24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şeredariya Cizîrê civîna xwe bi gel re li dar xist

Şeredariya Cizîrê civîna Meclisa Şaredariyê di nav gel de li dar xist. Hevşeredar Guler Tunç û Abdurrahîm Durmuş diyar kirin ku ew rêveberiyeke bi gel re esas digrin û bi vê mebestê civîna xwe di nav gel de pêk anîne.

Şeredariya Cizîrê ya civîna meclisê ya meha sibatê di nav gel de li dar xist. Civîn li Kolana Hunerê ya navçeyê hat lidarxistin. Hevşeredarên Cizîrê Guler Tunç û Abdurrahîm Durmuş, endamên meclisê beşdar bûn. Welatiyên Cizîrê jî beşdarî civînê bûn.

‘Em ê şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin’

Di civînê de ewil hevşeredar Abdurrahîm Durmuş axivî û bi lêv kir ku ew rêveberiyeke bi gel re esas digrin û wiha got: “Ji bo sepaneke demokratîk û şefaf me xwest civîneke bi vî rengî li darbixe. Divê biryarên ku tên standin beyî gel neyên girtin. Rêveberiyên herêmî ji aliyê çend kesan vê nabe. Ji ber wê jî divê rêveberineke bi hev re bê kirin û gelê herême jî di nav de cih bigre. Piştî civînê jî em ê pêşniyar û rexneyên gelê xwe guhdar bikin.”

Hevşeredar Guler Tunç jî anî ziman ku wan soz dabû ku şeredariyê bi gel re rêvebibin û ev yek anî ziman: “Qeyûman texrîbateke mezin dan. Lê em vê yekê nakin hincet. Em ê bi gelê xwe re tevî zor û zahmetiyan jî rêvebibin. Ji ber wê mabestê ji bo em fikrên gelê xwe jî bistînin vê civîna resmî di nav gelê xwe de digrinê û em ê pêşniyarên gelê xwe guhdar bikin.”

Piştî axaftinan civîna meclisê pêk hat. Di civînê de rapor hatin xwendin û tomarkirin. Piştî xwendin û tomarkirina raporan welatiyên tev li civînê bûn jî pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman. Welatiyan her wiha kêfxweşiya xwe ya ji bo civîna vekirî jî anîn ziman. Piştî pêşniyar û rexneyên gel civîn bi dawî bû.