23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê vegerandina welatiyên xwe yên li Kampa Holê da rawestandin!

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku wan vegerandina Iraqiyên li nav kampa Holê daye rawestandin.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayîq Cabiro bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku piştî alîkariyên Amerîkayê sekinîn, ajansên navneteweyî jî xebatên xwe li Kampa Holê dane rawestandin.

Îvan Fayîq Cabiro di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku vegerandina penaberên iraqî ji Kampa Holê dê were rawestandin û got: “Sûriye agahî da me ku ew niyet dike Kampa Holê ji hev bixe. Ev yekî metirsiyên mezin çêdikin.”

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê da zanîn eger penaberên li Sûriyeyê bi tundî bên vegerandin dê rêbazên dîtir hebin.

Rêveberiya Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya vegera bi dilxwazî de, 9ê sibatê 155 malbatên Iraqê ku ji nêzî 494 kesan pêk dihat ber bi Iraqê ve bi rêkir. Ji 2022yan ve penaberên iraqî li gorî 21 koman ji Kampa Holê diman vegeriyan warê xwe.