23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em hemû Rojhat in!’

Romana "Rojhat" balê dikişîne ser cîhana hundirîn a du şervanên ku di şikeftekê de ne. Şikeft jî di nava xwezaya hovane ya şer de asê ma ye.

Li standa weşanên Aramê ya Fuara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê ez û nivîskara romana “Rojhat” Mizgîn Ronak li gel hev bûn. Piştî hinek nîqaş min pirtûka “Rojhat” pê da şanenavkirin. Li ser nivîsî “Em Hemû Rojhat in!..” û da min. Derfeta xwendinê min dît û bi çend gotinan li ser nêrînên xwe dixwazim bînim ziman.

Romana “Rojhat” balê dikişîne ser cîhana hundirîn a du şervanên ku di şikeftekê de ne. Şikeft jî di nava xwezaya hovane ya şer de asê ma ye. Hewldanên Doktor Rênas ji bo dermankirina birînên Rojhat ku zanîngeha tibê hîn dixwend lê nedomand û hê nû tevlî nava refan bûye, di nava şikefta dorpêçkirî de bêmecal dimîne. Rojhat jî şervanekî du salan e, di şer de birîndar bûye û bi vê birîna xwe ya xedar li hember mirinê li ber xwe dide. Bi wateyekê ve rêwîtiya wan a ji bo kifşkirina sînorên hevaltî, giyanî, exlaqî, derûnî û yên mirovî dest pê dike. Hesta di nava tekoşînê de jiyana wan wiha dike yek û bi her awayî diherikin, ji nav kêliyên di şikeftê de derdikevin û digerin.

Ev berhema ku ji aliyê Mizgîn Ronak ve hatiye nivîsandin, ne tenê çîrokeke şer e, di heman demê de pêvajoyeke hesabpirsîna navxweyî ye ku di kêliyên herî tarî de jî li hêvî, nirx, hevaltî û nasnameya xwe dipirse û xwedî derdikeve.

Di naveroka romanê de diyalogeke dramatîk û lehiya hestan di navbera Rênasê bijîşk û Rojhatê bi giranî birîndar e derbas dibe. Her du şervanê di dorpêça şer de ku xwe spartine şikeftekê, cîhana li dora wan ketiye ber metirsiya hilweşandinê, di her kêliyê de dengê çek, firoke û helêbkopteran tê, ji guhê wan qût nabe. Ev qada teng û tarî dibe cihekî ku hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê derûnî ve wan di ezmûnekê de derbas bike. Her çendî ji cîhana derve qut bin jî, şikeft dibe ronîkirina cîhanek e hundurîn û xwe bibînin. Tarîtî, tenêtî û bendewarî, her du lehengan bi awayên cihê diguherîne ku li ber xwe bidin.

Rojhat li aliyekî êşa birînên xwe ya giran, li aliyê din jî şopên paşerojê hildigire. Ew bi nasnameya xwe ya şervantiyê, her tiştî bi xwe re dadihûrîne û têdikoşe. Her çiqas ev nasname vîn û hêzê dide wî, di heman demê de bi kûrahiya êşên nepenî hestiyar dibe. Di bin bandora şer, mirin û her wiha êşa laşê xwe yê birîndar de, ji bêderfetî û çaretî xeyalên xwe dihûne. Tekoşîna xwe ne tenê li hember giyana xwe ya birîndar, di heman demê de li hember şikestina asoya hundirîn, pêvajoya tijî êş û elem û nakokiyên jiya ye; di navbera rabirdû û niha de asê dimîne û li ber xwe dide. Dibe sedem ku bidahûrîne, hevalê xwe yê zarokatiyê, hevaltiya qadên şer, windahiyên bêwext, nakokî û rexneyên tûndrev bi bîr bîne û êşa xwe ya herî kûr li hêlekê bihêle. Navê hevalên şehîd ji bo wî tenê nabe hevalên demkî, di heman demê de dibe giyana wî û bîranînên winda. Tim li bîranînên xwe digere û li ser bîranînan dixwaze xwe bigihîne wê merteba xewn û xeyalên ku pêknehatiye.

