Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Tesîsên Civakî ya Şaredariya Bajarokê Kepezê ya Çanakkaleyê civîna “Nan Edalet û Aştiyê” li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek kes tev li civînê bûn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan geşedanên di rojevê de û nakokiyên dewletê nirxand û xwest êdî dewlet durist û samîmî nêzî meseleyê bibe.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ewil bal kişand ser geşedanên li Tirkiyeyê pêş dikevin û wiha got: “Hûn dişopînin. Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Tirkiye dê di rêyek çawa de bimeşe, em niqaq dikin. Di rojên pêş me de, dê demokrasî bi ser bikeve, an jî rojên ku niha em dijîn dê bi pergala zordest, înkar û tunebûnê bidome. Em ê vê yekê bi hevre bibînin. Em wekî DEM Partiyê di civînênn “Nan Edalet û Aştiyê”ji Mêrdînê heta Canakaleyê, ji Mêrsînê heta Semsûnê van civinên xwe pêk tînin. Em wekî DEM Partî dixwazin Tirkiye li ser zemîna demokrasiyê pêş bikeve.”
Tuncer Bakirhan anî ziman ku DEM Partî partiya Tirkiyeyê ye û wiha axivi: “Em çiqas partiya Mardîniyan in, em ew qas partiya Çanakkaleyê ne jî. Em partiya elewiyan, partiya jinan û partiya ciwanan in. Em partiyek wisa ne ku nûnerên suryan, elewî, asûrî, xiristiyan û ermenî, jin û ciwan hemû kes bi awayekî çalak reng û vîna xwe di navde dibîne. Li gorî mozaîka Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê Çanakkale û Balikkesîr j bo me girîng e. Qedera dara Çiyayê Cûdî û qedera dara Çiyayê Qazê yek e. Em bi hevre karibin bimeşin em ê karibin hemû nirxên Tirkiyeyê biparêzin. Ji ber vê yekê em qîmet didin parastina Nan, Edalet û Aştiyê. Dem Partî nûnertiya hemû kesan dike. Pirsgirêkên hemû kesan wekî pirsgirêkên xwe dibîne.”
‘Aştî û edalet bi girtin û înkarê nabe’
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser girtiyên siyasî û wiha pêde çû: “Ji kijan partiya siyasî bi qasî partiya me endam û rêveberên wê girtî ne. Çima hevrêyên me tên girtin. Ji ber hevrêyên me li dijî dagirkerî, mêtîngerî, kedxwarî û polîtîkayên înkarê serî radikin û îtîraz dikin, li dijî zextên pergalê bertekên xwe tînin ziman têne girtin. Ji ber vê yekê em li qorîdorên dadê û girtîgehan in. Lê tevî van zextan em ji têkoşîn û doza xwe yek santîmê gavan paşve navêjin. Em kevneşopiya ku paşve gavan navêjin diparêzin. Ji ber vê yekê em li her derê heman tiştî tînin ziman. Em hemû reng, ziman û baweriyan diparêzin. Duh ez li Amedê beşdarî mîtîngê bûm. Li qadê bi yek dengî daxwazek hebû. Me ji Malazgîrtê heta Çanakkaleyê li tenişta gelên din bedel dan. Me ked û xwîn da. Ji bo ev ax azad bibe, me canê xwe da. Lê ev pergal dê li ruxmê vê yekê bibêje li kurt tune ye. Dê ji bo perwerdehiya zimanê kurdî bibe na. Dê qeyûm tayînî vîna kurdan bike. Dê vîna kurdan bavêje zindanê. Edalet û aştiya wisa pêk nayê.
‘Yên edaletê dixwazin davêjin zindanê’
Tuncer Bakirhan li ser civînen Nan Edalet û Aştiyê ji rawestiya û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî muhîm, nan, edalet û aştî ye. Yên ku nan dixwazin li wan didin. Yên ku edaletê dixwazin wekî Selehattîn û Figen wan davêjin zindanê. Yên aştiyê dixwazin jî wan dişînin dadgehê. Li vî welatî nêzî 50 milyon di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Ji her 3 malan li malbatekê sotemenî tune ye. Di sermayê de dijîn. Mirov bi xizanî û birçîbûnê re têdikoşin. Mirov li Tirkiyeyê bi deyn zikê xwe têr dikin.Li welatekî wisa mirov nikare bibêje aborî baş e û edalet heye. Tirkiye di aliyê demokrasî û mafên mirovan de li welatên cîhanê welatê herî li paş e. Em ê bi hevre têbikoşin û em ê nan, edalet û aştiyê bînin vî welatî. Desthilata ku li Sêrtê 3 carin di hilbijartinê de têk diçe, 3 car in qeyûm tayîn dike. Ev eyneya tunebûna dadê ye. Bi bajarên Kurdistanê têr nabin vê carê berê xwe didin Stenbolê û Enesyûrtê. Heta niha ku me li dijî qeyûman vînek hevpar û têkoşînek hevpar nîşan dabûya, dê iro qeyûm tayînî şaredariyan nekiraya.”
