Pirsa kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li cîhanê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn a etno-polîtîk e. Ji gelek aliyan ve bûye hişkegirêk. Welatê kurdan; Kurdistan di nava çar netewe-dewletan de bi bêbextiyeke mezin hatiye dabeşkirin. Xwestine navê kurd û Kurdistanê ji dîrokê paqij bikin. Îro roj bi saya têkoşîna Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ev pirs bi hemû dijwariya xwe di rojevê de ye. Tevî ku di ser vê dabeşkirinê re 101 sal derbas bûne jî tu hêz nekariye gelê kurd ji holê rake, biqedîne, kok lê biqelîne.
Niha îro roj hêviyeke ji bo çareseriyê derketiye holê. Ev hêvî jî dîsa bi saya ked û xebata Rêber Apo û gelê kurd ê ku bi Rêber û Tevgera xwe re dilsoz e, derketiye holê. Ew peymanên ku çarenûsa vî gelê qedîm ê li Mezopotamyayê xwestin tarî bikin, yek bi yek diherifin, diçin sergoyê dîrokê. Hêsan nebû. Pir êş û azar hatin kişandin. Hîn jî serdest û dagirker me diêşînin. Hîn jî bi ser serê zarok û ciwanên me de bombe dibarînîn. Hîn jî dixwazin me qir bikin.
Avadaniya dewlet û pergala wan giş li ser nemana me hatiye avakirin. Heta îro weke însan li me mêze nekirine. Di çavê wan de em tim weke wan ‘barbarên’ di pirtûka J. M. Coetzee de ne. Ew serdest in û em ne însan in jî. Em ne kêzik û biok bûn jî ji bo wan. Lê dewran siya darê ye. Dewr guherî. Rêber Apo bi fehm û feraseta xwe, bi tevgera xwe gelekî nû çêkir. Paradîgmayake din danî pêşiya mirovahiyê. Civakên ku serdest dixwestin tim şûrkêşên hev û dijminên hev bin, bi hev re kedî kir. Nîşan da ku jiyaneke din mimkûn e.
Çarseriya pirsa kurd wê li Rojhilata Navîn deriyeke nû ji xelkên vê hewzayê re veke. Çareseriya pirseke bi vî rengî wê bandora xwe ji bo çareseriya pirsên etno-polîtîk bibe tecrûbeyeke nû. Çawa ku em ji tecrûbeyên beriya xwe sûd û feydeyê dibînin, ji bi çareseriya vê pirsê gelek cibak û netewe û komên etnîk-polîtîk jî sûdê bigirin. Ji ber hindê em bûne hêvî ji bo bindestan. Ev çareserî bi azwerî û keda Rêber Apo ku pêş keve wê bibe tecrûbeyeke nû ya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Neteweya Demokratîk jî.
Te dî rêgezeke zêrîn a civakî heye, dibêje; rizgariya bi tenê tine. Heqeten bi taybetî jî di rewşa kurd û Kurdistanê de rizgariyeke bi tenê tine. Lê gelo em ê di nav ewqas êrişên dijwar û şerê ku ji bo qirkirina met ê meşandin çareseriyê çawa pêk bînin? Evê pirsê divê em ji xwe bikin. Serê xwe bi bersiva wê biêşînin. Bi hev re nîqaşan bikin. Em bikevin sûretê meselê. Em nehêlin xêrnexwaz bi boyaxa xwe ya reş tabloya me ya Newrozê reşetarî bikin. Em dîsa ji xwe bipirsin; gelo di şert û mercên şer de hêviya çareseriyê çawa dikare bê mezinkirin?
Ji bo em bikaribin di vê sedsalê de bi rûmet û nasnameya xwe, bi çand û hunera xwe hebin, divê em hemû di nava vê pêvajoyê de weke moriyan bixebitin. Ji qeweta xwe zêdetir em bixebitin. Deriyên diyalogê em bidin vekirin, deriyê Îmraliyê em bidin vekirin. Pêşiya siyaseta demokratîl em vekin. Divê em li cîhanê dostên xwe zêde bikin. Sazî û rêxistinên civaka demokratîk divê em xurt bikin. Bi cesareteke mezin lazim e em bi pêşerojê re muhasebeyê bikin. Û gelek karên din ku em bikin hene. Rê çiqas dijwar dibe bila bibe dema ku tu li ser bîsîkletê bî, lazim e tu bi hostatî pedalê bizîvirîne. Ji ber ku dema tu pedalê nezîvirîne, wê bîsîklet biqelibe.