Ev rojên ku di Rojhilata Navînde tên jiyîn ne rojên ji rêzê ne. Di destpêka sedsala 20an de hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan li Rojhilata Navîn bi peymana Sykes Picot ku di 16ê gulana 1916an de hatiye destnîşankirin gelek netewedewletên xwedestî/sûnî hatin damezrandin. Kîjan netew bi Îngilistan û Fransa re têkilî danîn û pişta xwe dan Osmaniyan/Tirkan ji wan re dewletek hat diyarîkirin, heta ji bo her malbateke ereban dewletek hat damezrandin. Li Rojhilata Navîn bi tenê kurd bi helwesta jiyanek wekhev û jiyanek hevpar bi tirkan re tevgeriyan. Lê kurd diyariya helwesta jiyana hevpar û wekheviyê bi parçebûna axa xwe û bi înkarkirina nasnameya xwe girtin. Dema ku welat hat rizgarkirin u tapûya welat bi peymana Lozanê hat standin û komar hat damezirandin, tirkan pişta xwe dan kurdan û gotin yek netewe, yek ziman, yek welat, yek al. Komar li dewsa ku li ser pergala piranîparêzî bê damezirandin li ser pergala yekperestî hat damezirandin. Di serî de mafên xwezayî yên gelê kurd û hemû gelên din hatin înkarkirin. Dema ku kurd li hemberî pergala yekperest nerazîbûna xwe nîşan dan, bi awayekî fizîkî hatin qirkirin û bi rêya çandî jî xwestin bişaftinê li ser kurdan bisepînin kurdan. Lê sed û du sal in gelê kurd helwesta xwe ya jiyana wekhev û jiyana hevpar bi israr diparêzin.
Bi taybetî jî gelê kurd di vê pêncî salên dawî de daxwazî û têkoşîna jiyana hevpar û jiyana wekhev bê navber didomîne. Di nav vî pêncî salan de gelek bobelat û karesat jiyan. Gundên wan hatin şewitandin, bi hezaran bi rêbazên kujer nediyaran hatin kuştin, bi sed hezaran dîlhatin girtin, bi milyonan hatin koçberkirin, ên ku hatibûn koçberkirin li rojavayê Tirkiyeyê bi êrîşên nijadperestên tirk hatin lînçkirin. Lê gelê kurd dev ji tekonşîna xwe ya jiyana wekhev û jiyana hevpar berneda. Îro hatiye astekeke êdî pergala yekperest jî qebûl kiriye ku bi qirkirina fizîkî û çandî nikarên kurdan tune bikin. Ji bo jiyana wekhev û jiyana hevpar rêbaza çareseriya demokratîk xwe daye ferzkirin.
Sed û du sal bi şûnde îro dîsa li Rojhilata Navîn statuyên nû tên damezirandin. Hêzên emperyal dixwazin ku ji bo ewlehiya Îsraîlê û ji bo berjewendiyên xwe sînorên nexşeyên dewletan nû bikin. Ji bo wî jî ji 7ê cotmeha 2023an ve Îsraîl hemû mafê mirovan bin pê kir û li Xazeyê kevir li ser kevir nehişt. Li Îranê serokê Hamasê İsmaîl Haniye kuşt, serokê Hîzbullahê yê Lubnanê Nasrallah kuşt. Bi vî awayî him Îranê him jî Lubnanê ji Sûriyeyê dûr xist. Rûsya jî di şerê Ûkraynayê ewiqiye û hêz û qudûmê wî ji bo Sûriyeyê nemaye. Bi derxistina Îran û Hîzbullaha Lubnanê, bi qelsbûna Rûsyayê, DYA û Yekitiya Ewropayê rê li Colanî ango HTŞê vekirin. Van geşedanên Rojhilata Navîn ew ê teqez bandor li Tirkiyêyê jî bikin. Tirkiye jî van geşedanan dibîne. Tirkiye ji bo ku pêşî li geşedanên neyînî bigire dixwaze bi tevgera kurd û bi Ocalan re têkilî deyne.
