24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Michael Rubin: Divê MÎT wek rêxistinek terorî were naskirin

Akademîsyen Michael Rubin di gotara xwe ya ji bo Hellas Journalê de destnîşan kir ku divê MÎT’a Tirk weke rêxistineke terorîst bê dîtin û got ku endamtiya Dewleta Tirk a li NATOyê divê ji MÎTê re nebe mertalê parastinê.

Akademîsyenê ku li Pentagonê xebat kirî Michael Rubin, li ser Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) ji bo kovara mehane ya Hellas Journal a ku ji bo welatiyên yewnan-emerîkî tê çapkirin, gotarek nivîsî.

Michael Rubin di gotara peywendîdar de diyar kir ku rojnameger Can Dundar di sala 2015an de şandina çekan ji aliyê MÎT a Tirk ji bo endamên rêxistina terorî ya El-Qaîdeyê re belgekiribû û diyar kir ku divê amerîka MÎTê weke rêxistineke terorîst bipejirîne.

Michael Rubin di nivîsê de bal kişand ser binavkirina berê ya Donald Trump a di dema serokatiya xwe ya berê de ya Pasdarên Şoreşa Îranê û Hêza Qudsê ya Îranê wek rêxistinên terorîst ên biyanî û wiha domand: “Şeş sal berê, serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump, Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê û Hêza Qudsê wek rêxistineke terorîst a biyanî bi nav kir. Ev yekem car bû ku DYA bi fermî beşekî hikûmetek din wekî rêxistinek terorîst binav kir. Vê biryarê gelek rexnegirên siyasî û dîplomatîk tirsand. Hinekan cezakirina tevahiya Pasdarên Şoreşê bi xeletî bi nav kir û destnîşankirin ku ji ber tenê komek biçûk operasyonên leşkerî li derveyî welat pêk tîne. Lê Trump, Artêşa Pasdarên Şoreşê bi giştî nirxand û stratejiyeke berfireh a pêkanînê bi cih anî û got, ‘ger hûn bi Artêşa Pasdarên Şoreşê re bazirganiyê bikin, hûn terorîzmê fînanse dikin.’

Vê stratejiyê rê da ku qurbanî ne tenê li dijî Artêşa Pasdarên Şoreşê, herwiha şîrketên ku bi wê re hevkarî kirine jî doz li ser vekin. Li ser vê yekê, şîrketên mezin ên wekî şîrketa otomotîvê ya Fransî PSA (çêkerê Peugeot û Citroën) û Siemens a almanî dev ji bazirganiya bi Îranê re berdan.

Heman nêzîkatî divê ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar be

Divê DYA û Ewropa li hemberî Dewleta Tirk bi mînaka Îranê heman nêzîkatiyê nîşan bidin. Ji ber ku Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) weke rêxistina terorê ya biyanî tevdigere.

Belgeyên têkildarî têkiliya MÎTê ya bi terorê re gelek xur in. Di sala 2015an de Midûrê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar dîmenên ku MÎTê li ser sînorê Sûriyeyê çekan ji komên girêdayî El Qaîdeyê re dişîne, weşand. Demek şûnda rastî hewldana kuştinê hat.

Rayedarên amerîkî di wê baweriyê dene ku MÎT di warê çekdarkirin û rêxistinkirinê de hevkariya DAIŞê kiriye. Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê tespît kirin ku MÎT hewl dide çek û teqemeniyan bigihîne Hemasê. Şopa tiliyên MÎTê jî di gelek planên ku serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo reva ji pêkanînên navneteweyî pêşxistî de têne dîtin.

Xebatên MÎTê yên cîhanî û operasyonên derqanûnî

Hakan Fîdan ku di navbera salên 2010-2023yan de Serokê MÎTê bû, MÎTê kir yek ji hêmanên çalak ên polîtîkaya derve ya Dewleta Tirk. Di vê heyamê de MÎTê mûxalîfên li çar aliyê cîhanê hedef girt û operasyonên revandinê organîze kir. Ji Qirgizistanê heta Kosovayê, ji Malezyayê heta Moldovayê gelek welatiyên Tirkiyeyê bi darê zorê hatin revandin.

MÎTê bi aşkereyî kuştina hevrikên xwe yên siyasî yên li Iraqê ragihand. Tê zanîn ku MÎTê li gelek welatan, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ajanên xwe hene û muxalîfan dişopînin û tacîz dikin. Tê îdîakirin ku di sala 2017an de li Washingtona paytexta Amerîkayê êrîşa li dijî muxalîfên tirk û kurd ên ku Erdogan protesto kirin jî ji aliyê MÎTê ve hatiye organîzekirin.

Rayedarên alman di wê baweriyê dene ku MÎT komên sûc ên li dîasporaya Tirkiyeyê kontrol dike. Herwiha MÎT destekê dide komên terorîst ên li Pakistan, Somalî û Lîbyayê.

Divê endamtiya Tirkiye ya NATOyê, ji MÎTê re nebe mertalê parastinê

MÎTê jî mîna Pasdarên Şoreşê rasterast tev li gelek çalakiyên neqanûnî bûye. Lê endamtiya Tirkiyeyê di NATOyê de divê nebe sedme ku çavên li piştgiriya vê rêxistinê ya ji terorîzma cîhanî re were girtin.

Heta roja me ya îro cîhana Rojava li hember xebatên MÎTê bêdeng ma. Sedema vê jî dibe ku xwesteka xwe ji qeyrana dîplomatîk a bi Tirkiyeyê re dûr bixe. Lê ev nêzîkatî êdî domdar nabe.

Divê Washington, Bruksel û Atîna MÎTê wek rêxistina terorê ya biyanî nas bikin û li ser rêxistinê pêkanînan bisepênin. Ger pêwîst bike divê rêvebirên MÎTê bên girtin an cezakirin. Dem hatiye ku Rojava îstîxbarata Tirkiyeyê wek toreke cîhanî ya terorê nas bike.”