23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

AYMê ji bo desteserkirina nameya Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirinê’ da

Nameya Alî Îhsan Dost a ji Rêberê PKKê Abdullah ocalan re nivîsandibû hatibû desteserkirin. AYMê got ku sedemeke şênber a desteserkirina nameyê nehatiye nîşandan û got: “Mafê azadiya agahîgirtinê hatiye binpêkirin.”

Alî Îhsan Dost ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê tê ragirtin, di 4ê Adara 2020an de xwest ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nameyê bişîne. Lê belê rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “ji hêla rêxistinî ve agahiyan dide û fikr û raman tên parvekirin” biryara desteserkirina nameyê da. Hat tespîtkirin ku di nameyê de bûyerên li Rojhilata Navîn, pîrozbahiyên Newrozê û mijarên olî hatine nirxandin.

Alî Îhsan Dost jî li dijî biryarê li Dadgeriya Înfazê ya Burhaniyeyê îtîraz kir. Di îtîrazê de Dost, diyar kir ku di nameyê de xisûseke fikaredar tune ye û rewşa Abdullah Ocalan hatiye pirsîn. Dadgeriya Înfazê jî di 30ê Adara 2020an de destnîşan kir ku biryara rêveberiya girtîgehê li gorû usûl û qanûnan e û serlêdan red kir. Dost jî li dijî vê biryarê li Dadgeha Cezayên Giran a Burhaniyeyê îtîraz kir. Dadgeha Cezayên Giran a Burhaniyeyê jî di 4ê Hezîrana 2020an de diyar kir ku biryar li gorî usûl û qanûnan e û îtîraz red kir.

Alî Îhsan Dost ku ji îtîrazan encamek negirt, di sedema “mafê azadiya agahîgirtinê hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYMê jî biryar da ku mafê azadiya agahîgirtinê yê serlêdêr ku di madeya 22yan a Destûra Bingehîn de hatiye misogerkirin, hatiye binpêkirin. Biryar da ku mînakeke biryarê ji bo jinûvedarizandinê ji Dadgeriya Înfazê ya Burhaniyeyê re were şandin.

AYMê serlêdan nirxand û diyar kir ku desteya disiplînê û dadgeriyê têkildarî fikar û gumana name bûye sedem delîlek şênber pêşkêş nekirine. Her wiha diyar kir ku nehatiye nîqaşkirin bê name dikare bi beşekî bê şandin an na. Dadgehê diyar kir ku destwerdana li vê yekê li nava civakeke demokratîk ne pêwîst e û binpêkirina azadiya agahîwergirtinê ye. Biryar ji Dadgeha Înfazê ya Bûrhaniyeyê re hate şandin ku darizandin ji nû ve bê kirin.