26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Desthilat hêviyê nade

Dema em li rewşa heyî binêrin, derdikeve holê ku pêvajo hêj di merhaleya yekemîn de ye. Desthilat ji ber ku îradeya çareseriyê zelal nîşan nade û pênaseya pirsgirêkê xelet dike pêvajo derbasî merhaleya duyem nabe.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 22yê çileyê de hevdîtina xwe ya duyemîn pêk anî. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek kurt bi raya giştî re hate parvekirin. Ji bilî vê daxuyaniyê rayedarên DEM Partiyê hinek agahî bi çapemeniyê re parve kirin. Ji van agahiyên hatine dayîn tê famkirin ku Rêberê PKKê birêz Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyeke nû ya çareserkirina pirsgirêka kurd di nav hewldaneke xurt de ye û amadekariyeke baş kiriye. Lê li aliyê din, ji kozika desthilatê tu daxuyanî yan jî nirxandin nehatin kirin. Tenê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de carek din diyar ku ew dixwaza birêz Abdullah Ocalan bangewaziyê bike. Ji vê rewşê diyar dibe ku desthilat hêj tam ne amade ye.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk di daxuyaniyeke xwe de, li ser pirseke rojnamegeran diyar kir ku ‘Trafîka Îmraliyê qediyaye’. Şandeyê piştî hevdîtina duyem anîbû ziman ku ew li bendê ne hevdîtina sêyem jî bikin. Lê Çelîk dixwaze bêje ku êdî hevdîtin çênabin. Çima çênabin? Li gorî Çelîk hemû tişt hatiye gotin. Tenê ew li bendê ne ku birêz Abdullah Ocalan bang li PKKê bike û PKK jî aşkere bike ku dev ji şerê çekdarî berdidin. Tenê ne ew jî, bêje ‘ez xwe tasfiye dikim’. Lê ev nêzîkatî ji kîjan aliyî ve were girtin, di dest de dimîne. Hêj li holê tiştek tune behsa mijara ku di dawiyê de were nîqaşkirin dikin. Desthilat li şûna gavên şênber bavêje, tenê daxwaza xwe tîne ziman. Pêvajo yek alî nabe.

Di çareserkirina pirsgirêkên wekî ya kurd de pêvajo di sê xalan de dikarin werin nirxandin:

1-Avakirina nîqaşa pêvajoyê: Di vê merhaleyê de ji bo pirsgirêk were çareserkirin nirxandin têne kirin, zemîna pênasekirina pirsgirêkê tê avakirin. Aliyên pirsgirêkê helwest û nêzîkatiya xwe diyar dikin. Heya niha birêz Abdullah Ocalan, tevgera siyasî ya kurd û tevgera azadiya Kurdistanê helwesta xwe diyar kirine. Lê desthilat hêj bi zelalî niyeta xwe aşkere nekiriye. Bi pênaseyên berê nêzîkî pêvajoyê dibe. Heke pêvajoyeke nû be, divê nêzîkatiya nû jî were aşkerekirin. Ji bo çareserkirina mayînde ev merhale pir girîng e. Heke nêzîkatî şaş be, feraset şaş be û hesabên yekalî werin kirin pêvajo destpê nake. Di rewşa heyî de ji ber helwesta desthilatê merhaleyên din jî dest pê nakin.

2-Diyarkirina Nexşerêyê: Merhaleya duyemîn diyarkirina nexşerêyê ye. Divê di vê merhaleyê de pêdivî û rêza pêkanîna hewcedariyan werin diyarkirin. Ji bo pêvajo bi silametî pêş bikeve çi hewce be tê nîqaşkirin. Mijarên wekî mekanîzmaya şopandinê, gavên werin avêtin, bangewaziyên werin kirin di vê merhaleyê de têne nîqaşkirin û diyarkirin. Di encama vê merhaleyê de pêwîst e hemû pêdivî hatibin tespîtkirin û rêbaza çareserkirina pirsgirêkê diyar bibe.

3-Pêvajoya Pratîzekirina Çareseriyê: Di vê pêvajoyê de êdî divê li gorî nexşeriyê gav werin avêtin. Di vê pêvajoyê de dibe ku gelek zehmetî rû bidin. Ji bo wê jî pêwîst e her du merhaleyên pêşî baş werin nirxandin.

