23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê roja reş bibe roja xweş 

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

15ê Sibata 1999an ji bo gelê kurd ne rojek ji rêzê ye. Di vê rojê de hêzên navneteweyî li dijî Rêber Apo komploya herî mezin a cîhanê pêk anîn. Ev komploya bi dîlgirtina Rêber Apo û radestkirina wî ya Tirkiyeyê bi dawî bû, rê li ber pêvajoyeke nû vekir

15ê Sibata 1999an ji bo gelê kurd ne rojek ji rêzê ye. Di vê rojê de hêzên navneteweyî li dijî Rêber Apo komploya herî mezin a cîhanê pêk anîn. Ev komploya bi dîlgirtina Rêber Apo û radestkirina wî ya Tirkiyeyê bi dawî bû, rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Di van 26 salên borî de hêzên komploger bi polîtîkayên tecrîdê xwestin îradeya Rêber Apo teslîm bigirin. Ev polîtîkaya tecrîdê bûye yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsa kurd. Rêber Apo li dijî pergala qirkirin û înkarê bi pêşxistina paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê bersîv da komplogeran. Tevî hemû astengiyên pergala tecrîdê jî, fikrên Rêber Apo gihîştin bi mîlyonan kesan.

Bêguman armancên vê komployê bêbandorkirina Rêber Apo, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û qirkirina gelê kurd bû. Bi qirkirina kurdan re jî dixwestin Tirkiye, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi temamî radestî rêveberiyên dijdemokratîk bikin. Rêber Apo 26 sal in li dijî êrîşa komploger, pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê li ber xwe dide.

Bêguman berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ji bo gelê kurd û azadîxwazan jî bî çavkaniya herî xurt a têkoşînê. Rêber Apo li dijî komplo û komplogeran bi feraset û teoriyên ku pêşxistiye, paradîgmayeke nû ya jiyana azad û demokratîk afirand. Bi vê paradîgmayê re rêya jiyana hevbeş û têkoşînê jî nîşan da. Di çarçoveya vê têkoşînê de kurd û dostên xwe li her derê bi xurtî xwedî li berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê derketin û her roj li kolanan û qadan dibêjin:

‘Bê serok jiyan nabe’

Xwedî derketina li Rêber Apo û ramanên wî, bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ li cîhanê belav bû. Bi vê pêngavê re daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo roj bi roj mezin bû. Vê têkoşînê rê li ber geşedanên mezin vekir û heyeta DEM Partiyê çû girava Îmraliyê. Gelê kurd û dostên wan bi hevdîtinên heyeta Îmraliyê gava ewil a xebata xwe bi ser xistin. Niha dora azadiya fîzkî ya Rêber Apo ye…

Hevdîtinên heyeta Îmraliyê ne tenê di nava gelê kurd de, di nava hemû aliyên azadîxwaz û demokratîk de jî sinerjiyeke xurt da avakirin. Di têbiniyên ku heyet parve dike de, tê dîtin ku Rêber Apo girîngiyek mezin dide van hevdîtinan. Bêguman divê ne tenê Rêber Apo, hemû kesên ku dixwazin dawî li krîza Rohilata Navîn bê û pirsa kurd bi rêyên qanûnî û siyasî bê çareserkirin divê piştgiriya vê pêvajoyê bike.

Tê gotin ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de wê ji aliyê Rêber Apo ve peyemeke were. Gelek derdorên cûda dibêjin wê di payemê de bangên dîrokî hebin ku bandorê li siyaseta herêmê bike. Di salvegera komployê de peyama bi vî rengî ji gelek aliyan ve xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo dayina peyamê jî hilbijartina 15ê Sibatê bi wate ye.

Rojava 15ê Sibatê di siyaseta qirkirin û tinekirina gelê kurd de xwedî rolek dîrokî ye. Dewleta Tirk û hêzên emperyalîst ên li ser kurd û Kurdistanê hesaban dikin di 15ê Sibata 1925an de li dijî Şêx Saîd û hevalên wî dest bi êrîşên tinekirinê kirin. Wê demê di şexsê Şêx Saîd de serhildana gelê kurd têk birin. Hêzên emperyalîst di 15ê Sibata 1999an de bi dîlgirtina Rêber Apo jî xwestin têkoşîna Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê jî tasfiye bikin.

Bi taybet Rêber Apo piştî Komploya Navneteweyî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de têkoşînek mezin dide. Ji bo valaderxistina vê pergala ku xwe dispêre polîtîkayên sedsalî yên dij-kurd ji bo peyamê hilbijartina 15ê Sibatê girîng e.

Li gel vê eger peyama Rêber Apo bê weşandin ev tê wateye têkçûna pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê jî. Ev pergala ku bi erêkirina hêzên navnetweyî li girava Îmraliyê ketiye meriyetê şerma herî mezin a dîroka hiqûqa navnetweyî û binpêkirina mafên mirovan e. Ji bo dawî li vê şerma mezin bê anîn peyama Rêber Apo ji bo ji nû ve zîndîkirina hiqûqa navneteweyî û xwedîderketina li mafên mirovan xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber vê yekê ne tenê çavê gelê kurd, em dikarin bêjin ku çavê hemû cîhanê li Îmraliyê ye.

Ji ber vê yekê ev çend rojên li pêşiya me rojên girîng û dîrokî ne. Bûyerên di van rojan de biqewimin wê siyaseta sed salên pêşiya me diyar bike. Li Tirkiyeyê dê aştî û demokrasî pêş bikeve, yan jî dê di siyaseta înkar û îmhayê de were israrkirin di van rojan de diyar bibe. Divê bê zanîn ku di siyaseta înkar û îmhayê de israrkirin wê hêrî zêde bi Tirkiyeyê bide windakirin.

Lewma van çend rojên ku em tê de ne girîng in. Ne tenê kurd hemû gelên di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo Re Azadî” wê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de li qadan bin û li benda peyama Rêber Apo bin. Çawa li dijî pergala qirkirin û îşkenceyê xwedî li Azadiya Rêber Apo derketin wê bi heman girîngiyê xwedî li peyamên wî jî derkevin.

Kurdan di 26 salan de 15ê Sibatê weke “Roja Reş” bi nav kir, wê rojê cilên reş li xwe dikirin û şîn girtin. Ger di vê rojê de peyama Rêber Apo re wê “Roja Reş” veguhere ronahiyê. Ev ronahî wê ne tenê roja gelê kurd, ya tevhiya Rojhilata Navîn ronî bike. Lewma divê herkesê ku li dijî tarîtiyê li ronahiyê digere, berê xwe bide roniya Îmraliyê.