26 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSDê der barê teqîna li Minbicê de daxuyanî da

HSDê teqîna li Minbicê şermezar kir û daxuyand ku bûyerên teqandinê, şerê navxweyî, teror, tevlihevî û fitne, beşeke kiryarên komên çete yên girêdayî Dewleta Tirk a dagirker e.

Navenda Ragihandinê ya HSDê têkildarî teqîna ku vê sibehê li bajarê Minbicê yê dagirkirî pêk hatibû, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) teqîna terorî ya ku vê sibehê li bajarê Minbicê pêk hatibû, şermezar dike. Hêzên me teqez dikin ku danîna teqemaniyan, şerê navxweyî, teror, tevlihevî û fitne beşeke sereke ya kiryarên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ne. Ev kiryar stratejiyeke sabit a wan koman e. Ew kom bi rêya kiryarên bi vî rengî dixwazin şêniyan bitirsînin û li ber xwepêşandanên wan ên li dijî rewşa xirab a li Minbicê û pirsgirêkên dizî, talankirin û destdirêjiyê ku dikin, bigirin.

Hêzên me di aşkerakirina sûcdaran de xwedî ezmûneke mezin e. Hêzên me ezmûnên xwe yên lêkolîn û lêpirsînê pêşkêşî rêveberiya Şamê dikin da ku aliyên rasteqîn ên sûcdar ên li pey van teqînan aşkera bikin, her wiha kesên hewl didin bêyî delîlan û bi tawanbarkirina hêzên me bi van sûcan, kiryarên xwe veşêrin, werin aşkerakirin.”