Dema em li rewşa heyî binêrin, derdikeve holê ku pêvajo hêj di merhaleya yekemîn de ye. Desthilat ji ber ku îradeya çareseriyê zelal nîşan nade û pênaseya pirsgirêkê xelet dike pêvajo derbasî merhaleya duyem nabe. Desthilat û dewlet dixwazin bi zêdekirina tundiyê bidin nîşandan ku ew dikarin bi fizîkî aliyê din tune bikin. Çapemeniya alîgir jî di vê ferasetê de ye. Li gorî wan “dewlet dikare her tiştî bike, lê heke tevgera azadiya Kurdistanê radestbûnê qebûl bike, wê demê gavên werin avêtin dikarin werin nîqaşkirin.” Berî her tiştî ji bo pirsgirêk çareser bibe, divê herdu alî hev qebûl bikin. Jixwe heke aliyek têk biçe hewceyî pêvajoyeke wisa jî nake. Bi rastî heke dewletê dikaribûya PKKê tesfiye bike qet hewcedarî bi tiştekî wiha nedidît. Bahçelî jî nediket nav hewldaneke wisa. Hemû geşedan didin xuyakirin ku dewlet di şerê hemberî PKKê de bi ser neketiye. Her çiqasî rayedarên desthilatê û çapemeniya wisa bide nîşan dan jî rastî ne wisa ye.

Dewlet ji aliyekî ve hevdîtina dide kirin ji aliyê din jî operasyonên qirkirinê didomîne. Hem zimanê bi kar tîne hem jî pratîka wê ne ya pêşxistina demokrasiyê ye. Desthilat bi operasyonên siyasî û leşkerî dixwaze qewet û kudretbûna xwe nîşan bide. Mixabin heke bi vî awayî çareserî pêş ketibûna hewcedarî bi ewqas liv û tevgerê tune bû. Di serî de divê desthilat dev ji vê stratejî û van polîtîkayan berde.

Ji aliyên din ve li hemberî nêzîkatiya desthilata AKP-MHPê gelek derdor tînin ziman ku ew mijûlahiyê dike û dixwaze kurdan bixapîne. Kurd di rewşeke wisa de nayên xapandin. Bi qasî xuya dike hemû aktorên ku li ser navê kurdan tevdigerin haya wan ji geşedanan heye. Li gorî rewşê pozîsyon jî digirin. Li Rojava ligel ku xeteke parastinê hatiye avakirin, xebatên dîplomasiyê xurt têne meşandin. Li Bakur sazî û dezgeh beyî ku bikevin bendewariyê xebatên xwe dimeşînîn. Heke mirov li nivîskar û siyasetmedarên desthilatê binêre, li gorî wan tu çareya kurdan nema ye. Lê heke bi tevahî li rewşê binêre dê were dîtin ku kurd xwedî avantajên mezin in.

Kî çi bêje çawa bêje, niha yê li pêş kurd in. Dibe ku ev hevdîtin bi neyînî jî bi encam bibin lê di vê demê de bihîstina dengê birêz Abdullah Ocalan hem ji bo kurdan hem ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn deskeftiyek mezin e. Ya duyem jî derdorên herî faşîst û nijadperest jî muxatabiya birêz Abdullah Ocalan qebûl kirin. Kurdan, sazî û dezgehên kurdan moral girtin. Hevdîtina bi birêz Ocalan re bi tena serê xwe ji bo kurdan serkeftineke.

Kurt û kurmancî desthilat hêviyê nade ku çareseriyeke mayînde pêş bixe. Desthilat hêj bi hesabê hilbijartin û domandina desthilata xwe tevdigere. Ev jî astengiyên herî mezin ên pêşxistina pêvajoyeke nû ne. Bi fikarên partî û şexsî pirsgirêkên netew û gelan nikarin werin çareserkirin. Heke desthilat erênî nêzî vê rewşê bibe beyî bedelên zêdetir werin dayîn dê pirsgirêk çareser bibe. Heke wisa nebe jî kurd dê li çareya serê xwe binêrin.