Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ev 26 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi paradîgmaya jiyana azad ji bo hemê gelan bûye hûviya azadiyê.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan herî dawî di 22yê çileyê de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Bi hevdîtin û peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re rewşeke erênî derket holê. Piştî daxuyaniya Berdevkê AKPê Omer Çelîk a ku “Trafîka Îmraliyê me rawestandiye” ew rewşa erênî cihê xwe ji fikarên ku gelo dîsa AKP li pey dek û dolaban e re hişt.
Hevseroka MEBYADARê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn pirsên me yên li ser daxwaza gel a azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û pêvajoyê de bersivand.
Ji cotmeha 2024an vir ve bangên ku ji aliyê Devlet Bahçelî ve tên kirin û hevdîtinên ku ji aliyê şandeya DEM Partiyê ve bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re tên kirin di rojevê de ne. Tu hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re tên kirin çawa dinirxînî?
Em hevdîtina bi Sêrokatî re wek gaveke erênî û baş dibînin. Lê dewlet tu gavên şênber navêje, tiştêkî berbiçav ranagihîne ji bo kurdan. Tenê ji bo tunekirina kurdan dibên çekan deynin. Heta niha ji bo kurdan çi danîne holê çi ava kirine? Hê nav li vê pêvajoyê nekirine. Em bixwe bixwe dibên ev pêvajoya aştiyêye, lê hin wan nav li vê pêvajoyê nekiriye.
Lê em bi Serokatî bawerin heta dawiyê em li pey axaftinên wî ne. Serokatî ji destpêkê heta îro hemû salan xwe ji bo aştiyê derbas kiriye. Ev 26 sal in di girtîgehê de ye. 50 sal e têkoşîna xwe ji bo azadiyê, aştiyê, wekheviyê, ji bo statûya kurdan ava bike, dide. Ji bo mafên kurdan di qanûnan de bên naskirin û bingehek ji bo ziman, çand, huner û nasnameya kurdan were avakirin ev têkoşîn tê dayîn. Em jî, Serokatî jî heman tiştî dixwazin. Ne ji bo tenê gelê kurd ji bo hemû gelan dixwazin. Gelê kurd ji hertiştî mehrûm maye. Niha mafên kurdan li tu deverê nehatiye erêkirin. Tu qanûn û bingeh ne hatiye avakirin. Em dixwazin qanûn ji bo kurdan bênavakirin û da ku baweriya kurdan bi wan were. Lê wan heta niha tu bawerî nedaye me.
Devlet Bahçelî di axaftinên xwe de dibêje bila Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bang li PKKê bike ku çek deynin. Tu der barê vê mijarê de çi difikirî?
Ji duh heta îro ew her tim dibêjin em ê kurdan tune bikin, bila çêken xwe deynin. Em jî dixwazin çek werin danîn, xwîn neyê rijandin, zarokên tu kesê nemirin, êdî dayik negirîn. Lê bingehek, gavêk were avêtin ji bo baweriya me werê heta îro tu bawerî ne dane me. Em dixwazin di meclîsê de ne dewletên din meclîsa Tirkiyeyê heye parlamenterê me jî yên wan jî hene. Desthilatdar, mûxalefet, sazî bila rûnin û çareseriyêk bibînin. Baweriyek bidin vî gelî ji bo baweriya me bi dewletê were. Lê îro baweriya me tenê bi Serokatî tê. Ji ber ku dewlet tu gav neavêtiye, tiştî erênî ne gotine. Ji bo vê jî baweriya me tuneye. Ev xapandin e, dixwazin pevajoye xirabikin.
Wek te jî got li aliyek behsa pêvajoyek ku nav lê nekirine dikin li aliyê din li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Gelo di vê rewşê de mirov dikare behsa aştiyê bike?
Êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Li Bendava Tişrînê, zarok, jin, hunermend, şanoger, rojnameger tên kuştin. Li aliyêk qaşo pêvajo hatiyê destpêkirin li aliyê din bi top û balafirên xwe êrîşê kurdan dikin. Wê çawa gav bê avêtin, heta ev şêr neyê sekinandin dagirbest neyê diyarkirin dê çawa aştî dest pê bike. Di sala 1993an de ji aliyê Serokatî agirbest hat îlankirin, lê wan tu gav neavêtin. Dema agirbes ji aliyê herdu aliyan ve were îlankirin û Serokatî azad bibe dê rewş ber bi başbûnê ve biçe. Wan bi xwe bang kir gotin bila Serokatî were Meclîsa Tirkiyeyê biaxive. Ew axaftina wî li ku derê ma? Gerek wê gotina xwe bi cih bînin. Dema Serokatî azad bibe dê karibe zêdetir bandor li civakê bike.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di gelek hevdîtinên xwe yên berê de û di ya dawî de jî behsa malbatên leşkerên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane dike û divê mirov dilê wan malbatan neşikîne. Tu wek dayika 2 şehîdan der barê vê mijarê de çi difikirî û ji bo dilê dayikên leşkeran jî neyê êşandin divê çi bê kirin?
