Ji ber ku folklora kurdî gelekî dewlemend e û her çiqasî ku xebat li ser hatibûn kirin jî dîsa her tim pêdiviya folklora kurdî bi lêkolîn û xebatan heye, lewre jî xebatên ku werin kirin dive di xizmeta folklorê de bin
Sînorê lêkolînê:
Sînorê vê xebatê dê gundê Êdiqê yê ku girêdayî bajarê Kobaniyê ye.
Wêjeya devkî
Wêjeya devkî beriya nivîsê derketiye. Hemû qewimînên ku di nava civakê de rûdane, bûne çavkaniyên wêjeya devkî û ji aliyê dengbêjan ve ji nifşekê derbasî nifşekî din bûne. Di wêjeya devkî de ji ber ku nivîs tuneye. Guhdarkirin û dubarekirin hêmanên girîng in. Her wiha ji ber bindestiya gelê kurd û derengmayîna nivîsê di nava wan de, gelê kurd neçar maye êş, şadî û hemû serpêhatiyên xwe bi rêya devkî derbasî nifşên li dû xwe bike. Ji ber ku hemû serpêhatiyên xwe bi rêya zar digotin, lewra ji wêjeya devkî ya kurdî re zargotin jî tê gotin.
Zagotin jî peyveke hevdudanî ye. Ji peyva zar (ziman) û gotinê pêk hatiye; ango tiştên ku bi zar, bi ziman were vegotin zargotin e. Şîn, şahî, kêfxweşî û xemgîniyên ku hatine jiyîn û qewimîne hemû bi zar bûne. Bêjeya zargotinê bi kurdî tê wateya zanista gelêrî, zanîna gelî; ango gelnasiyê. Di zaravayên kurdî de ji bo zanista folklorê, bi kurmancî peyva zargotinê, bi soranî, xelknasî û bi kirmanckî zanistiya şarî tê gotin. Zargotin qewimîn û cerebeyên ku bi sedsalan di serê civakê re derbas bûne û bi awayekê bandor li ser civakê kirine û bi rengekî ketine ser zar û zimanan re tê gotin. Her wiha zargotinek gelek beşan di nava xwe de dihewîne, kilam, gotinên pêşiyan, çîrok, destan, biwêj û hwd. (Guney & Erol, 2019, r. 124)
Pênaseya biwêjan
Biwêj, komek peyv in ku ji aliyê gel ve hatine afirandin. Herwiha dibe ku hejmareke zêde ya biwêjan xwedî çîrokekê bin û rasterast bi jiyana çandî û folklorî ve girêdayî bin. Lê belê ji aliyê avaniyê ve hêmanên ku tê de bi rola xwe radibin ve, biwêj her tim berê me didin zimanîbûna xwe. Ev gotinên hêja ku bi tecrûbeya hezaran salan hatine der; nifş bi nifş di hatine ceribandin, piştre bûne berhemên civakî, tov û rengê gelan, giyan û keda civakê. Di her ziman û çandê de biwêj parçeyên girîng ên çanda gelê xwe ne. Çi devkî û çi jî nivîskî bin, axaftin û vegotinê xurtir û dewlemendtir dikin.
Ji bo biwêjan gelek caran pênaseyên cuda hatine kirin. Bo nimûne hin lêkolîner li ser vê yekê wiha dibêjin:“Biwêj di jiyana miletekî de encama tecrubeyan in ku bi bihûrandina sedan salan çêbûne û hatine der. Dîsa biwêj bi nîşana raman, bawerî û helwesta hevpar a neteweyî rêberiya gelê xwe dikin” (Aksoy, 1988, r. 132).
Li gorî Askan di zimên de wekî gotinên pêşiyan rengekî girîng jî heye ku ew jî biwêj e. Biwêj di heman demê de nîşanderê hebûn û yekûna peyvên zimanekî û raberkerê gelek bûyerên wateyî yên ku vegotinê xurt dikin. Biwêj ew qalibê peyvan in ku ji bo vegotina têgeh, hest an jî rewşekê hatine gotin. Di biwêjan de gelek nîşaneyên civatê hene, lewma mirov di wan de ji rabirdûya wê civatê bigire heta şêwaza jiyana wê, edet û kevneşopiyên wê û her tiştî dikare bibîne. Her wiha biwêj, hêman û dînamîkên herî girîng û bibandor ên zimanekî ne. Ji bo diyarkirin û têgihîştandina têgihan, bi mantiq û qalibên arizî yên wî zimanî hatine vedîtin û afirandin (Aksan, 2004, r. 171-189).
Danasînek li ser bajarê Kobaniyê
Piştî ketina dewleta Osmanî û di dawiya şerê cîhanê yê yekem de, ji aliyê fransiyan ve li ser çemekî di navbera gundê Kaniya Ereban û gundê Kaniya Murşid de, bajarê Kobanê hatiye avakirin. Navê bajarê Kobaniyê ji navê fransiyan ku di destpêkê de li vê şûnê kiribû “Companie” hatiye. Li gorî Osmaniyan navê wî cihî “Arabpinar” û navê erebî “Eyn El Ereb” ji Arabpînar hatiye, wergera wî jî bi kurdî Kaniya Ereban e. Kaniya Ereban ew çemê ku îro li şûna wî rojhilatê bajarê Kobanê ava bûye. Ji ber ku di demsala havînê de, koçerên ereb pezê xwe lê av didan, lewra nav lê hatiye kirin Kaniya Ereban.