Şervanê ku bijîşk e, di tekoşînek e cuda de ye. Dema ku hewl dide birînên Rojhat bipêçe, bi nêrînên cuda li ser şer radiwest e û xwe berpirsiyar dibîne ku nikare di vê ezmûna bijîjkiyê de bi serkeve. Wek şervanek, wek bijîjkek, ew di cîhanek ku bi hêrsa xwe ya li hember peywira xwe û şer de girêdahîye. Tenê rûxandina feraseta xwe nabîne, rûxandina helwesta xwe jî pê re dibîne. Dema ku birînên Rojhat derman dike, hewl dide hestên xwe yên hundirîn jî derman bike. Bi nîqaşan dadikeve û dixwaze bide jibîrkirin.

Şikeft ji bo herdu şervanan hem stargehek û hem jî kelemek e. Hemû nezelalî û tehdîdên şer her tim hebûna wan tehdîd dike. Cil û bergên çar şehîdên li gel wan dibe sedema vîn û hêzekê ku xwe li ser lingan bihêlin. Lêbelê, dema ku her du jî hewl didin li dijî tehdîda heyî tiştekî bikin, di nav xwe de dikevin nav pevçûnek tevahî cûda û bi nîqaşan li ber xwe didin.

Beşek e romanê a giring rojnivîskên Rojhat in. Ev rojnivîsk dibe amûrek ku cîhana hundurîn a karakteran aşkere bike. Her rêzika ku Rojhat nivîsî bû rê dideyê ku li nasnameya xwe, hebûna xwe û xwebûna ya şer bipirse. Hebûna xwe li ser xetek zirav a di navbera jiyan û mirinê de bi wate bike. Rojnivîs dibe navgînek ku Rojhat hest, bîranîn û windahiyên xwe tê de tomar bike. Dema ku Rênas rojnivîsê dixwîne, Rojhat di kûrahiya giyana xwe ya birîndar de diherike. Bîranînên hevalên xwe yên şehîd, dramayên sermest û mirovahiyê ku berî şer û pişt şerî carek e din tîne bîra xwe, bi baldarî guhdarî dike û hesta xwe bi bîranînan nû dike. Dikeve nava şerê qeyrana nasnameyê, hesabpirsînê, pêkhatinê û hêdî hêdî êşa laşê xwe yê hîsnake ji hev bela wela dike.

Roja ku Rojhat şehîd dibe rojnivîsk neqediya dimîne di destê bijîşk de. Her çend ew dem xuya dike ku jiyana Rojhat bi dawî dibe, lê bi rastî peyamek kûr li ser jiyanek e kûr a demkî ava dike. Rojnivîska Rojhat ku rûpelên neqediyayî, dibe bersiva pirsên mirov çiqasî bi temamî dikare jiyan, hest û ramanên xwe bi kiryaran vebibêje be. Jiyan dikare wiha bêdawî bimîne, mîna çîrokek neqediyayî ku hêna jî em dijîn; heta hetayê biçe… Rastiya rojnivîskê ku nayê temam kirin, perçeyek ji jiyana mirov ya kêm dimîne, bi vê ramanê jiyanê bi tekoşîna azadiyê re derbasî nava hewcedariya hev temambûnê bike.

Di encamê de, romana “Rojhat” ne tenê çîroka şerekî û birîndarekî li ber mirinê ye, di heman demê de rêwîtiyek hundirîn e ku tê de şopên li ser erdnîgariya ku em dijîn, ên ji ber şer, xwebûna nasnameyê, windahî û hevaltiyê pêk hatine, têne vegotin. Şervan bi qasî ku li derve li hember xeterî û mirinê rû bi rû dimînin, di dinyaya xwe ya hundirîn de jî pêwîstiyê bi tirs, hêvî, evîn û windahiyên xwe ve rû bi rû jî dimînin. Di romanê de ji aliyekî ve mirov bi rewşa birîndarê ber bi mirinê ve diçe dialiqe û ji aliyê din ve jî tekoşîna pîroz ku hesta arasteyî zindîbûna jiyanê kiriye, bi kûrahî ve tê vegotin, lê hûr û kûr dibe.

Bi zimanê helbestî, henûn û zelal rastiya jiyana heyî bi her awayî radixîne ber çavan. Li ser pira siratê ya jiyan û mirinê, bi wate û lêgerînê, şer û aştiya navxweyî bi me dide hîs kirin û qebûl kirin ku em girêdayî rêça “Rojhat”in; ta ku em hemû bibin Rojhatê Rojhilat.