Tirkiye dişewite. Halê pir melûl ê Tirkiyeyê, tenê di şewata otelekê de nîn e. Grafîka nexşeya siyasî, civakî, aborî di nava herifandinekê de ye. Modeleke ji cîhanê cûda ye. Ji destiniya ku Şemsî Tebrîzî destnîşan dike jî cûda ye.
Şemsî Tebrîzî dibêje destînî-çarenûs, tevahiya rê nîşan nade. Tenê “çaryanên, yan jî qoziyên veqetandina riyan nîşan dide. Ji bo vê jî mirov ne “hakimê” jiyanê ye û ne jî rêzan e.” Erdogan xwe ji ser her cûre destniyê re dibîne. Ev “usul ‘l ebed” ya dewşîrmeyan e, di tevahiya dîroka wan de rewşên trajî-komîk hene.
Tirkiyê dişewitê, pirsa vê gotinê jî ev e; kî dikare welatan, bajaran bişewitîne? Neron Roma şewitand, Hîtler welat şewitandin. Erdogan Kurdistanê dişewîtine. Lêkolîner, akademisyen û mirovên serê xwe bi civakan re diêşînin, gotinên Arîsto dubare dikin û dibêjin: “Gelên bedbext ew in ku di aliyê exlakî de têkçûne.”
Malmisanij, di pirtuka li ser Ziya Gokalp de, Prof, Dr. Orhan Turkdogan jî di pirtuka, “Şideta Civakî û Rastiya Tirkiyeyê” de bi dîtineke hevbeş dibêjin: “Li gorî Ziya Gokalp, valahiya kultura li Tirkiyeyê encama Tanzimatêye.” Lê ya balkêş ew e ku kortî, bedbextî, paşverûtî, şecere û sîlsîleya “erozyona kulturî” li Tirkiyeyê bi Ziya Gokalp dest pê dike. Di serdema Erdogan de jî berê vê erîzyonê ber bi Hasan el Benna hate guhertin. Ev zatê muhterem ideologê tevgera civakî ya “şerîatê” ye (1928) . Alîgirên wî jî weke “Îxwan-î Muslîm (Birayên Misilman)” yan jî “cîhadîst” têne naskirin.
Ev sîstemeke “sûper dejenere” ye û li Tirkiyeyê serdest bûye.
Encama vê jî “şîdeta morfolojîk” e, yanî şîdeta heywanî ye û bermahiya paşayên dewşirme ye. Niha jî ev şîdet weke “terora dewletê”, siyaseta “inkar û tunekirinê” tê binavkirin. Ev şîdeta morfolojîk bi kîjan navî dibe bila bibe, metodîk e û bingeha wê Kongeya Îtihat û Terakî ya sala 1912yan e. Dewama wê jî Beyana Amasyayê ya sala 1919yan e. Îro jî bi navê Misak-i Mîlî tê binavkirin û meşandin. Bala xwe bidinê siyaset û şerê Erdoganland: Yek; parçeyên Kurdistanê li Suriye û Iraqê dagir- kirin e. Du; dixwaze Suriye û Iraqê parçe bike û her du parçeyên Kurdistanê bi xwe ve girêbide. Pîkola wan a di êrîşên çekdarî û trafîka wan ya dîplomasiyê vê nîşan dide.
Tevgera Azadiya Kurd, ya ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan, di salên 1970yi de dest pê kir, di 50 salan de him kêmasiyên sosyolojîk, him kêmasiyên felsefîk ji holê rakirin. Di aliyê fikrî, zihnî û fîzîkî de guhertin çêkirin. Tevgerên “hetorojen” di asta “homojen” de mezin kirin; ew ji “heteredoksiyê” derxist, di aliyê sosyo-ekonomîk û sosyo-polîtîk de kirin yek.
Van geşedanan him di çanda gelê kurd de, him di hişmendiya gelê kurd de şoreş çêkir. Rê li ber “biyanîbûna ji xwe” girt. Siyastemedar û rewşenbîrên kurd, di çarçoveya “xwebûnê” de ber bi Hegel, Kant, Niçe, Hebel, Freud û Marx de daf dan. Xwebûn jî bû xwenaskirin û bi felsefe û hişmendiya sosyolojîk danasîn. Çarçoveyeke neteweyî, demokratîk, sosyalîst, şoreşgerî û gerdûnî derxiste holê, Ev wersiyon jî cûdakirina ji xetên revizyonîst û reformîst e.
Ev hemû bi dîsîplîneke xurt hatin pêkanîn. Têkoşîna partî, civak û çekdarî bû bingeha şoreşekê. Ev şoreş, di aliyê şoregeriya gel û şoreşgeriya rewşwnbîrî ve pêşket. Ev şoreş, bi metodolojiya zanistî û nûjen, bi mînakên dîrokî, weke modelekê bi beden û mêjî ye. Abdullah Oclan, vê metodolojiyê weke, “emprizm”, yanî metedolojiya zanistê binav dike. Lewma dîrokê jî weke dayik, yan jî derya hemû zanistan bi nav dike.
