Meha sibatê hertim wek meheke sar, tarî û nediyar tê destgirtin. Lê ji bo gelê kurd piştî 9ê Cotmehê bi komploya 15ê Sibatê re weke meheke bi temamî reş hat destgirtin. Lê divê em ji bîr nekin ku her tim du aliyên madalyayê hene. Heger em li kîjan aliyê wî binêrin an şîrove bikin, ew alî diyar dibe. Di meha Sibatê de xwestin hêviyên gelan vemirînin. Lê wan heqîqeteke li ber çavan negirtin û şaşiyeke demsalî kirin. Hewl dan xwe li pişt qedera tarî û sermaya sibatê veşêrin û têgihiştineke sibatê ji bo gelê kurd biafrînin. Lê Rêber APO berê ev feraset berovajî kiribû. Çawa ku meha sibatê di bin perdeya xweya spî ya paqij de her weha biharê tîne, Rêber APO jî tevî planên tarî yên dijminên gelan, bû meşaleya geş a têkoşîna PKKê ya ku esasê israra aştî û azadiyê ye. Bi dehan sempatîzan, welatparêz, têkoşer, weke cewhera dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re, bi meşale û sirûdên azadiyê yên ku ji laşê xwe pêxistin, tarîtî û qeşaya meha Sibatê ronî kirin û helandin. Ev şêwaza herî dijwar a nîşandana pabendbûnê bû ku dijmin li hêviya wî nebû û planên wî pûç bûn!
Komploya 15ê Sibatê mijareke wêjeyê ye. Bi hezaran helbest nikaribin tofana ku komploya 15ê Sibatê di canê me de çêkiriye vebêje. Bi baweriya min ger edebiyat şûrê rastiyê be, divê rojekê ev şûr hemû tiştên ku heta 15ê Sibata 1999an qewimîne binivîsin. Ger edebiyat nebêje ku mirov ewqas hêrs bûne ku xwe bişewitînin û laşên xwe pêşkêşî gorîgehekê bikin da ku pêşî li rojek tarî bigirin û belkî li dijî xwedayan serî hildin, dê çi bêje? Dibe ku herî zêde em jinên kurd li ser vê yekê binivîsin. Wekî din çawa dikare were ravekirin ku Zehraya ku hêj temenê ciwantiya xwe da serî hildaye û li şûna rondikên çavan hildibijêre agir ji bedena xwe bibarîne? Ango helbesta bi dehan dilsozan a ku bi dirûşme ‘’Hûn nikarin roja me tarî bikin’’ bûn aheng û çeper ji agir vebêjin…
Heger em dakevin rûpelên dîrokê em ê hê bi zelalî bibinînin. Çima mirina Hektor li Truvayê ewqas bi êş e? Ji ber ku çarenûsa gel heye. Li wir hûn dawiya trajîk a ku ji bo zengilê hatî destnîşankirin dibînin. Dem hene ku qedera gelan di destê lehengekî de winda dibe yan jî bi dest dikeve. Rêber Apo ev yek bi kurtasî wiha got: “Dîrok di kêliyekê de û di yek kesî de tê çareserkirin.” Tişta ku di 15ê Sibatê de qewimî, encam û sedema dîrokekê ye. Hin kes nikarin naveroka vê nirxandinê fam bikin. An ew diyalektîka jiyanê wekî pelên cuda yên mîna rûpelên salnameyê dihesibînin, ku dema dem derbas dibe bên jêkirin û avêtin, li şûna wan pelên nû werin danîn. Yan jî bi awayekî ku ji aliyê kesên ku ev qedera dîrokî diyar kirine ve hatine kirîn û dilê wan ewqas cemidî û qels bûye ku nikarin vê rastiyê hîs bikin, nêzî kurdan dibin. Gorkî dema di romaneke xwe de behsa kesên weha dikir wiha got: “Dilê wî ewqas cemidî bû ku hest bi derziyên wî nedikir û pelên gula ku di dilê wî de diherikî diçilmisin.” Belê, xwediyên komploya 15ê Sibatê kesên wisa bûn. Kes û menfaetên ku ji dil sar bûn ku wateya hevaltî, edalet û bûyîna beşek ji kesên xwedî heman qederê nas bikin bêpar bûn.
Şaşiya têgihîştina serdest a dîrokê ew e ku dîrokê weke dubarebûnê dibîne. Lê, ger hûn zanibin mirov wê rast bixwîne, dîrok hertim xwe dubare nake. Her çend carinan ji ber hin şert, dem û cîh encamên wekhev nîşan dide jî, di eslê xwe de cûdahiyek domdar dihewîne. Tişta ku sîstema serdest dixwaze bi ser me de bike, ji îrade û planên wan pê ve ne tiştekî din e ku em têkçûn û teslîmiyetê mîna çarenûsê bixin hundirê xwe. Tişta ku ew dixwazin bikin di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de ew e ku hûn rûyê rast ê şaşî û armanca vê têgihiştina dîrokê ya ku ji aliyê serweriyê ve hatiye afirandin qebûl bikin. Ji derketina PKKê ku kulîlkek li ser zinaran şîn bû û di demek kin de bû hêviya gelan a azadiyê, îspat kir ku ev xeleka ber bi jêr ve ne qedera gel e. Xapandinek e ku bi zorê û bi hîleyê hewl tê dayîn ku li ser gel bê ferzkirin. Meha sibatê êdî ji bo gelê kurd ne çarenûse tarîtiyê ye. Sibat weke dawiya zivistanê wê bibe destpêka bihara kurdî û hemû gelên azadîxwaz.