Danişîna doza hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hepsê da. Bi cezayê re gel li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bû û dirûşmên “Zeydan rûmeta me ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz dikin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî banga piştevaniyê li xelkê bajar kir.
Li pêşiya şaredariyê daxuyanî hat dayin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Hevşaredar Abdullah Zeydan di daxuyaniyê de wiha got: “Kesên nikarin serî bi gel bibin hewl didin bi rêya kompasên darazê îrade gel xesp bikin. Piştî hilbijartinên 31ê Adarê jî nexwestin mazbataya me bidin. Hewce nake em ji gelên Tirkiyeyê re bibêjin bê ka hiqûq çiqasî di bin fermana îktîdarê de ye. Edalet tune ye, hiqûq tune ye, destûra bingehîn tune ye. Tenê darazeke ku daxwaz û fermanên îktîdara siyasî bicih tîne heye. Di biryarên DMMEyê yên ku Tirkiye mehkûm kiribûn de jî hatiye piştrastkirin ku ev doz dozên kompasê ne û dozên siyasî ne. Cezayeke îro bi hinceta ‘teşebisê’ hatiye dayin, cezayeke siyasî ye. Raporên kesên pispor, îfadeyên leşkeran nîşan dan ku ev dozeke kompasê ye. Dixwazin careke din îradeya gel xesp bikin û bi bingeha vê amade bikin. Ji bo vê jî li ser daxwaza îktîdara siyasî cezayeke derhiqûqî hate dayin. Yên ku bêyî şerm bikin dixwazin îradeya xelkê Wanê xesp bikin, bo xwe ders ji xwedîderketina xelkê Wanê ya di 31ê Adarê de ya li îradeya xwe, hiqûq û edaletê negirtin. Weke xelkê Wanê, weke kesên ji demokrasiyê, hiqûqê, edalet û îradeya gel bawer, em ê bi serfirazî îradeya gelê Wanê û edaletê biparêzin.”
Bi domdarî Zeydan anî ziman ku wan nelirêtiyên qeyûman ên 8 salan derxistine holê û wiha pê de çû: “Me xebatên di dema qeyûman de nehatin kirin di nava 10 mehan de kir. Ez careke din bang li kesên destên xwe vekirin û li benda xespkirina vîna gel sekinîn dikim; ev zîhniyeta ku li ser sindoqê nekarî serî bi îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bibe, hewl dide îradeya gel xesp bike. Heke hûn bibêjin em ê bi rehetî vîna milyonek û 200 hezar kesan desteser bikin, hûn xwe dixapînin. Ji roja ewil ve me got, îradeya her kesî, heysiyeta wî/wê ye. Em ê îradeya milyonek û 200 hezar Waniyan bipaêzin û xwedî lê derkevin. Ez li vir bangî civaka xwedî wijdan û yên ji edalet û hiqûqê bawer ên Tirkiyeyê dikim; neheqiya li vir hatiye kirin li ber çav e. Tu bingeheke vê derhiqûqiyê tune ye. Me her tim got ku bêhiqûqî, bêedaletî û zilma li vir tê kirin dê sibe li we vegere. Lewma jî em bang li her kesî dikin ku li dijî vê bêedaletiyê li rex demokrasî û edaletê cih bigirin. Parastina îrade, rûmet û heysiyeta xwe ya li dijî van sepanên dijdemokratîk, deynê stûyê me ye. Ev şaredarî, rûmet û heysiyeta milyonek û 200 hezar Waniyan e. Em ê xwedî li vê îradeyê derkevin û banga xwedîderketinê li her kesî dikin. Em rê nedin van xespkar û dizan.”