24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrazorê 79 kes hatin binçavkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya operasyona hevbeş a ewlehiyê de li Dêrazorê 79 kesên ku tev li kiryarên têkbirina ewlehiyê bûbûn, hatin binçavkirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyê.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Eewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li dijî bermahiyên rejîma Baasê û çeteyên DAIŞê ya li gundewarên Dêrazorê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di çarçoveya xebatên me yên berdewam ên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmên me û li ser bingeha berpirsyariya me ya nîştimanî ya li hember gelê me û şehîdên me, hêzên me yên hevbeş, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên xwe û Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkriya hêzên Koalîsyona Nevneteweyî li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê ya berfireh kir. 15 roj e operasyon dewam dike.

Operasyon bi armanca şopandina bermahiyên rejîma Baasê û piştgirên wê û jinavbirina şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê ye ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, tevliheviyê çêkin û sivîlan bikujin.

Di encama operasyonan de 79 endamên ku tev li kiryarên têkbirina ewlehiyê bûne, hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin; 8 demançe, 55  çekên kalaşnîkov û 7 hezar û 500 fîşek û 161 cercurên wan, 4  tivingên BKC û 3064 gule, 6  tivingên Brno, 11  tivingên nêçîrê, 8 bombeyên desta, 21 kel û pelên leşkerî.

Ev operasyon li ser bangên gelê me yê li herêmê pêk hat ku tekez kirin ew her cure tundî û terorê napejirînin û girêdayî nirxên aştiya navxweyî, biratî û jiyana hevbeş in.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza berdewamkirina rêya ku şehîdên me bi xwîna xwe ya pak û fedakariya xwe vekiriye, nû dikin. Em soz didin gelê xwe ku ji bo parastina destkeftiyên xwe yên nîştimanî û pêkanîna ewlekarî û aştiyê, çi ji destê me bê bikin.”