Ev geşedanên ku ji 1ê cotmeha 2024an ve li Tirkiyeyê diqewimin ji ber van geşedanên Rojhilata Navîn in. Ji 1ê cotmeha 2024an ve li ser bangawazî û zordana Bahçeli sê caran bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin. Di van her sê hevdîtinan de jî Ocalan bi biryar û bi israr heman tişt got. Ew tişt jî ‘ku şert û merc pêk bên vîna min a teorîk û pratîk a ku mijara kurd ji zemînê şer û tundiyê bînim ser zemîna hiqûq û demokrasiyê heye’. Ev helwesta Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya demokratîk rêya diyalogê dide pêş ji destpêka tekoşîna Ocalan heta îro neguheriye.
Abdullah Ocalan di van hevdîtinan de li dewletê hişyariyek kir û ji raya giştî re jî ji bo çareseriyek demokratîk hêvî nişan da. Abdullah Ocalan ji bo dewletê hişyariya; ‘Di jeopolîtîka nû ya Rojhilata Navîn de, kurd bi gelek bijardeyan re rû bi rû ne. Her çendî di dîroka min a têkoşînê de tercîha min alîgirê jiyana hevbeş û welatekî hevpar be jî, di vê demê de nêzîkatiya dewletparêz a ku li derveyî me pêşketiye û di encama polîtîkayên şaş ên dewletê de xwedî gelek bûyeran e, hebûna xwe berdewam dike’ kiribû. Dibe Tirkiye hişyariya Ocalan pişt guh neke û êdî dev ji polîtîkayên şaş berde. Pêşî rê li ber çareseriya demokratîk veke. Peyama ku hêvî xist dilê raya giştî jî ji aliyê DEM Partiyê ve û serokê DEM Partiyê birêz Bakirhan ve hat parvekirin. DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Ocalan re ev peyam parve kir; “Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê berdewam dikin. Piştî ku li ser vê mijarê amadekarî bi dawî bûn, dê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bên kirin.” Birêz Bakirhan jî di axaftina xwe ya koma DEM Partiyê de got; ‘Birêz Ocalan di rojên pêş de ji bo çareseriyeke mayîndeya pirsgirêka kurd û avakirina Tirkiyeya demokratîk amadekariya banga dîrokî dike. Ew ê di demeke kin de vê banga dîrokî bike. Em girîngiyê didin vê bangê, em piştgiriyê didin wê, em li pişt wê ne. Em bang li hikûmetê dikin ku li gorî vê banga dîrokî rola xwe bilîze.’
Li ser van her du daxuyaniya bi taybetî çav û guhên gelê kurd, raya giştî ya Tirkiyeyê û hemû hêz û dewletên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye. Li bangawaziya Ocalan e. Ên ku Ocalan nas dikin baş dizanin ku bangawaziya Ocalan ne bi tenê ji bo gelê kurd e, ji bo Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn jî jiyanek wekhev e û ew ê çareseriyek demokratîk û mayînde di nava xwe de bihewîne.
Lê divê hemû muxatabên vê bangawaziyê li gorî vê bangawaziyê tev bigerin. Kî ne muxatabê vê bangawaziyê; di serî de nûnerên Tirkiyeyê, sazî û rêxistinên sivîl, rewşenbîr, rojnameger, partiyên siyasî û saziyên bawermendan, tevgerên jinan, sendîka û kedkar bi kurtasî hemû raya giştî û helbet sazî, partî û tevgerên kurd jî muxatabên bangawaziya Ocelan in.
Divê hemû sazî, partî û tevgerên kurd neyên manîpulasyonan, bi Ocalan bawer bin û bangawaziya Ocalan xurt bikin. Nûnerên Tirkiyeyê dev ji polîtîkayên şaş berdin û bi helwestekî wekhev rê ji bo çareseriyeke mayînde û demokratîk vekin. Hemû raya giştî jî piştgirî bide bangawaziya Ocalan a ji bo çareseriyeke demokratîk.