Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rapora xwe ya sala 2024an weşand, li gor parporê, li ser asta cîhanê 60 hezar kesan derbarê binpêkirina mafên xwe de doz vekirine. Li gorî heman raporê di sala 2024an de herî zêde li dijî Tirkiyeyê doz hatine vekirin û ew doz jî 21 hezar û 631’in.
Di rapora dadgehê de hate gotin ku piştî Tirkiyê herî zêde li dijî Rûsya û Ukraynayê doz hatine vekirin ku 8 hezar û 150 kes welatiyê Rûsî û 7 hezar û 700 kes jî welatiyên Ukraynayê ne.