Di 10ê cotmeha 2015an de li Enqereyê Çeteyên DAIŞê di Mîtînga Ked, Demokrasî û Aştiyê de êrîş pêk anî û 104 kesên ku di vê êrîşê de hatibûn qetilkirin di meha 112emîn de hatin bibîranîn. Bîranîn li cih û saeta ku komkujî pêk hatiye, pêk hat. Bernameya bîranînê bi pêşengiya Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê hat lidarxistin û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Kesên ku beşdarî bîranînê bûn dirûşmên; ‘10ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin’, ‘Ji şer re na, demildest aştî’ hatin berzkirin.
Hevseroka Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Mehtap Sakîncî di bernameya bîranînê de axivî û wiha got: “Di meha 112emîn de li Gara Enqereyê ango li cihê bûyerê ji bo 104 canê xwe bi bîr bînin em li vir in. 112 meh derbas bûn. 112 meh in em binê gotinekê xêz dikin û dibêjin em ê têkoşînê bidomînin û ji bo têkoşîna xwe ya edaletê nedin jbîrkirin çi ji destê me tê em ê bi cih bînin.”
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik jî balkişand ser rewşa rêvebirê komeleyê Îsa Ozgan ê ku 78 salî û niha li Girtîgeha Marmarayê ya Hejmar 5 de girtiye û wiha got: “Ji roja komkujî pêk hatiye heta niha, ango 112 meh in zext, astengkirin, binçavkirin û girtin bi dawî nebûn. Ji wan yek jî Îsa Ozganê ku di komkujiyê de birayê wî hatibû qetilkirin e. Îsa Ozgan nêzî 3 meh in girtî ye, nexweşiyên wî yên mayînde hene. Ne bi awayekî rêkûpêk dermanê wî didinê û ne jî ji bo tedawiyê dibin nexweşxaneyê. Em dixwazin Îsa Ozgan demildest serbest were berdan. Bila serbest were berdan da ku li derve tedawiya xwe berdewam bike. Wek Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê em vê daxwazê ji Wezareta Dadê dikin.”
Bernameya bîranînê bi darê daliqandina paceke ku bi dest hatiye çêkirin û li ser navê kesên hatine qetilkirin nivîsandiye, bi dawî bû.