Bi salan e xwîn direjê, xwîn bi xwînê nayê şûştin. Em her tim vê dibêjin. Ji destpêke de me bang dikir me got dayikên leşkeran, polîsan bila bên destê xwe bidin destê me. Em wî şerî li qadê bi hêz û pêşengiya dayikan ji holê rakin. Ji ber ku êşa herî giran dayik dibînin. Kezeba dayikan dişewite. Dibe ku dayikên leşkeran gelek caran aştî xwestine, lê çapameniya alîgir qet cih nade wan. Bi tenê cih didin ên ku dibêjin welat sax be. Bi îknakirina wan dayikan nikarin rastiyê veşêrin. Divê ji wan dayikan re bibêjin ku wan çiqas zilm û zordarî li ser me kurdan dane meşandin. Divê armanca vî şerî bibêjin. Dibêjin şerê di navbera tirkan û kurdan de, lê di rastiyê de ne şerê tirkan û kurdan e. Şer şerê kurdan û Dewleta Tirk e. Tu pirsgirêka kurdan û tirkan tuneye. Pirsgirêk pisgirêka dewletê ye. Tu dewleta me, çêkên me tune ne. Me heta îro tenê bi hêz û têkoşîna xwe li ber xwe daye. Me bedelên giran bi xwîna zarokên xwe daye, bila ev bên dîtin. Bila dewlet bibêje me ziman, çand û hunera wan qedexe kir. Me welatê wan tune kir, kevir li ser kevir nehişt, xwezaya wan tune kirin. Koçber kirin, talan kirin, avêtin girtîgehan. Bila herin ji dayikên polîs û leşkeran re bibêjin me van tiştan hemû anî serê kurdan. Bila bibêjin ew di vî şerê de hatin kuştin. Bila wan îkna bikin û bibêjin ji destpêkê heta niha kurdan bedelên giran dane lê dîsa jî kurd her tim aştiyê dixwazin.
Min birayê xwe wenda kir, min cenazeyê wî jî nedît. Du zarokên min şehîd ketin, du keçên min di nav têkoşînê de ne, kurekî min di girtîgehê de ye. Ez û hevserê xwe du keçên xwe tevî neviyên xwe di girtîgehê de mam. Ew hemû bêdel in, em koçber bûn, tev li wan êşan jî em dibêjin em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku ev êşên ku me kişandiye bila tu dayik nekişînin. Me tiştêkî wan ji wan nexwestiye. Em daxwaziya mafên xwe dikin. Em jî dixwazin wekî hemû mirovan xwedî nasnameya xwe bin. Bila zimanê me ne qedexe be. Em jî wek tevahî mirovan bijîn.
Ji duh heta îro zext li ser kurdan hebûn, dema tu îro lê dinêrî neçar mane ku kurdan muxatap bigirin. Li gor te ji duh heta îro çi guherî ye?
Çima ew tişt tên serê me? Di dema Peyman Lozanê de kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin. Wî wextê serok û pêşengên me kurdan tunebûn. Îro Serokê me pêşengên me hene, rojnameyên me, rojnamegerên me hene her tiştê me heye. Gel zana bûye, xwe naskiriye. Dizane ku ew bedelên heta niha hatine dayîn ji bo çi hatine dayîn. Em dixwazin van tiştan bi dayikên leşkeran bidin qebûlkirin.
Ez bawerim ew jî aştiyê dixwazin. Ma kîjan dayik dixwaze zarokên xwe bişîne leşkeriyê û venegere? Şerekî qirêj tê meşandin, heta niha jî ew bedelên giran hatine dayîn. Em dixwazin bila êdî tu bedel neyên dayîn. Ji hêla me ve heta çareserî çênebe dê ew bedel bên dayîn, em êdî paşve gav navêjin. Bedelê wê çi bibe bila bibe heta çareserî nayê pêşxistin û statûya kurdan neyê avakirin sekna me tune ye. Heta em mafên xwe serbixin û azadiya Serokê xwe bi dest bixin em ê têbikoşin. Em dixwazin Serokatî ji bin wê tecrîdê derbikeve, were azadkirin. Heta ew azad nebe tu kes azad nabe. Azadiya Serokatî azadiya Kurdistanê ye, azadiya Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye.
