25 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm zilamek tayînî midûriyeta jinan kir!

Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê Midûra Polîtîkayên Jinan Mutlu Aymaz şand beşa xizmetên paqijiyê û li şûna wê jî zilamek tayîn kir. Qeyûmê ku Navenda Şêwirê ya Jinan a ÎŞTARê girt, tabelaya navendê daxist

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan di 13ê Çileyê de hatin girtin û qeymeqamê navçeyê Zeyît Şener li şûna wan weke qeyûm hate tayînkirin. Qeyûm Şener weke karê ewil Midûriyeta Polîtîkayên Jinan neçalak kir, Navenda Şêwirê ya Jinan a ÎŞTARê girt û tabelaya wê anî xwarê. Jin di vê midûriyetê de dixebitîn jî şand karê paqijiyê, nihêrîna rêyan, sexbêrkirina kal û pîran û hwd.

Navenda Şêwirê ya Jinan a ÎŞTARê di sala 2014an de dema rêveberiya DBPê de hat vekirin û di sala 2016an de piştî tayînkirina qeyûm hate bêbandorkirin. Karê psîkolog û civaknasan hate bidawîkirin. Piştre jî hate girtin. Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de DEM Partiyê dîsa şaredarî bi dest xist û ev navend di 25ê Mijdarê de dîsa hate vekirin. Du odeyên navendê ji bo hevdîtinan, odeyek ji bo lîstikên zarokan hatibû amadekirin. Li navendê ji bo bilindkirina statûya jinan, ji bo bêhtir tev li qadên aborî, civakî û çandî bên kirin xebat dihatin kirin. Her wiha rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên jinan dihatin vekolandin.

Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Akdenîzê Mutlu Satici têkildarî polîtîkayên qeyûm ji Ajansa Mezopotayayê re axivî.  Mutlu Satici, diyar kir ku ew li qada paqijiyê û xebatkarên din ên jin jî li beşên weke “paqijiya malê, sexbêrkirina kal û pîran” hatine peywirdarkirin. Mutlu Satici, wiha got: “Ev xebatkarên jin ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinan derxistin û li şûna wan zilamek hate tayînkirin. Em 7 jin li wir dixebitîn. Tevek jî kirin xebatkarên paqijiyê. Dê Mala Hewînê ya Jinan a Şaedariyê jî dewrî Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî bikin. Hundirê Midûriyeta Jinan vala kirin. Ji vê armanc ew e ku têkoşîna jinan paşde bixin. Polîtîkayên qeyûm, ji bo tunekirina destkeftiyên jinan e. Divê hemû jin li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê