Dewleta Tirk ji sala 2019an ve bi rêya balafirên bêmirov û hinek car jî bi bombebaranê êrîşek berfireh li ser kedkarên çapemeniya azad daye destpêkirin. Di encama van êrîşan de 21 rojnameger jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Di 11ê cotmeha 2019an de rojnameger Vedat Erdemçî li Serêkaniyê, di 13ê cotmeha 2019an de li Serêkaniyê Seed Ehmed û Mihemed Hisên Reşo, di 13ê cotmeha 2019an li Girê Spî Dilovan Gever, di 2019an de endamê çapxaneya Free Burma Rangers Zau Seng di encama êrîşên Dewleta Tirk de şehîd bûn.
Di 4ê cotmeha 2022yan de rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniyey, di 19ê mijdara 2022yan de li bajarê Dêrik yê Rojava Îsam Ebdullah bûn hedefa Dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dan.
Di 23yê tebaxa 2023yan de wesayîta JIN TV li ser rêya Qamişlo-Amudê hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de karmendê JIN TVyê Necmedîn Feysel Elhec Sînan jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk di 8ê tîrmeha 2024an de êrîşeke hewayî li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM kir ku li Şengalê nûçe dişopandin kir. Di encama topbaranê de 3 rojnameger û 4 kesên di rê re derbas dibûn, birîndar bûn. Mûrad Mîrza jî birîndar bû û 11ê tîrmeha 2024an şehîd bû.
Dewleta Tirk di 23yê tebaxa 2024an de wesayîta rojnamegeran li Seyîdsadiq a Silêmaniyê bombebaran kir. Di êrîşê de Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad şehîd bûn û 6 rojnameger jî birîndar bûn.
Di 19ê kanûna 2024an de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê wesayîta ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tê de bûn, ji aliyê balafirek bêmirov ya Dewleta Tirk ve hat hedefgirtin.
Herî dawî jî di 27ê çileya 2025an de balafirek bê mirov û biçek ya Dewleta Tirk li Ranyayê wesayîta Azîz Koyluoglu bombebaran kir. Di encama êrîşê de rojnameger Azîz Koyluoglu jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide çapemeniya azad bêdeng bike daku bi hevkariya xiyanetkarên navxwe komkujiyên li ser gelê kurd berdewam bike.