Bila êdî hesirên çavan bisekinin, rewşa cîhanê xweş bibe. Herkes jî di zanebûna wê de ye ku mimarê aştiyê Serokatî ye. Niha jî dibêjin me dest bi çareseriyê kiriye lê li holê tu çareserî tuneye. Niha jî bi zimanekî tund diaxivin. Dibêjin em ê kurdan tune bikin. Heke ku bixwazin baweriya me bi wan bê divê zimanê xwe baş bikin û me îkna bikin. Em dixwazin şer bê sekinandin û Serokatî azad bibe. Heta dawiyê jî em ê têkoşîna xwe bimeşînin.
Li gor te dê hevdîtina dayikên gerîla û leşkeran dê bandoreke çawa li vê pêvajoyê bike û cihê ku werin gel hev ku ye?
Bi lihevhatina dayikên kurd û tirk dê bibe destpêkek. Dewlet, hikûmeta AKP-MHPê bila dayikên leşker, polîsan û zarokên xwe windakirine û dayikên kurdan ên ku zarokên xwe windakirine bînin meclîsê, bi hevdu re rûnin, hev hembêz bikin û hevdu êfû bikin. Ne bi dilê me ye ku zarokên me bimirin ne jî bi dilê wan e. Em ê hevdu hembêz bikin. Dayik herdem ji aştiyê re amade ne. Çareserî jî bila li meclîsê, bi pêşengiya dayikan were destpêkirin. Bila dayikên leşkeran jî neêşin em jî. Em jî dayik in. Tevî ku em ewqas êşiyan jî em herdem, her gav, her roj derdikevin kolanan û aştiyê dixwazin.
Çima ew naxwazin? Ê ku zor û zehmeti dîtine em in, ê wan bi zilma dewletê çûne. Niha jî zarokên wan diçin Başûr û Rojava êrîşê kurdan dikin. Ew dayik nabêjin zarokên me leşkerên Dewleta Tirk in çi karê wan li wan deran heye. Ji bo diçin Başûr û Rojava? Li zarokên me axa xwe diparêzin. Ji ber ku tu maf ji me re nehiştin loma zarokên me çek girtin, ketin rewşa parastinê. Niha jî di parastina rewa de ne. Bi tenê xwe diparêzin, ew ne evîndarê şer in û kuştinê ne. Heta niha zarokên me tu tiştek nebaş nekirine. Herdem li ser rêya rast bûne û tenê mafên xwe parastine. Em jî li pişt doza wan in û em ê parastina wan bikin. Daxwaziya zarokên me daxwaziya me ye, daxwaziya girtî û şervanan e. Serokatî çi bibêje em li pişt gotina wî ne. Herdem çawa aştî xwestiye niha ji aştî dixwaze. Bi tenê em dixwazin ew bi rêya raya giştî bi awayeke azad her tiştî binê ziman û bila herkes guhdariya wî bike. Wê çaxê dê heq û neheqî derkeve holê. Niha dibêjin ‘kujerê zarokan’ lê em dibînin kî ye kujerê zarokan. Zaroka 6 mehî li Tişrînê kuştin. Herdem komkujiyan dikin. Di salên 90î de digotin PKK komkujiyan dike lê em zanin ne welê bû. Ewqas kuştinan kirin û gotin kujer ne diyar e, her hefte Dayikên Şemiyê rûdinên û bang dikin. Dewletê çi çareserî daniye pêşiya wan? Kujer diyar e lê heta niha kes nehatiye darizandin.
Em wek dayikên kurd dixwazin ku demildest çareserî were avakirin.
Gurbet Tekîn Kî Ye?
Gurbet Tekîn û malbata xwe di 1987an de li dijî pergala cerdevaniyê ji gundê Zonê yê Mêrdînê hatin derxistin. Pêşî diçin li Qoserê bi cih dibin lê ji ber zexta dewletê neçar dimînin ku biçin navenda Mêrdînê. Li Mêrdînê jî rastê heman kiryaran tên. Di sala 1997an de neçar dimîne ku ji Mêrdînê jî derbikeve û berê xwe bide Stenbolê. Gurbet Tekîn zaroka xwe ya nehemîn di rê de tîne dinê. Gurbet Tekîn ji xebatên jinan heta avakirina însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek xebatên partiyê de bi awayeke çalak cih digire. Bi dehan caran tê binçavkirin. Di sala 2011an de hevşaredariya Qoserê dike û di 2012an de tê girtin.