Dînamoya şoreşa kurd, paradîgmaya pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan, bandor li cîhanê kir. Mixabin li Tirkiyeyê nekir. Tirkiye jî ji anafora wêraniyê rizgar nebû. Balkêş e , dewleta bi pêşengiya paşeyên dewşirme hate avakirin, di her serdemê de, weke “semenderên” dojehî ku zarokên xwe tune dikin e. Ev mîrateyeke xanedanên Osmanî ye, di fikir û zikrê paşayên dewşir me de bûye nexweşiyeke psîkolojîk. Ev nexweşî di tevahiya bedena dewleta Enqereyê de heye û bûye nexweşiya mêjî û bedena desthilardaran.
Li cîhanê du qirkirinên hovane hene; yek, qirkirina Îndianên ku weke “çermsorik” têne binavkirin e, ya din jî qirkirina paşayên dewşirma ya 6 gelên li Anatolya, Kurdistan, Derya Reş, Ege û Derya spî ye.
Di serdema Reîs-ûl Cumhur Erdogan de, kurdan navê vê qirkina dojehî nerm kirine, dibêjin qirkirina siyasî. Eger sucekî organîze, tecrîd, îzole, qeyum, asimilasyon, qedexe û inkara etnîkî hebe; bi gotina Mehmet Alî Aybar “qesit” hebe, “etnîkî” be, bi “plan” be û bi hêzeke rêxistini ya çekdar û bi pêşengiya desthilatdariyeke siyasî bê kirin, qirkirin e. Bi gotina Jean Paul Sartre, “eger otorîteye fermî biryarê bide”, ev kuştin nabe ya komeke sergerde, dibe qirkirineke rêxistinkirî. Bi gotina nivîskarê “Li Ser Azadiyê” John Stuart Mill, “eger zor û şîddeta siyasî hebe, mafê jiyanê, îrade û hişmendiyê tune bike” ev komkujî ye. Di serdema Reîs-ûl Cumhur de ev kiryar teva di zikhev de têne kirin.
Bi têkbirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re kurdan navê romana Gore Vidal, “Împaratorê Bêbext” li Reîs-ul Cujmhur Erdogan kir. Bi gotineke sivik, “kevir li kaboka xwe xist.” Girafîka têkçûna xwe da dest pê kirin. Bi “teşrîkî mesai” ya bi çeteyên DAIŞê re, grafîka wêrankariyê gihande lûtkeya heri jor. Bi dagirkirina Efrînê re hestî şikand. Di nava kurdan de “hestî şikandin tê wateya tolhildan û doza xwînê. Herî dawî bi armanca pratîzekirina “Misak-i milî”, bi hêzêke “cedîd” û haydûd êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê û Şingalê kir, çekên kimyewî bikaranîn, Bê rawestandin êrîşî Rojava dike.
Ya balkêş, Reîs-ul Cuumhur, ev kiryarên” bê îdrak, “piştî mesaja Birêz Abdullah Ocalan ya di Newroza 2013yan de kirine pratîkê. Ev serdema ku cîhan ber bi modernîteyeke şaristanî ve diçe, Reîs-ul Cumhur Erdogan, berê xwe daye xeşîmtî, paşverûtiyê. Erdogan koletiya serdema feodalîzmê layiqî kurdan dibîne.
Rêber Abdullah Ocalan, di 50 salan de gelê kurd, di dibistana “şaristaniya serdemê” de bi dersên dîroka ji serdema zarokatiyê û heta serdema teknolojiya pêşketî, bi perspektîfên gerdûnî perwerde kiriye. Ev perwerde bû “dara felsefe” ya li Kurdistanê. Kurd dema destana Rustemê Zal, Gilgamêş û Kawa dixwînin, hêza çiyayên Kurdîstanê tînin bîra xwe. Dema Mem û Zînê dixwînin, xewn û xeyalên Ehmedê Xanî tînin bîra xwe. Ji bo vê ye ku êdî li hemberî paşverûtiya siyasî ya bi dek û dolaban, li hemberî “vegotina ûmet” a Misilmantî û gotina “em hemû misilmanin” ku têkbirineke rezîlane, ya mekan û demê tê de heye, şiyar in. Bi şîrovekirina dîroka materyalîst nêzîkî pêşketinan dibin û nirxandinan dikin û dibînin ku tu kiryarên Erdogan, “mûbah-meşrû” nîn in û hêviyan nadin.
Riya aqil yek e; eger dev ji milîtaniya sergerdeyî berdin, çeteyên paramîlîter belav bikin, fetîşa alê û ziman têrk bikin, îdeoljiya yekperest red bikin, mercên Birêz Abdullah Ocalan baş bikin, “mafê hêviyê” bikin pratîkê, bi gotina Misilmanan “munafiqiyên mumînî” terk bikin, kurd dê ji wan bawer bikin. Divê dewleta Enqereyê mînaka Başûrê Efrîkayê referans bigire, demildest Abdullah Ocalan serbest berde. Divê derfetan bide ku bermahiyên dîroka barbarî ji holê bêne rakirin, dawî li kiryarên trajîk bêne anîn. Di dewsa wan de, şoreşa demokratîk were pêkanîn, jiyana bi hev re ya serdemên klasîk ya li Mezopotamyayê di radeya rasteqînî de werê sazkirin. Eger ev nebe, dewleta Enqereyê dê nikaribe xwe ji parçebûnê rigar bike.