Şaxa ÎHDê ya Amedê û malbatên windayan, di 835emîn hefteya çalakiya xwe de, li navçeya Rezanê li pêşiya Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Vê hefteyê, aqûbeta Mehmet Tekdag hat pirsîn ku di 12ê Sibata 1993an de li navçeya Rezan a Amedê hat windakirin.
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDê Firat Akdenîz der barê qetilkirina Tekdag de ev tişt anîn ziman: “Mehmet Tekdag zewicandîbû û bavê 4 zarokan bû. Endamê Lijneya Dîsîplînê ya Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê bû. Di 2yê Sibata 1993yan de saet di 14.15an de dema ku diçe pastexaneya xwe ya li xaçerêya Rezanê ji aliyê kesekî nediyar ve tê gulebarankirin. Di encama vê êrişê de Mehmet Tekdag bi giranî birîndar dibe. Polîsên bi kincên fermî, welatiyekî ku dema bûyerê direve didin sekinandin. Ew kes bi israr êrişkar nîşan dide. Polîs jî dibêjin, temam, em ê hel bikin, lê hûn cenaze rakin. Polîs welatiyê ku êrişkar dişopîne li mînîbusê siwar dikin û jê dipirsin, Te êrişkar ît an na, tu wî nas dikî yan na?
Tevî ku Mehmet Tekdag ê birîndar ji aliyê welatiyên din ên li cihê bûyerê ve sewqî nexweşxaneyê hat êkirin jî bijîşk mudaxile nekirin. Piştî êrişê bi 4 saetan bijîşkek ji bo mudaxileyê tê, lê ew jî kêmasiya amûran wekî sedem nîşan dide û dibêje An wî bibin Stenbolê an jî Enqereyê û mudaxile nake. Piştî vê malbat ji bo Mehmet Tekdag bibe Stenbol an jî Enqereyê dikeve nava hin hewldanan. Lê Waliyê Herêma Rewşa Awarte Unsal Erkan dibêje êvar e û ewlehî tüne ye û nahêle Balafirgeha Amedê bê vekirin. A din a rojê, Tekdagê birîndar bi hinceta kar û barên nexweşxaneyê li balafirgeha ewil nayê siwarkirin. Heya balafirgeha duyan tê Mehmet tekdag li balafirgehê jiyana we ji dest dide. Piştî bûyerê malbata Tekdag di warê hiqûqî de dest bi têkoşînê dike, lê tu tişt nayê kirin. Cinayeta Mhemet Tekdag wekî kiryar nediyar dimîne.”
Dauxyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Şaxa ÎHDê ya Êlihê û malbatên windayan, di hefteya 671emîn a çalakiya xwe de, li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê daxuyanî dan. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê, aqûbeta Şîmunî û Hurmuz Dîrîl hat pirsîn ku 8ê Çileya 2020an de li gundê Mehrî yê girêdayî navçeya Şirnexê Elkê hatin windakirin.