Ev bajar weke nav nû ye. Beriya ku sînorê serxet û binxetê çêbibe ji vî bajarî re digotin “Deşta Sirûcê”. Li ser Deşta Sirûcê gotineke pir bi wate heye. Dibêjin: “Deşta Sirûcê, embara mêran e”. Bingeha vê gotinê jî vedigere qehremanî û wêrekiya egîdên Deşta Sirûcê. Li gorî ku pêşiyên me dibêjin ku li vî bajarî egîd hebûn, ew egîd ji ber qehremaniya xwe di nava gel de xwedî nirxekî mezin bû û navê wan gihîştiye roja îro.
Firehbûna ‘erdê Kobanê 3000,23 km² ye. Li gorî nexşeya Kurdistanê, Kobanî û deşta Sirûcê yekser bi Rihayê ve girêdayî ne. Kobanê derdora 80î km dûrî bajarê Rihayê ye. Li rojavayê bajarê Kobaniyê bi qasî 30î km çemê Firatê ji aliyê Tirkiyayê derbasî aliyê Sûriyeyê dibe (Soreklî, 2011, r. 22).
Şirovekirina hin biwêjan li gorî wateya wan ya rastîn û mecazî
Avê rû me rijiya!
Ev biwêj di wateya xwe ya rastîn de wateya ava rûriandinê dide, lê di wateya xwe ya mecazî de wateya neşermiyê dide.
Diran gewrê da ne gî!
Ev biwêj jî di wateya xwe ya rastîn de wateya diranên gewr dide, lê di wateya xwe ya mecazî de wateya kesên xerab dide.
Çû gelê kûr ket!
Di vê biwêjê de wateya rastîn gelekî kûr e, zana ye, lê di wateya mecazî de wateya komekeke pir dide.
Golkî ‘el’ona ye!
Di vê biwêjê de mirovên girs bi lawiran hatine şibandin.
Dilê gulê me jî hebrîşka dixwazê ye!
Di vê biwêjê de wateya rastîn ku dilê mirovekî xwarinê xwarina bi navê Hebrîşk dixwazê ye, lê di wateya mecazî de ku kesek zewacê dixwazê ye.
Kê êdî tîza bavêjê!
Ev biwêj bi wateya rastîn ling an go tîz avêtine, lê di wateya mecazî de êdî mirovek ber bi xerabûnê ve diçe.
Kerengê hol firik e!
Di vê biwêjê de mirov bi şênatiya bi navê Kerengê hol firik hatiye şibandin.
Çilqê hesqitî!
Di vê biwêjê de jî mirov bi lawira bi navê Elokê hatiye şibandin.
Di nêv me da çirê dilîzê ye!
Di vê biwêjê de çirê navê lîstikeke folklorî ye, kiryarên mirovê fêlbaz jî bi vê lîstikê hatine şibandin.
Mêşê dorê ra vînge vînge!
Di vê biwêjê de wateya rastîn mêş li dor kesekî re dizivire, lê di wateya mecazî de ku aşiq bûye.
Ez herime ferêt, wê fetat bimiçiqê!
Di vê biwêjê de tê wateya ku kesek çûye ser çemê Firatê û çem miçiqî ye, lê di wateya mecazî jî tê wateya ku bextê wî mirovî tune ye.
Bergîrî ‘erbanan e!
Di vê biwêjê de mirovê girs bi hespê hatiye şibandin.
Kêr gihîşte hestî!
Di vê biwêjê de wateya rastîn ew e ku kêr gihîşte hestiyan, lê di wateya mecazî de tê wateya ku êdî her tiştê xerab û nebaş bû.
Encam:
Di dawiyê de em gihîştin hin encaman ku di biwêjan de taybetmendiyên devoka bajarekî tên dîtin û li rex wê biwêj gotinê xurtir û bedewtir dikin herwiha tiştê ku rasterast mirov nikare bibêje bi rêya biwêjan dibêje.
Çavkanî:
- Guney, C., & Erol, K. (2019). Di Zargotina Kurdan de erka saziya dengbêjiyê. I. Baz & OZ & Ç. Ertaş & I. Tunç (Ed.), Dengbêjlik kulturu ve dengbêjler sempozyum bildirileri. (121- 139). Şirnak: Mardin Sesi Gazetecilik.
- Bekirê Soreklî, Ş. (2011, 1ê Sibatê). Kobanî. Dilname, h. 33. 22, 23.
Aksan, D. (2004). Turkçenin Sozvarligi Turk Dilinin Sozcukbilimiyle İlgili Gozlemler, Saptamalar. (Çapa 3). Ankara: Engin.
- Aksoy, O. A. (1988). Atasozleri, Deyimler. Belleten. Ankara: TDK. 131-166.
Çavkaniyên devkî:
ÇD: Emîne Elo, nexwende. (Temen 54. 1.8.2024. gundê Êdiqê, Kobanê).8