke Dewleta Tirk hebû ku bi hatina Trump Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û meydan ji wan re bimîne. Lê Trump ji bo parastina berjewendiya xwe û ya Îsraîlê dixwaze zêdetir li Rojhilata Navîn bi cih bibe. Trumpê bixwaze Xezayê dewr bigire, wê Iraq û Sûriye qet û qet ji tirkan re bernede û tirk di vê hêviya xwe de jî têk diçin.

Dewleta Tirk a di nav pirsgirêkên xwe de fetisiye, serî li her alî dide, ku rêyeke rizgariyê bibîne. Lê ji her deriyan destvala vedigere. Bingeha pirsgirêkên Dewleta Tirk, zilm, zordarî û înkara li ser gelê kurd e. Ev pirsgirêk bandorê ji aboriya wê heta dîplomasiya wê li ser her hatin û çûna wê dike. Mesrefên rojeke şerê Dewleta Tirk ê li hember kurdan dimeşîne, dikare xwarin û vexwarina bajarekî pêk bîne. Yanî rojê xwarin û vexwarina bajarekî dide şerê li hember kurdan û ev yek bêguman ji bêrîka gelê Tirkiyeyê derdikeve ango ji qirika wan tê qutkirin. Ger ev şer hîn kûrtir û dijwartir bibe, êdî dibe ku qet zad di qirika miletê tirk re neçe û tevî biherikînin şerê li hember kurdan. Bêguman divê miletê tirk li hember vê feqîriyê serî hilde, lê miletekî dewletparêz e û zû bi zû serî hilnade, lê gava kêr bigihêje ser hestî ew jî wê serî hilde, xuya ye hîn kêr negihiştiye ser hestiyê tirkan.

Li Tirkiyê hin pêşketinên di van rojên dawî de li ser hev diqewimin, girîngiya neçariya Dewleta Tirk derdixe pêş.

A yekemîn, Dewleta Tirk li Sûriyeyê teqinî û di nav çiraveke ku nikare ne pê de biçe û ne jê derkeve de ye. Çeteyên OSOyê yên Dewleta Tirk xwedîkirin û şandin ser kurdan ev zêdeyî mehekê ye, bi alîkariya hemû teknîka Dewleta Tirk nikare bendavekê ji destê kurdan derxîne û her roja diçe lawaztir dikeve. Di rastiyê de OSO herifiye û bêwate bûye, lê Dewleta Tirk bi darê zorê wê li ser lingan digire. Bêguman hilweşîna vê koma çeteya li derdora Bendava Tişrînê dibe têkçûna Dewleta Tirk a li Rojava. Dewleta Tirk vê yekê dibîne, ji bo bi serkeve xwe diçirîne, lê li hember vîna kurdan tiştekî din ji dest nayê.

Ji bo Dewleta Tirk li Rojava bi serkeve bang li Colanî kir û jê re got: “Di warê aborî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk de tu çi dixwazî ez ê bidim te, bes tu li hember PYD û YPGê li gor min tev bigere”. Lê Colanî diyar kir, ku hêza wî nagihêje vê yekê û ew ê hewl bide bi rêya hevdîtinan çareyekê ji vê yekê re bibîne. Ji ber ku hêza Colanî ya hêzên YPGê û Koalisyona navdewletî bide hember xwe niha tune ye û di demên pêş de, Colanî li ser kursiyê serokkomariyê bimîne, nemîne, ew jî ne zelal e. Seroka saloxdariya Amerîkayê diyar kir, ku destê Colanî di xwîna leşkerên amerîkî de heye. Wateya vê zelal e. Gava roja wê were wê Amerîka tola leşkerên xwe ji Colanî hilîne. Colanî jî dizane ku ew kursiyê niha xistine bin wî, di demeke nêz de wê ji bin wî were vekişandin. Ji bo wê ne li hember bipêşdehatina Îsraîlê dengê xwe dike, ne ji daxwazên Dewleta Tirk re dikare bibêje erê.

Li ser vê yekê Dewleta Tirk ji Amerîkayê daxwaza hilgirtina berpirsyariya parastina girtiyên DAIŞî dike û dibêje, dibe ku bi vê rêkê navbera Amerîka û YPGê xera bike. Pêşniyar dike ku Urdun, Tirkiye, Sûriye û Iraq berpirsyariya girtiyên DAIŞî bigirin ser xwe, lê ew jî û Amerîka jî dizanin, ku kes kezebê radestî pisîkê nake. Ev her çar dewlet jixwe piştgirên DAIŞê ne. Ne Amerîka û ne jî koalisyona navdewletî vê şaşitiyê nake û girtiyên DAIŞî radestî van dewletan nakin. Dewleta Tirk li vir jî hesabekî şaş bi rê ve dibe.

