24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çandiniya li rojavayê Kurdistanê

Di jiyana civaka herêma rojavayê Kurdistanê çandinî roleke sereke dilîze, hem ji bo debara jiyana xwe, hem jî ji bo çalakiyên aboriyî. Emê di vê gotara xwe de çandiniyê li gorî bajar û navçeyên vê herêmê bidin nasîn.

Rojavayê Kurdistanê ew parçayê herî biçûk ji her çar parçeyên Kurdistanê ye, ji hêla tixûbê xwe ve ji aliyê bakur ve bakurê Kurdistanê, ji aliyê rojhilat ve başûrê Kurdistanê, û ji aliyê rojava û başûr ve bi Sûriyeyê re cîran e. Ji xwe rojavayê Kurdistanê weke her sê parçeyên Kurdistanê yên din bi xak û berhemdariya xakê ve gelekî dewlemend e, gelek cureyên şînatî, dar, û zeviyan li vê herêmê tên dîtin. Di jiyana civaka herêma rojavayê Kurdistanê çandinî roleke sereke dilîze, hem ji bo debara jiyana xwe, hem jî ji bo çalakiyên aboriyî. Emê di vê gotara xwe de çandiniyê li gorî bajar û navçeyên vê herêmê bidin nasîn.

Girîngtirîn berhemên çandiniyê li rojavayê Kurdistanê:

Genim: Yek ji berhemên çandiniyê yên sereke li rojavayê Kurdistanê ye, genim hem bejî û hem jî avî tê çandin. Li hemû herêmên rojavayê Kurdistanê tê çandin bi taybet li Qamişlo, Hesîçe û Kobanê.

Ceh: Ji hêla rûberên çandiniyê ve piştî genim tê, bi piranî bejî ye. Li herêmên ku berhemdariya xakê kême, tê çandin.

Dexlûdan: Piranî bejî tê çandin û girêdayî baranê ye, ji ber vê yekê cudahiya berhemên wê ji salekê heta saleke din heye.

Garis: Berhemeke havînî û avî ye û bi piranî li herêma cizîr û kobaniyê tê çandin.

Nîsk: Li Amûdê, Hesîçe û Şehbayê tê çandin.

Nok: Piranî li herêma Dêrîkê tê çandin.

Sebze: Bi piranî bi rengê avî tê çandin û li gund û derdora bajaran tên çandin.

Sebzeyên ku li rojavayê Kurdistanê çêdibin: Bacan, xiyar, pîvaz, kundir, bamî, bexdenûs, zebeş û hwd, tên çandin û piraniya cureyên sebze di werza zivistanê de di bin odeyên naylonî de tên çandin. Mîna: Xiyar, bacan, îsot û firengî di werza zivistanê de ji bin odeyên naylonî tên xwarin.

Darên mêweyan: Di milê çandiniya daran de rojavayê Kurdistanê gelekî ne navdar e. Weke tê zanîn tenê herêma Efrînê bi rakirina berhemdariya daran dewlemend e. Ew jî wiha ye:

Zeytûn: Ji hêla pêşesaziyê ve gelekî bisûde û bi piranî li herêma Efrînê tê çandin û ev herêm gelekî navdar e bi çandiniya darên zeytûnan. Ji zeytûnan zeyt çêdibe û ji bo herêmên din ên rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re tê veguhestin. Herwiha di milê pîşesaziyê de jî zeyt berhemeke sereke ye û ji bermahiyên zeytûnan sabûn û gelek tiştên din çêdibin herwiha zeyt û zeytûn li herêma Efrînê pir jê tê bidestxistin û salane bi hejmar û rêjeyên pir tê mezaxtin li herêmê û li herêmên din jî tên veguhestin û mezaxtin.

Mêwe: Li herêma Cizîrê, rûberên wê belav dibin û li Efrînê jî tên çandin û li herêma Kobaniyê jî bi rûberên pir kêm tên çandin.

-Hin cureyên wê: Mînak: Hinar, gûz, hirmî, hejîr, mişmiş lê ew têra mezaxtina xwe nakin.

Fûl: Di werza zivistanê de, bi rûberên teng tên çandin. Piranî li herêma Cizîrê tê çandin.

Berhemên pîşesaziyê: Ev berhemên çandiniyê di pîşesaziyê de tên bikaranîn û sûd ji wan tê girtin.

Pembo: Di pîşesaziyê de yek ji berhemên çandiniyê yên bingehîne. Ew berhemeke avî ye û di werza havînê de tê çandin. Herwiha pêwîstiya wê bi germahî û ava pir heye. Ji aliyê rêsandin û tevnandinê pembo tev li pîşesaziyê dibe. Weke: Ta, cil û berg..hwd û gelek sûd jê tê wergirtin. Herwiha sûd ji tovê pembo jî tê wergirtin û bermahiyên wê ji bo êmê sewal û ji gelek lawiran re tê bikaranîn û bisûd e. Piraniya berhemên wê ji herêma Serê Kaniyê, Dirbêsî û Amûdê tên.

Silka şekir: Di çandiniyê de yek ji berhemên herî girîng e. Ew li rojavayê Kurdistanê, di derxistina şekir de berhema yekem e. Herwiha di çêkirina hevîrtirşa ku di çêkirina nan de hêmaneke sereke ye tê bikaranîn. Herêma ku herî zêde lê tê çandin, herêma Cizîrê ye.

Jixwe herêma rojavayê Kurdistanê ji hêla çandinî û lawirvaniyê ve pir navdar û dewlemend e û weke her sê parçayên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat) çandinî roleke sereke di xak û jiyana wê de dilîze û xwedî xakeke berhemdar û pir bi nirx e û her wiha pêwîste gelê vê herêmê xak û zeviyên xwe di hemû cureyên şînatî û keskahiyan de fireh bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê