Xweziya min bi demên berê, çiqas xweş bûn ew rojên borî. Hevalbendiyên me, gilî û gazinên me, ya herî baş jî bi hev re dilvekiyên me bûn. Dor bi dor keç û xort bi hevre mezin dibûn, xwîşk û birayên ji hev mezintir, ew qeflekbûn, di nav xwe de hevalbendiyên wan hebûn. Em jî ji wan biçûktir, qeflek din, hevalbendiyên me jî hebûn. Me her tiştên xwe, fikir, hevaltî, dostanî, rabûn û rûniştandinên xwe ji yên ji me mezintir digirtin. Ji ber ku dema em mezin dibûn, me hêz û fikrên xwe ji wan digirtin. Ew tu carê ji me re nedibûn mînakên xerab. Ya din jî li cem hev, li nêzikî hev mezinbûn baştir bû ji dûrketina ji hev.
Xwîşk û birayên me di nav xwe de gelek jiyanên baş derbas dikirin, bi hevre mezinbûn hevalbendiyên xurt jî çêdikirin. Hemû kesan ji yên di emrê xwe de hevalbendî û dostanî çêdikirin. Ya me jî wusa bû. Di nav êl û eşîrê de herkes hevalên hev bûn, tiştên veşartî tune bûn, Me hemû fikir û gotinên xwe bi hevre parve dikir, cînartî û hevaltî tiştên veşartî hez nake, haya herkesî ji herderê û herkesî hebû.
Îca di dema me de, em keç û xort bi hev re mezin dibûn, gotinên me yek bûn, em bi hev re diçûn seyranan. porteqal di nav me de ya herî bedew, keziyên wê dirêj û bejnzirav ew bû. Bedewbûna wê tiştekî din bû, em her roj piştî pezdotinê diçûn seyranê, xortên hevalên me jî li pey me dihatin ku dema tiştekî nebaş biqewime ew jî me biparêzin, lê hinekî li dûrî me disekinîn. Virde û wêde di navberê de me giliyên xwe ji hev re digotin, behsa dildariyê dikirin, ew xortê hanê ji min hez dike, na te dilê xwe berdaye wî, filan û bêvan. Di nava wan rojan de, dema em diçin seyranê, Porteqal dibêje hûn herin ez ê li pey we bêm, çendek wusa derbas bû, her roj Porteqalê derengî dikeve, em dizanin ku Porteqalê û xortê cînarê me ji hev hezdikin. Lewma sewa ku ew hevûdu têr bibînin carana me ew heru bi tenê dihiştin. Di navberê de çendek derbas bû, sibetira dinê dîsa me kar û barê xwe kir û em çûn seyranê, dîsa Porteqal û ew xortê hezkiriyê wê bi hevre tenê man. Em di nav xwe de ketin kêf û henekan, di navberê de waxteke dirêj derbas bû, lê Porteqalê nehat cem me. Virde û wêde, em digerin û nagerin wana nabînin. Heta danê êvarê em li wan geriyan, me ew nedîtin. Gelo çûn ku derê? Gelo tiştekî nebaş hat serê wan? Me dî ku em wana nabînin, bi lez û bez me xwe gîhand nav malan, me got; Porteqalê winda bûye, dibe ku di kendalekî de ketiye, dibe ku rastî hirçekî hatibe. Hemû kes ketin serê riyan, dora çeman, mêrg û zeviyan, dawiya êvarê hat tu deng û hisa Porteqalê tuneye. Dayika wê li ber malê şînek daniye, hêsran dibarîne, dibêje zû herin keça min bibînin. Em jî di nava poşmaniyekê mezin de ji tirsan nikarin bêjin ew tevî dildarê xwe ji me dûr bûye. Dawiya dawî, keça apê min got; min ewana dîtin, nizam tevî kurê cînarê me di newala mezin de wendabibûn. Paşê fêmkirin ku Porteqalê bi xortekî re reviya ye, lê ka ew xort kî ye? Bû êvara dereng, hinek mêvan hatin mala bavê Porteqalê, me bi dizî guhê xwe da ser gotinên wan, me fêm kir ku Porteqalê tevî dildarê xwe reviya ye, çûnê mala mixtarê gund. Dê û bavê Porteqalê gotin; heyran em we nasnakin, em nizanin hûn ji çi berekê ne? lawê we qîza me revandiye, dibe ku bi destê zorê revandiye, hûnê niha keça min ji min re bînin, an na emê şerekî mezin bikin. Sibetirê, dayik û bavê kurik hatin ber derî peya bûn, gotin; Lawê me û keça we ji hev hez kirine, bi hevre reviyane, me jî dixwest haya me jê hebûya û em bihatana xwezgînî, lê wana ya xwe kiriye yek bi hevre reviyane. Em jî dixwazin Porteqalê bibe keça me, bi tevî malbata me bijî, ger hûn nexwazin jî hûn ê bikevin nava du dilan.
Wisa çend rojan çûn û hatin, herdu malbat li hev hatin, dawet û virde û wêde, piştî dawetê min got; Porteqalê, we ji hev hezdikir, te dikarî bigota bila ew bên xwezgînî û te bixwazin, dayik û bavê te jî dibe ku ne digotin na. tu çima reviya yî? Got; Min xwest ez ji xwe re fikreke azad bifikirim û dilê min kuderê bixwaze herim wir, lê min ne dizanî ku dayik û bavê min ewqasî dê bitirsin û meraqa min bikin, ya din jî, dildarê min ne ji eşîr û êla me bû, dibe ku bavê min ez nedama wî, lewma ez jî reviyam…
Malbat li hev hatin, dawet jî kirin, lê careke din ez nebum şîrîkê nava du dilan. Ez jî nizanim di nava şîrîkê du dilan de malbat alikî, ew li aliyekî din. Dîsa jî bi dizî dildarî xweş e, ew demên cîwantiyê te dildarî xweşee. Porteqal û mêrê xwe hêj jî weke berê ji hev hez dikin. Sê heb keçên wan jî dema mezin bûn, ew jî bi dildarên xwe re bi kêfa dilên xwe reviyan….