Bi pêşegtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)li rex Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hat lidarxistin. Ji bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes tev li mitîngê bûn. Her wiha partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJ’yê, parlamenterên DEM Partiyê û şandeya CHP’ê jî tev li bûn. Di mitîngê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” tên berzkirin. Mitîng, bi coşeke mezin dest pê kir.
Di mitîngê de girseyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan qêriya û jinên cilûbergên Kurdî li xwe kirin li ber stranan govend gerandin. Di mitîngê de pankarta “Em ji bo aştî û azadiyê tên gelhev” hate daliqandin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Polîsan li noqteyên kontrolê hewl dan dayikan asteng bikin ku bi laçikên spî nekevin qadê û rastî berteka gel hatin.
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Bi stranên berxwedanê re coşa girseyê zêde bû û girseyê bi yekdengî azadiya Abdullah Ocalan qêriya. Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Emrûllah Şam axivî û girse silav kir. Şam, got: “Bila kesek nemire. Aarmanca me aştî û azadî ye.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî gel silav kir û got ku dê dengê aştiyê bi Enqereyê bidin bihîstin. Piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî li ser navê TJA’yê axivî.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di mitîngê de axivî û gel silav kir. Keskîn Bayindir, diyar kir ku bi hezaran kes tenê ji bo armancekê hatine gelhev û wiha got: “Em ji bo azadî û aştiyê hatin gelhev. Her kesên li vir evîndarên azadiyê ne, ev qad qada azadiyê ye. Bijî kesên azadîxwaz û aştîxwaz. Berxwedana me ya bi dehan sal piştî gelek zehmetiyan gihişt qonaxeke girîng. Em îro ji her demê bêhtir nêzî çareseriyê ne. Dîktatorên li Rojhilata Navîn yek bi yek diçin û dewlet hildiweşin. Tenê gelê Kurd û têkoşîna wan têk neçûye. Îktîdaran, zaliman xwestin gelê Kurd bêstatu bihêlin, bêziman bihêlin. Lê belê ev îktîdar û zalime yek bi yek çûn û hilweşiyan. Niha hemû dinya qala têkoşîna gelê Kurd û dostên wan dike. Ev têkoşîna têkoşîna Mazluman, têkoşîna heqîqetê ye. Li pêşiya me ji bilî serkeftinê tu rêyên din nînin. Bawer bikin serkeftin nêz e. Em ê bibin xwedî statu û azad bibin.”
Di berdewamî Bayindir ev tişt anî ziman: “Bi saya qudreta têkoşîna me, îro li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Li Enqereyê dibêjin ‘em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin’ lê xweziyan bi Derbeya Kenan Evren tînin. Her roj derbeyan li gelê Kurd dikin. Li dijî Rojava û çar aliyên Kurdistanê êriş hene lê dibêjin ‘em ê aştiyê bikin.’ Ev dereweke mezin e, ev qad dê bi van derewan nexape û qebûl neke. Li Rojava rejîma Baasê hilweşiya û dinya qala Sûriyeyeke nû dike. Hemû dîktator ji bo Rojava dibêjin ‘gef e’ lê kesên jinan, elewiyan qetil dikin ji bo wan gef nîne. Li Rojava ev 13 sal in hemû gel bêyî rastiyê cihêkariyê bên bi hev re dijîn. Lê ev pergal ji bo wan xetere tê. Rojava gtef nîne, ji bo her kesî hêvî ye. Destên xwe ji ser Rojava bikişînin. Ji bo pêşeroja Sûriyeyê tekane modêl, modêla Rojava ye û ji bilî vê tu rêyên din nînin. Ji bilî Sûriyeyeke demokratîk tu rêyên din nînin. Em li Mêrsînê bang dikin, terka vê zîhniyeta yekperest bikin û hûn çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin. Wezîrê Karên Derve welat bi welat digere û ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd di nava hewldanan de ye. Çawa ku ji qesaban berber çênebin, ji devê misteşarê MÎT’ê jî gotina aştiyê dernakeve. Em bi siyaseta wan a sedan salan baş dizanin, bi sedhezaran ciwan ketin bin axê. Em ê nehêlin ew vê meseleyê îstîsmar ibkin. Em ê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin. Em ê daxwaza xwe ya azadî û aştiyê li her derê belav bikin.”
Sekna çareserıyê ya Ocalan li vê qadê ye
Keskîn Bayindir di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de ji bo gelê Kurd û gelên cîhanê peyamên girîng hatin dayin. Birêz Ocalan, got; ‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade me, bila mafên gelê Kurd bên naskirin û di destûra bingehîn de bên çareserkirin û ez ji bo vê amade me.’ Got; ‘ji bo bidawîkirina şer amade me.’ Ji bo çareseriyeke demokratîk bar kete ser milê me tevan. Di çarçoveya peyama birêz Ocalan de hewceye em tevek piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ev qad, piştgiriya ji bo vê peyamê ye. Divê îro li vir dengê me bigihije Îmraliyê. Duh li Amedê, îro jî li Mêrsînê. Bila dinya baş li van meydanan binêre. Sekna aştî û çareseriyê ya birêz Ocalan li vê meydanê ye. Çendek rê ceribandin lê armancên wan hasil nebûn û li berxwedana me qelibîn. Em ne ji îktîdaran lê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah ji bo çareseriyê amadekariya nexşerêyekê dike. Ji bo aştiyeke birûmet amadekariyan dike. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike, em dipirsin, gelo îktîdar ji bo çi amadekariyan dike? Gel; çareseriya we mereq dike. Operasyon, girtin û komkujî didomin. Azîz Koyluoglû hate qetilkirin. Li Tişrîn û gelek cihên din komkujî didomin. Ev komkujî, zîhniyeta îktîdarê nîşan didin. Birêz Ocalan amadekariya çareseriyê û îktîdar jî amadekariya operasyoneke mezin dike. Gelê Kurd û dostên wan dê rê nedin operasyonên we yên şer. Em ê li her derê aştî û îradeya azadiyê birêxistin bikin. Roj roja azadiyê ye. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya şopandinê, guhdarîkirin û rûniştinê ye. Dema wê ye ku em rabin ser pêyan û heta azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê bimeşin. Serkeftin dê ya me be. Serkeftin, serkeftin, serkeftin.”