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser yekîtî û tifaqiyê û wiha axivî: “Eger me li tijî talankirina xwezayê nerazibûn nîşan dabûya dê talankirina xwezayê berhdewam nekiriya. Eger îro pergal vîna me nas nake û her roj li me dide, ji ber em belav bûne û têkoşînek hevpar nadin li me dide. Dibe ku taxên me cuda bin. Dibe ku nasnameyên me cuda bin. Lê eger em li dijî tundiya li ser taxa din dengê xwe nekin, dê sibê dor bê taxa me jî. Em ê li dijî neheqî û bêdadiyê nerazibûnên xwe bînin ziman. Zulim ji ku û ji kê tê bila bê, em ê li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin. wekî Apê Mûsa, wekî Sêvê, Wekî Sakîneyan em ê dengê xwe bilind bikin. Niha li tirkiyeyê pêvajoyek niqaşê heye. Ev pêvajo dê bi kuve biçe em nizanin. Di vê pêvajoyê de qeyûm tayîn dikin. Duh li Amedê li ciwanan îşken kirin. Em kesên vê îşkenceyê dikin şermezar dikin. Ji ber van kiryaran en nikarin bibêjin pêvajoya çareseriyê. Lê em dixwazin ev pêvajo bibe pêvajoya çareseriyê. Em ji dil destê xwe dierêj dikin. Lê ew ne samîmî ne.”
‘Çareserî bi êrîşan nabe’
Tuncer Bakirhan, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Em destêxwe dirêj dikin. Lê em dixwazin yên li hemberî me jî samîmî be. Li aliyekî niqaşên çareseriyê hene. Li aliyê din çeteyên SMO êrîşan dikin. Li vir niqaşên çareseriyê, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tang û topan êrîş dikin. Çareserî wisa pêk nayê. Bendava Tişrinê cihekî ku kurd, ereb, suryan bi hevre dijîn e. Lê her roj êrîşî wir dike. Em bang li wan dikin ku li gorî demokrasiyê û edaletê tev bigerin. Em dixwazin samimi tev bigerin. Tenê bi gotinên xweş pêş nakeve. Ciwanan bi erdê re kaş dikin û binçav dikin. Gelê kurd çawa ji dewletê bawer bike. Divê samîmî be. Çend car in qala çareseriyê dikin. Kurd samîmî tev digerin. Lê dewlet samîmi tev nagerin.
Tuncer Bakirhan, bal kişand ser Ruhê Çanakkaleyê û wiha a axivîe: “Em dixwazin ev çareserî li gorî ruhê Çanakkale û Milazgîrtê pêş bikeve. Li goristana Çanakkale tenê tirk tune. Li goristana Çanakkale kurd, tirk, ereb hene. Em dibêjin bila çareserî ruhê Çanakkale pêş bikeve. Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî ruhê Çanakkaleyê ye. Şehîtgeha Çanakkale çawa ku ya me tevan e; li Tirkiyeyê ev ax jî ya me hemûyan e. Me bi hevre qezenç kiriye. Bi înkara kurdan û zimanê kurdan ixanetê li vê 100 salên hevpar ên kurd û tirkan dikin. Em li cihê ku Ruhê Çanakkaleyê lê hebe li wir in. Du parlamenterên me bi Birêz Ocalan re hevditin kirin. Birêz Abdullah Ocalan deriyekî nû li vê xetimandina Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê vekir. Li gorî bawerî û wîcdan divê em jiyana hevpar û jiyana wekhev bigirin dest. Her kes li bendê ye ku Birêz Ocalan dê çi bibêje. Em baş dizanin ku dê Birêz Ocalan li ser çareseriya demokratîk a meseleya kurd peyaman bide. Em dizanin ku dê gotinên 85 milyon mirovên li Tirkiyeyê rehet bike bibêje. Em bawer dikin ku dê di peyama birêz Abdullah Ocalan de Ruhê Çanakkale hebe. Dê di peyama birêz Ocalan de Duhê Çanakkaleyê hebe. Ev pir zelal e.”