Modela rojavayê Kurdistanê li seran serê Sûriyeyê pêk were ji hemû pergalan baştir e. Di pêşerojê de ev modela rojavayê Kurdistanê li Rojhilata Navîn dê pêk were. Pêl bi pêl li hemû cîhanê belav bibe.
Di şerê cîhanê yê duyem de Rûsya li dijî faşîzmê bi ser ket. Tesîra wê li her dera cîhanê belav bû. Rojhilata Navîn bi xwe ve girêda û dewletên Baas ava kir. Di 2003yan de Baasa Iraqê ji aliyê DYA ve hat xistin. Baasa Suriyeyê di 8ê kanûna 2024an de piştî lihevkirinek navneteweyî, serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad li şûna xwe serokwezîr hişt û hikûmet dewrî serokê HTŞê El Colanî kir. DYAyê çawa ku demdirêjî Talîbanê ji bo desthilatdariya Afganistanê radestê wan kir, li Suriyeyê jî heman tişt pêk hat. 13 salan şerê li Sûriyeyê berdewam kir. Bajarê Idlibê radestî HTŞê kirin. Hiştin ku li wir hikûmetek ava bikin. Ev hikûmet ji bo azmûnê başe.Tu kesekî texmîn nekir desthilatiya partiya Baas ewqas zû bikeve. HTŞ niha nerm nêzîk dibe heta xwe hêz kir û hemû der hilda bin kontrola xwe ew dem şerê nû dest pê bike.
Di vir de jî hat xuyakirin dibe tu caran pişta xwe bi hêzek derve ve girê nedî. Putîn û Trump li ser şerê Ukrayna yê îhtîmala mezin li hev kirine, agirbestek were çêkirin, di encamê de şer bidin sekinandin. Berdêla wê alîkariya dida rejîma Sûriyeyê bide sekinandin. Îranê jî derbeya Fîlîstîn û Lubnanê xwar xwe paş ve kişand Beşar Esad tenê maye. Pratîka her partiyên Baasê de hat xuyakirin ku bi zilm û zorê civak nayê rêvebirin. Piştgiriyên derve û valatiyên cîhanê de heta demekê dikare ser hikûm bimîne lê dawî ketine.
Niha DYA, Ewropa ketine dorê derin cem El Colanî. Berê terorîst didîtin ser serê wî deh milyon dolar danîbûn. Çi hat guhertin, Colanî paqij nîşan didin. Demê Colanî Iraqê dikeve zindanê wê demê amade dikin ji bo rojek wiha. HTŞ rêxistinek DYAyê ye. Rêya van rêxistinên terorîst ve civakan didin terbiye kirin. Tirs û xofê dikin nav civakan. HTŞ ew hêza wê Sûriyeyê rêve bibe nîne. Bikaribe hemû hilde bin kontrola xwe ew dem mîna Afganistanê dê rejîmek şerîatê ava bikin. Niha hêza wan nîne wekî hemû hildin bin kontrola xwe dawiya komkujiya nayê. Tenê yê wan hevsengekê de modêla niha rojavayê Kurdistan de dikare bike. Suriye ne Afganistan e wî şiklê birêvebirinê qebûl nake.
Li rojavayê Kurdistanê tenê kurd jiyan nakin ereb, asurî-suryanî, ermenî û olên îslam, elewî, êzîdî, xiristiyan di nav aramiyekê de jiyan dikin. Ev 12 sal e li wir pergalek hatiye rûniştandin. Ev modela demokrasiyê ye ji bo Rojhilata Navîn giştiye. Fitne û fesadî tunebe gel nav aramiyekê de jiyan dikin. Dewleta Tirk dixweze demografya rojavayê Kurdistanê biguherîne. Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn û Şahbayê dagir kiriye. Kurdan ji warên wan kirine û ereban li şûna wan bi cîh kirine. Niha jî dixwazin Kobanê dagir bikin. Li hemberî van kiryarên Dewleta Tirk cîhan bêdeng e. Amerîka çima bêdeng dimîne? Pêşiya yekitiya kurdan mala Barzanî û partiyên ku di rêya wan de diçin xizmeta dagirkeran dikin. ENKS niha di bin kontrola Dewleta Tirk de ye. Li hemberî TEV-DEMê tê bikaranîn. Ev derfet carek dinê bi destê kurdan nakeve. Heke vê carê jî ji dest biçe dibe sed salên din ev derfet nekeve destê kurdan. Divê ENKS dest ji van şaşiyan berde, hemû rêxistinên rojavayê Kurdistanê yekîtiya xwe çê bikin yek şande herin Şamê. Tiştê paşê werin qisadan mirov neyne pêşiya raya giştî. Niha li Rojava xweserî heye hilbijartin tên li darxistin. Di sindoqan de kîjan partiyê çiqas deng girtibe hêza wan ewqas e. Xwe bawerin yê rêya demokrasiyê digirin. Yên ku pişta xwe bidin dagirkerên Kurdistanê para wan tenê cehşîtî ye. Pêşmergêyên Roj li Azerbeycanê li hemberî ermeniyan, li başurê Kurdistanê li hemberî gerîla, li Lîbya li hemberî alîgirên Qadafî şer kirin. Serbazê diravî ye. Dewlet mûçeyê wan dide berê wan bide kuderê mecburîn herin wir.
Li Sûriyeyê de wekî aramiyek ku were çêkirin divê modela rojavayê Kurdistanê esas were girtin. Sîstemek konfederal her gel, ol û mezheb cîhê xwe de xweser jiyan bike. Merkezî Şamê ve were girêdan. Sîstema konfederal de pirsgirêka tixuba tune ye. Kîjan gel li ku derê be xweser jiyan bikin. Li Sûriyeyê erebên sunî, erebê elewî, kurd, durzî dibin çar parçe. Her parçeyek nav xwe de federale navenda Şamê ve demê hat girêdan dibe konfederal. Numîne kurdên ku di nav ereban de jiyan dikin hene. Li Helebê taxên Şêx Mexsûd û Eşrefiyeyê, li Şamê taxên Ruknedîn, Zorava piranî kurd in. Ew der cîhên kurdan e. Kurdên xweser jiyan bike. Rêvebirina van taxan ji aliyê meclisa gel û şaredariya taxê ve were rêvebirin.
Li Rojava asayîş heye dibe karên xwe berdewam bike. Artêşa Rojava HSD encamê hevdîtinên Şamê de were diyar kirin. Dibe hêza gel biparêze hebe. Cîhanê de çi zîndì heye sîstemek wan parastinê heye. Li hemberî êrîşan dibê kurdên Rojava xwe biparêzin. Ev dem de zagon jî kêrî tiştekî nayên. Dema esker dest dide ser hemû tiştî zagon diçin ser sergo. Rojên awarte de amadekarî tunebe mirov ber lêhiyê dihere. Ji bo wê jî artêşa rojavayê Kurdistanê garantiya azadiya kurdan e. Pêşerojê çi biqewime ne diyar e. Kurtayî modela rojavayê Kurdistanê li seran serê Sûriyeyê pêk bînin ji hemûyan baştir e. Di pêşerojê de ev modela rojavayê Kurdistanê li Rojhilata Navîn dê pêk were. Pêl bi pêl li hemû cîhanê belav bibe. Rojavayê Kurdistanê de ev model bûye çirûskek û dê belavî hemû cîhanê dibe.