Ziman, ji bo xweîfadekirinê, parvekirina ramanan û avakirina têkiliyên civakî, yek ji amûrên mirovan e. Ziman rasterast bandorê li xwetêgihiştin û têgihîştina cîhanê û pêvajoya têkilîdanînê jî dike. Mirov bi rêya ziman hem nasnameya xwe ya takekesî hem jî ya civakî ava dike. Ji ber ku ziman xwedî roleke bingehîn e, bi taybetî zimanê dayikê – bandorên wî yên li ser nasname, aîdiyetê û tenduristiya derûnî hê zêdetir derdikevin pêş.
Zimanê dayikê, ew ziman e ku mirov piştî ku tê dinyayê û pê ve ji dayik û bavê xwe hîn dibe û pê mezin dibe. Mirov dikare bi vî zimanî ramanên xwe bi hêsanî îfade bike û hestên xwe baş bîne zimên. Di heman demê de zimanê dayikê beşeke girîng ji çand û kevneşopiya mirovan e û alîkariya wan dike ku di nav civakê de cihê xwe bibînin û nasnameyeke xurt ava bikin. UNESCO jî girîngiya vî zimanî destnîşan dike û dibêje ku zimanê dayikê ji bo tenduristiya derûnî ya mirovan gelek girîng e. Dema ku mirov nikaribin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û bijîn, ew dikarin xwe biyanî hîs bikin û dûçarî tenêtiyê bibin û girêdana xwe ya bi civakê re winda bikin. Ji ber van sedeman, divê her mirov bikaribe zimanê xwe yê dayikê bi serbestî bi kar bîne. Ev yek hem ji bo tenduristiya derûnî ya takekes û hem jî ji bo saxlemiya civakê pêwîst e.
Psîkoterapî ji bo çareserkirina pirsgirêkên derûnî yên takekesan û başkirina tenduristiya wan a hestî û derûnî pêvajoyek e ku tê bikaranîn. Di vê pêvajoyê de, ew têkiliya ku terapîst digel nexweş (rawêjer) ava dike, yek ji wan hêmanên herî girîng e ku serkeftina terapiyê diyar dike. Gava ku têkiliya terapîst bi nexweş re xurt be, ev yek dibe sedema ku nexweş xwe ewle his bike û bikaribe hest û ramanên xwe bi dilekî rehet îfade bike.
Terapiya bi zimanê zikmakî di vê pêvajoyê de xwediyê roleke pir girîng e. Gava ku nexweş xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade dike, bandora terapiyê du qat zêdetir dibe, ji ber ku mirov dikare ramanên xwe zelaltir û hestên xwe bi awayekî kûrtir bi zimanê xwe yê zikmakî bîne zimên. Ev yek jî dibe alîkar da ku mirov di dema terapiyê de xwe baştir îfade bike û encamên baştir bi dest bixe.
Di terapiya bi zimanê zikmakî de, nexweş dikare bêyî ku li ser wergerandina hest û ramanên xwe bifikire, rasterast bi zimanê xwe yê herî xwezayî biaxive. Ev yek jî dibe sedem ku pêvajoya terapiyê bêtir bibandor û serkeftî be.
Lêkolîn nîşan didin ku ew kesên ku terapiyê bi zimanê xwe yê zikmakî distînin, li gor wan kesên ku bi zimanekî din terapiyê dibînin, encamên baştir bi dest dixin. Di vî warî de pirsgirêkên etîkî jî xwe didin der. Gava ku terapî bi zimanê zikmakî neyê dayîn, mafê xweîfadekirina kesan dikare bê sînorkirin û ev rewş dijî prensîba wekheviyê ya di terapiyê de ye. Her takekes bêyî astengên zimanî xwediyê mafê piştgiriya derûnî ye. Di çarçoveya wekheviya terapiyê de, divê em girîngiya zimanî teqez bikin, ji ber ku ev yek ji bo afirandina hawirdoreke rehet a ku mirov xwe tê de serbest his bike, pêwîst e. Divê terapîst, zimanê dayikê yê serîlêderan li ber çavan bigire û li gorî hewcedariya nexweşan nêzîk dibin û rêbazan bi kar bîne.
Di vî warî de, pêwîst e ku terapîst girîngiyê bidin zimanê dayikê û li gorî vê yekê tevbigerin. Ev ne tenê ji bo serkeftina tedawiyê herwiha ji bo parastina mafên mirovan û bicihkirina wekheviyê jî bingehîn e.
Yek ji wan komên ku herî zêde hewceyî terapiya bi zimanê zikmakî ne, koçber û penaber in. Ev kes, gava ku dixwazin xwe li çandeke nû adapte bikin, ji ber astengiya zimanî di xweîfadekirinê de dikarin zehmetiyan bikişînin. Dema ku trawma û şokên çandî yên koçber û penaberan bi zimanê zikmakî tên nirxandin, ev yek dibe alîkar ku ew xwe ewletir hîs bikin. Bi heman awayî, kesên ku di statuya kêmîneyan de ne jî dikarin ji terapiya bi zimanê zikmakî sûdeke mezin wergirin. Ev kes di parastina çand û nasnameya xwe de dikarin rastî zehmetiyan bên û terapiya bi zimanê zikmakî derfetê dide wan ku vê nasnameya xwe baş îfade bikin û xurt bikin.
