23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Heca kurdên Rojava: Bendava Tişrînê

Kurdan berê xizmeta kesên din dikirin, lê îro kurdên serhildêr ji bo projeyek ji xwe re ava bikin dixebitin û hewl didin gelê din bikin şirîkê vê projeyê. Kurd êdî ne xulamê tu dewlet û hêzan in

Li wir, li Bendava Tişrînê berxwedaneke wiha di serdemeke wiha girîng ku Rojhilata Navîn di nav kelandinekê de tê meşandin ku gihiştiye xeleka xwe ya dawî de yan ew ê wekî kurd bimînin an jî nemînin. Kurd di nav vî agirê ku gur dibe de hewl didin bi hişmendiyeke pirzimanî û pirrengî projeya xwe ya demokratîk misoger bikin. Sûriyeke nenavendî ava bike. Her wiha bikaribin li Rojhilata Navîn bibin nimûneyeke cuda û balkêş ku bikaribe bandorê li dewlet û gelên cîran, bikin.

Rojava! Biqasî ku îro deng veda ye û bûye numareyeke zehmet di hevkêşiyên navdewletî de, biqasî wê jî xwîn lê tê rijandin. Rojava tîqên wê dîsa bi xwîna hezaran şehîd hatiye rêzkirin. Heta ku Rojava bû Rojava bi hezaran keç û xort bûn fedayî, bi hezaran xewnên ciwanan nîvco man. Bi hezaran keç sêwî man, hevjîn hevjînê xwe yê şehîd rojane oxir dikin. Evîn li Rojava nîvco dimîne, li cihê jiyaneke hevjîn bijîn, hevjîn evîna xwe ya biçûk dike oxira welatê xwe yê mezin. Evîndarên li Rojava ji dil ve birîndar in, çav ji rondikan zûha nabin her şil in. Malbat rojbûnên zarokên xwe û hevjîn rojbûn û salvegera jiyana wan ya hevjîniyê li ser gorên şehîdên xwe pîroz dikin. Dayik du caran li ser zarokên xwe dilorînin, yek dema ku ji dayik dibin û wan di dergûşê de dihejînin û ya din jî dema ku kezeba wê mezin dibe û dike oxirî axa pîroz. Jiyaneke wiha ye ku her kes ranake, wateyeke nû li ser jiyana wan bar dibe, barê wan giran dibe û vê bargiraniyê doza şehîdên xwe mezin dike û ji bo pêkanîna wê jiyana xwe oxirî şoreşê dikin. Dayik wekî zavayan di merasîmê zarokên xwe yê şehîd de dilîlînin, govendê digirin û bi henê û taximên wan yê zavatiyê û kilîla bûkan merasîmê dixemilînin.

Kurd wekî her netewe najîn, ew ji bo mafê xwe bidest bixin şer dikin xwînê didin û jiyana xwe oxir dikin da ku gelê wan azad bijîn. Jiyaneke bêdawî ji xwe re hildibijêrin. Ji lew re yên ku îro du meh in li ser Bendava Tişrînê li ber xwe didin, birîndar dibin û şehîd dibin bi vê helwestê li wir in ew ê ax û ava xwe biparêzin. Xwîna jin, xort û kesên li ser Bendava Tişrînê dibe kaniyeke ji xwînê û diherike nava ava Tişrînê. Ji bo ku ew bendav were parastin bi sedan kes xwe li dora wê kirine xelekek ji agir. Ji bo kesên li ser Bendava Tişrînê dimînin û li ber xwe didin, kêliyên herî biwate dijîn û wê wekî heca xwe dibînin.

Heca Rojava

Bendava Tişrînê heca kurdên Rojava ye. Yên ku berê xwe didin Bendava Tişrînê, da ku piştgiriya zarokên xwe bikin û av û bendava xwe biparêzin, dizanîn ku wê ji aliyê balafirên dagirkeriya tirk ve werin armanc girtin. Herî zêde jî îro gelê Kobanê yên ku li dijî DAIŞê şer kirin û ew têk birin, niha Dewleta Tirk bi zanebûn karwanê wan her car hedef digire û wan birîndar û şehîd dixîne. Tevî ku ev dibin sûc û li ser sûcên wî yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Karwanê Kobanê bi jinên serhildêr, bi ciwanên tolhildêr û dayikên temen mezin ku dîroka berxwedanê bi hûnandina keziyên xwe yê spî re û di malzaroka xwe de mezin kirine hêviyên serkeftinê mezin kirine, dibin mînak ku her car bi heman hêzê û helwestê berê xwe didin bendavê. Kobaniyên ku ji Arîna Efrînê waneyên berxwedanê girtine, bi ruhê Rêvan û Rojhatan xwe li hember dijminê xwe yê sedsalê dikin topên ji agir û wiha wan dişewitînin. Kobanî xeleka zeyîfbûna Dewleta Tirk e. Dewleta Tirk li hember Kobaniyan xwe her zeyîf dibîne, hedefgirtina Kobaniyên bêçek û sivîl ji aliyê balafirên şer û yên keşfê SIHAyan çi dide xuyakirin? Kobanî bi ruhê serkeftina Kobanê îro li ser Bendava Tişrînê li hember dagirkeriya tirk berxwedaniyeke bêhempa dinvisînin. Kêliyên tijî hestên berxwedanê, têkoşîna her kêliyê ya her keseke xwedî çîrokeke cuda hêjayî belgekirinê ye û kirina wê ya belgefîlm û pirtûkan in.

