Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa PYDê yên bajarê Helebê bi boneya nêzîkbûna salvegera 26an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku 15ê sibata 1999an bi revandina wî encam da, daxuyaniyeke hevbeş dan.
Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed û hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Nenan Cafer ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de berxwedana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li hemberî pergala îşkence û qirkirinê hat silavkirin û wiha hat gotin: “Komploya gerdûnî ya roja reş a di şexsê Rêbertî de, hevkariya hêzên mezin a bi siyasetên qirêj ên Osmaniya nû piştrast dike. Armanca wan ew e ku Osmaniyên Nû razî bikin û wan bi hegemonyaya yekqutbî ve bikişînin.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku israr û biryardariya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan zêdetir dibe û ev tişt hat gotin: “Em dê bêwestan çalakiyên xwe berdewam bikin da ku dengê xwe bighînin CPTyê, civata navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan.”
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û rawestandina êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina meşa azadiyê ya jinan destwerdanê bikin.