23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

3 rojnameger hatin binçavkirin

Koordînatorên Weşanê yên Rojnameya Bîrgunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.netê Yaşar Gokdemîr hatin binçavkirin

Koordînatorê Weşanê yê Rojnameya Bîrgunê Îbrahîm Varli, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku Koordînatorên Weşanê yên Rojnameya Bîrgunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.netê Yaşar Gokdemîr hatine binçavkirin.  Hat zanîn ku bi hinceta nûçeya têkildarî serdana nûçegihanê Rojnameya Sabahê ya Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek hatiye nîşandan. Hat destnîşankirin ku rojnameger birine Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ya Stenbolê.

DÎSK BASIN-ÎŞê jî bi daxuyaniyeke bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku rojnameger tavilê bên berdan. Her wiha Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî bertek nîşanî binçavkirinan da û weke “reziltî” pênase kir. Ozel, banga berdana rojnamegeran kir.