Kesên ku rastî trawmayê hatine jî hewceyî terapiya bi zimanê zikmakî ne. Trawma, bi giştî ji aliyê hestyarî û zihnî ve li ser takekes bandorên mezin dike. Fêmkirina bandorên trawmayê û çareserkirina wan, bi wî zimanê ku takekes xwe herî rehet hîs dike, ango bi zimanê zikmakî, dikare bi awayekî kartêker pêk were. Bi taybetî ji bo wan kesên ku rastî trawmayên giran ên wekî şer, karesatên xwezayî yan jî tundiya zayendî hatine, zimanê zikmakî di terapiyê de dibe hêmaneke ewlehî û rehetiyê.
Zarok û ciwan jî ji wan kesan in ku hewceyî terapiya bi zimanê zikmakî ne. Bi taybetî zarokên ku di temenekî biçûk de neçar dimînin zimanekî duyemîn fêr bibin, dikarin di derbirîna hestên xwe de zehmetiyê bikişînin. Terapiya bi zimanê zikmakî, alîkariya zarok û ciwanan dike ku ew xwe baştir îfade bikin, baweriya wan a bi xwe zêde bibe û berxwedana wan a hestiyarî xurt bibe.
Ji bo ku bandora terapiya bi zimanê zikmakî xurttir bibe, pêwîst e ku hin çareserî pêk bên. Di serî de, divê hejmara wan terapîstên ku dikarin bi zimanê zikmakî xizmetê pêşkêş bikin were zêdekirin. Ji bo vê armancê, divê ew kesên ku perwerdehiya terapiyê werdigirin, bên teşwîqkirin da ku bikaribin bi çend zimanan terapiyê bikin. Bi taybetî perwerdekirinaterapîstên ji gelên din -ku ev kes li wî welatî wekî kemîne tên dîtin- dikare bibe sedema afirandina hawirdoreke wisa ku nexweş xwe tê de hêsantir îfade bikin. Herwiha ji bo ku terapîst çarçoveya çandî û zimanî ya nexweşên xwe baştir fêm bikin, pêwîst e ku perwerdehiya hişmendiya çandî jî were dayîn.
Platformên terapiya bi online, bi taybetî ji bo wan kesên ku nikarin rûbirû ji terapiyê sûd wergirin derfeteke girîng e. Ev cureyên platforman dibin alîkar ku ew kesên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî xizmeta terapiyê wergirin, bêyî sînorên erdnîgarî xwe bigihînin van xizmetan. Nexweş bi saya van platforman dikarin wê pirsgirêka ku ji ber astengiyên zimanî nikarin xwe bigihînin terapiyê çareser bikin.
Pêwîst e ku dewlet di vî warî de roleke aktîf hilgire ser milên xwe. Ew polîtîkayên ku piştgiriyê didin xizmetên terapiya bi zimanê zikmakî, dê rê vekin ku ev xizmet bigihîjin hemû endamên civakê. Di nav çarçoveya van polîtîkayan de gelek gav dikarin bên avêtin; perwerdekirina pisporên terapiyê yên ku bi zimanê zikmakî bikaribin xizmetê bikin, sazkirina bernameya perwerdehiyê û piştgiriya madî ji bo van xizmetan. Wekî din, xebat û piştgiriya projeyên bi mijarê re eleqedar dikarin bibin alîkar ku mirov ji van xizmetan sûd wergirin û hay jê hebin.
Wekî encam psîkoterapiya ku bi zimanê dayikê tê kirin, ji bo mirov xwe îfade bike, pirsgirêkên xwe yên derûnî çareser bike girîng e. Dema ku em li bandora ziman a li ser nasnameyê dinêrin, em dikarin baştir fêm bikin ku çima terapiya bi zimanê dayikê ewqasî bandordar e. Divê em ji bîr nekin ku zimanê dayikê di heman demê de ji bo derbirîna nasnameyê û têkiliyên çandî rêyek e jî. Ji ber vê yekê, xizmetên terapiya bi zimanê dayikê, dê hem ji bo tenduristiya derûnî ya mirovan û hem jî ji bo yekîtiya civakê bibe alîkar. Di vê pêvajoyê de perwerdehiya terapîstan û piştgiriya siyasî hin ji wan faktorên girîng in.
ÇAVKANÎ
1- Walsh, S. D. (2014). The Bilingual Therapist and Transference to Language: Language use in Therapy and its Relationship to Object Relational Context. Psychoanalytic Dialogues, 24(1), 56–71. https://doi.org/10.1080/10481885.2014.870836
2- Carlson RJ. The mother tongue in psychotherapy. Can J Psychiatry. 1979 Oct;24(6):542-6. doi: 10.1177/070674377902400610. PMID: 487348.
3- https://www.insanadegerpsikoloji.com/gocmenler-icin-anadilde-psikoterapi-kritik-bir-oneme-sahip (nêrîna dawî 28.01.2025)
4- https://ethospsikoloji.com/anadilde-olmayan-terapi (nêrîna dawî 28.01.2025)