24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan her sêşem çalakiyan li dar dixin

Çalakvan û xizmên girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evînê kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.

Di çarçoveya kampanya “Sêşema na ji darvekirinê re” de îro çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yê ku cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.

Di nava kesên tev li çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirov Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Muradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq hebûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye li girtîgehên Îran û rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê darvekirinê girtî dikevin greva birçîbûnê.