Li aliyê din hevdîtinên di navbera Dewleta Tirk û birêz Abdullah Ocalan de, ku bi banga Devlet Bahçelî dest pê kirin û bi çûnûhatina heyeta DEM Partiyê didomin hene. Ji ber ku Erdogan hesasiyeta pêvajoyê, zihniyeta dewleta kûr a li Tirkiyeyê û durûtiya polîtîkaya Tirkiyeyê dizane, wek kerê bajon ser mayinan, Dewlet Bahçelî da pêş û daxuyaniya çareserkirina pirsgirêka kurd û hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re da ser milê wî. Erdogan heta niha jî li ser vê mijarê niyeta xwe û nêrîna xwe diyar nekiriye. Ji ber ku li Tirkiyeyê xwediyê gotina dawî her dem dewleta kûr e. Gava dewleta kûr bibêje, “pêvajo mêvajo tune, aştî maştî tune, herkes rûnên li ser dûvê xwe”, ji bo serê Erdogan neyê jêkirin, wî Devlet Bahçelî ajot ser mayinan. Dewleta kûr niha Devlet Bahçelî rakiriye nexweşxaneyê û li hêviya hin bûyer an guhertinan e. Ger pêşketinên li Rojhilata Navîn destê Dewleta Tirk xurt bikin, wê Devlet Baxçelî ji nexweşxaneyê dernekeve û di bin pêvajoyê de bimîne, lê na ger Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn lawaztir bibe û nikaribe li gor dilê xwe derba xwe li kurdan bide, wê dilê Dewlet Baxçelî jî ji bo demeke din bike kutekut.

Ger wek hinek li ser çapemeniyê diaxivin, birêz Abdullah Ocalan derkeve derve û di navbera kurd û tirkan de pêvajoyeke ji dil a hevdîtin û gavavêtinên aştiyê dest pê bike, wê Bahçelî demeke din bijî, lê na ger dewleta kûr lingê xwe li maseyê bixe û wek dema berê gêr bike, divê kesekî were sûcdarkirin hebe û ew ê jî Bahçelî be, ji bo ku serê Erdogan neçe wê wî bikin qurbanê Erdogan.

Li Tirkiyeyê ji serdema Osmanî û heta roja me ev yek wiha hatiye. Bavan kur, birayan bira, dayikan law, lawan dayik û bav kirine qurbanê şiyandariya xwe, ji bo wê qedera Bahçelî niha di destê kesên pêvajoya kurd bi rê ve dibin de ye. Erdogan bi vê yekê him wê ji qopikê pişta xwe rizgar bibe û him wê piştgiriya komek nijadperestin ê din bistîne, lê ew jî heta kengî, ne diyar e, li ba tirkan dek û dolab bi dawî nabin.

Bi kinayî Dewleta Tirk niha di nav tengezariyeke neçariyê de ye. Ger mirov bala xwe bideyê xayîn Hakan Fîdan jî nema dikare ewqasî bi dengekî bilind gefan li kurdan bixwe. Ew jî dizane, ku kurd bi ser dikevin û gefên wî tenê ji wî re dimînin. Pir dixwaze pêşî li kurdan bigire, lê hew ji dest tê. Kurd wek ava ji bendavê der bibe, diherikin û pêl bi pêl dibin lehî û tên, êdî kê li ber xwe bibin, kê di bin pêlên xwe de bifetisînin, ne diyar e.

Hêviyeke Dewleta Tirk hebû, ku bi hatina Trump Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û meydan ji wan re bimîne. Lê Trump ji bo parastina berjewendiya xwe û ya Îsraîlê dixwaze zêdetir li Rojhilata Navîn bi cih bibe. Trumpê bixwaze Xezayê dewr bigire, wê Iraq û Sûriye qet û qet ji tirkan re bernede û tirk di vê hêviya xwe de jî têk diçin.

Tenê rêyek li ber tirkan dimîne, wekî di dîrokê de tengezariyên xwe bi kurdan borandine dîsa xwe biavêjin ber bextê kurdan, ku kurd bi destê wan bigirin û wan ji çiravê derxînin. Bergera Dewleta Tirk a li ber birêz Abdullah Ocalan jî bi vê armancê ye. Lê vê carê ger kurd dest biavêjin tirkan û wan ji çiravê derxînin, divê pir baldar bin, ku wek her car tirk wan nedehfînin nav çiravê û xwe dernexînin ser.