Hebûna dayikên koçber yên temen mezin yên ji Efrînê heta Serêkaniyê û yên Cizîrê hêjane ku mirov berxwedana wan jibîr neke, binivîse û ji nifşên nû re vebêje ku; di filan rojê de li filan bendavê çi qawimî. Dapîrên wan bi çi awayî berê xwe dan bendavê û ger hatiba gotin û zimanê gopalan heba, wê gopalên wan dayikên temen mezin bihêzbûna wan vegota û serpêhatiyên wan gotiba. Çîrokên wiha nabe ku neyên gotin. Îro ruhê Şoreşa 19ê Tîrmehê li Bendava Tişrînê, armancên ku şoreş bê hat destpêkirin li ser Bendava Tişrînê bi zelalî xuya dibe.

Berxwedaneke ku dibe dûbare nebe, erka her kurdekê/î, erka her sînamegerekê/î hunermendek, endeziyarek, helbestvanek, siyasetmedarek, zanyar û fêlozofek ku divê îro li Bendava Tişrînê be. Îro cih û berê her kesî divê li bendavê be, di rojekî wekî îro de pêwîstiyeke wiha demildest heye ku her kesên xwedî wijdan li Bendava Tişrînê piştgiriyê bide. Dilopek ji ava Bendava Tişrînê biqasî ava Zemzemê ye. Îro kabeya misilmanan li Siûdî ye û kabeya kurdan li Bendava Tişrînê ye. Rijandina xwînê ne mijareke ku tenê keç û xort şehîd dibin, bi wê xwînê nexşeya Rojava tê xêzkirin. Îro ji zarokan bigire heta kesên temen mezin bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî beşdarî seferberiyê bûne.

Rastiya Şerê Gel ê Şoreşgerî îro li Bendava Tişrînê tê dîtin. Kesên ku dixwazin nas bikin divê ku bi xwe biçin ser bendavê, li her quncikek wê binêrin û xeyal bikin ku ji bo her dilopeke wê çendîn keç û xort ji bo wê şehîd bûne. Xeyal bikin û wan hestan bijîn. Ji ber ku em kurd in û kurd pêşengên projeya demokratîk dikin ku îro hem ax, hem jî av û ceyran û hewaya wê tê hedefgirtin.

Gelên ku tên nobedariyê dikin, Dewleta Tirk wan wekî terorîst binav dike. Gelê ku ava xwe biparêze di çavên dagirkeran de dibin terorîst? Û yên ku stasyon û çeman qut dike, keç û xortan bi balafirên keşfê bikuje û wan sûcên xwe bi dîmenan belge dike çi ji wan re tê gotin? Gelên ku li ser bendavê bi govendê piştgiriyê didin dîsa dagirker wê ji xwe re wekî çalakiyeke li dijî xwe pênase dikin û wan gelê sivîl ku piraniya wan jî ciwan in wan bi bombeyên xwe bombebaran dikin û belgeyên wê jî parve dike û dibêje ku wan terorîst hedefgirtine? Çi dewleteke ku govendeke ji xwe re xeter dibîne, ev çi dewleteke ku kenê dayikekê û gopalê dapîrekê wek çekekê li dijî xwe dibîne? Ev çi dewleteke ku kurdan wekî terorîst dibîne û cîhan jê bawer dike. Ger dewleteke wiha xwe li ser cûmcûmeyên kurdan û ermeniyan û ereban avakiriye, niha heman tiştî dixwaze bike û hêza wê têrê nake, xwelî li serê wê be. Xwelî li serê tirkan be ku îro difikire wê Bendava Tişrînê dagir bike û gel bide tirsandin, xwelî li serê dagirkeran be ku dihizirin ku kurd kurdên berê ne. Kurdan berê xizmeta kesên din dikirin, lê îro kurdên serhildêr ji bo projeyek ji xwe re ava bikin dixebitin û hewl didin gelê din bikin şirîkê vê projeyê. Kurd êdî ne xulamê tu dewlet û hêzan in.

Sernavê berxwedana li Rojava dirûşmeya Mazlûm Dogan a ku digot ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ ye. Berxwedan û têkoşîn dê bi van dirûşmeyan bi ser bikeve.