Dewleta Tirk êrîşî welatiyan dike. Di 8ê çileyê de dema karwanji bo parastina Bendava Tişrînê bi rê ketin balafirên şer ên Dewleta Tirk li ambulansê xist û ajorê ambûlansê kuştin. Di wê êrîşê de bi giştî 5 kes mirin û 17 kes birîndar bûn. Dîsa di 15ê çileyê de karwana ku diçû Bendava Tişrîne bombe kir. Dîsa ambulans bombe kir. 2 jê ajokarên ambulansê bi giştî 5 kes mirin û 19 kes birîndar bûn. Piştre di 18ê çile de balafirên şer li ser bendavê vê carê li welatiyan xist û 4 kes kuştin û 40 kes birîndar kirin. Piştî wê balafirên şer 3 caran li nava bajêr bombe barandin. Di 28ê çileyê de li bajarê Sirrînê xistin û 12 welatî kuştin û 13 welatî birîndar kirin. Di 29ê çile de jî li Kobanê xistin. Balafirên şer ên Dewleta Tirk heta niha 26 welatî kuştin û 146 welatî birîndar kirin.
Dewleta Tirk 5 ambulans bombe kir
Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Firatê Ahmet Mahmûd anî ziman ku ambûlansên wan nikarin biçin birîndaran bînin û wiha got: “Dema ambûlansên me derdikevin rê, bi SÎHAyan wan bombe dikin. Bi taybet ambûlansan bombe dikin. Heta niha 5 ambulansên me bombe kirin. Herî dawî ambulansa me li ser bendavê bombe kirin û şewitandin. Wêne û dîmenê vê yekê jî heye. Carekê dema ambulans ji bendavê derket û birîndar dianîn Kobanê balafirên şer ambulans bombe kirin. Bi giştî 5 ambûlans bombe kirin û 3 ajokarên me kuştin. Dema birîndar dibirin nexweşxaneyê êrîşî ambulansê kirin.”
Hemû ambulansên me bombe kirin
Ahmed Mahmûd, li ser armanca êrîşên li dijî welatiyan jî rawestiya û wiha axivî: “Dixwazin li ser welatiyan tirsekê ava bikin. Ji bo welatî nikaribin karê xwe bikin û welatê xwe terk bikin êrîş dikin. Gelê Sirrînê tev ereb in. Ereban jî bombe dikin. Dixwazin herêmê tevî vala bikin û li vir bi cih bibin.”
Ahmet Mahmûd der barê derfetên nexweşxaneyê û xizmeta tenduristiyê jî agahî dan û wiha berdewam kir: “Em li gorî derfetên heyî dibin bersiv. Dewleta Tirk hemû ambulansên me bombe kirin û ambulansên me neman. Piştî wê em niha birîndaran bi maşîneyên sivîlan dibîn û tînin. Welatî bi maşîneyên xwe birîndaran tînin nexweşxaneyê û em wan li nexweşxaneyê derman dikin. Em hin caran birîndaran dişînin bajarên Reqqa û Tebqayê. Dîsa em di milê derman de jî tengasiyan dijîn. Dema birîndar zêde tên, em nikarin bibin bersiva hemûyan. Em bi zorê derman temîn dikin. Hemû rê hatine girtin. Berê derman ji milê Helebê ji me re dihat. Lê niha ew rê tev qut bûn. Niha bajar di bin dorpêçê de ye. Bi taybet di milê derman de em zahmetiyên pir mezin dijîn.”
Ahmed Mahmûd bal kişand ser nêzîkatiya NYê jî û got: “Me gelek caran di daxuyaniyan de bang li hêzên Neteweyên Yekbûyî kir. Lê tev bêdeng dimînin. Em dixwazin helwestê nişan bidin. Me hemû dîmen û video ji NYê re şand. Lê heta niha bêdeng in. Em ji saziyên tenduristiyê û NYê dixwazin ku dengê me bibihîzin û bibin bersiva dengê me. Em dixwazin careke din Dewleta Tirk ambulansên me û navendên tenduristiyê nekin hedefa xwe. Ev êrîşên li ser ambulansan sûcê şer e. Divê dadgeh li wan kesan bên vekirin. Lê tev bêdeng in.”