Dad û tenduristî du têgehên ku hevdu temam dikin in. Lê dema ku têgeheke din derdikeve holê û xwe daxilî nava herdu têgehan dike rengê dîtbariyê tê guhertin û dîtbari di nava şert û mercên taybet de xwe dike esmanekî cuda. Dad mîna hevsengiyê, aliyekî wê heqîqet û aliyekê wê jî exlaq e. Tenduristî jî xwedî hevsengiyeke ku ji çend xalan pêk tê û heman xal mîna honandinekê pêdivîtiya jîndariyê ne.
Dijminahî di xwezaya mirovan de tune ye. Piştre daxilê jiyana mirovan bûye. Hema daxilîbûn di pey re bûye mîna rêbazeke hêzê û bi karanîna hêzê jî dijwarî û zalimî bi xwe re aniye. Ev wêneyê dijminahiyê jî, ku kesên dijminên hevdu ne di xwe de maf dibînin ku her pêkanînê, bi her rengî, bi dijberê xwe bikin û vê pêkanînê jî ji xwe re maf dibînin. Çi bi dijberên wî tê ne xema kiryardar e, zalimî serdest dibe.
Ji ber ku di zalimiyê de exlaq, empati yan jî tevger û ramanên li ser parastin û liberçavgirtina kesên li hember nîn e. Ji bo ku dijber têk biçe her kiryar, bêexlaqiyê û hemû rêbazên êrîşê ji xwe re maf dibîne û di kiryarên xwe de; xalekê tenê difikire ku ew jî bi serketin e û ji bo serketinê her rêbazê ji xwe re maf dibîne.
Lê çi dibe bila be; mirovahiyê bi tecrubeyên ku ji mirovahiyê re bûne zêdek, mîna erênîkirineke hevpar kirine mijarên ku divê her kes lê baldar bin, heman baldarî ji xwe re kirine nirxên ku divê di jiyana mirovan de serdest bin, heman baldarî kirine rêzikname yan jî kirine qanûn û urf û adetên ku di nava têkilî û jiyana rojane de mîna serîlêdanên alîkar tên bikaranîn. Mîna parastina civaka sivîl, mîna di şer de jî divê, xweza, zarok, kal, pîr, jin û binesaziyên civakê bên parastin û tevgerên li dijî heman cureyan; mîna sûcê dij mirovahiyê tên nirxandin.
Divê mirov hinek pirsan bipirse ku kesên cîranê hevdu, kesên ji dînê hevdu, kesên di talî û tirşiyê de ji hevdu re bûne alîkar! Rojek berê; dost, xwişk û bira, lê rojek derbas dibe, dibin dijminê hevdu û hevdu talan dikin, dişelînin. Hevdu qir dikin û naxwazin ku dijber mafên xwe yên mirovahiyê bijîn. Lê ku heman bûyer were serê kesên ku îro hêzdar in û di qelsiya sibehê de heman rehmê, heman nêzîkbûnên mirovahiyê ji xwe re dixwazin. Ev durûtî ye. Lê bes dad û tenduristî durûtiyê ranagire û divê mirov û mirovahî ji vê durûtiyê dûr bisekine yan jî vê durûtiyê biterikîne.
Di salên 1970-1980yan de qaşo çepgir û rastgiran bi hevdu re şer dikirin û ji hevdu mirov dikuştin, bêhtir çepgir bi alîkariya saziyên dewlet û mafyayê dihatin kuştin. Lê di encamê de derbe çêbû, Kenan Evren ê faşist bû desthilatdar û di roja derbeyê de tevahiya bûyer û tevlihevî mîna benê bi kêrê hatî jêkirin qut bûn, êdî bûyer qediyabûn. Derket holê ku derbekaran heman çalakî li ser navê dijberan bi kar anine û bi rengekî dualî ew berî hevdu dane. Îro heman alî di refekê de dibin yek û di nijadperestiya li dij kurdan de çi ji destên wan tê dikin. Benîştê devê wan dibêjin pirsgirêka kurd lê tu pirsgirêka kurd nîn e! Pirsgirêka ku li serê kurdan bûye bela heye û ew jî ji bo kurdan tune bike, ji aliyê Dewleta Tirk û aligîrên wê ve; di mertaliyê de, di taldeyê de, di fen û fûtan de, li pitş perdeyê mandelebûn a kurdan e. Ji bo ku heman xwestek û armanca xwe pêk bînin; ji tu rêbazan bi şûnde namînin. Lîstik, xapandin û tevahî rêbaz.
Ji yên ku diketin tora heman xapandinê re dibêjim ku gelo kîjan xwestek û armanca we ji mirov û kesan hêjatir bû ku we ciwan û kesên aqilmend dikuştin? Ew tiştên ku we wê rojê diparastin gelo heman hincetên we bi ku derê ve çûn ku îro li ber pirsgirêka ku we li serê kurdan kiriye bela, hûn bûne yek? Divê bê zanîn ku ji bo tendurşstî û dadeke yekhev an jî hevsengiya di jiyanê de rast bê jiyîn, divê vîneke azad hebe ku beyî tevlihevî û bêyî lîstokan jiyaneke aram pêkan bibe.
Seyid Evdilqadir kurê Şêx Ubeydulah (ku ew bi xwe serokê serhildanê ye) di heman demê de serokê dewleta Osmanî şûra ye, endamê Meclisî Mebusan û serokê Komeleya Parastina Kurd e! Mustafa Kemal wî dixapîne û dibêje “Têlê bişîne ji Lozanê re û bibêje ku me mafê xwe girtiye.” Wê demê Şerîf Paşa û Nubar Paşa li konferansa Parîsê li ser nexşeya Kurdistan û Ermenistanê li hevdu kirîbûn. Piştî ku di Lozanê de navê kurd û Kurdistanê winda bû û pê ve; serhildana Şêx Seîd kirin hincet û Şêx Evdilqadir û kurê wî girtin anîn li hember mizgefta mezin ku dîndar jê re dibêjin Haremî Şerîf a Pêncemin, berê kurê wî li pêş çavên wî daliqandin û di pey re ew daliqandin. Ji ber ku dadeke neheq û bêwijdan e dixwazin ku pêşiyê derdê kezebê bibîne û pey re wî darve bikin. Çiqasî li ber rayedaran digere ku dibêje “Ez serokê Dewletî Osmanî Şûra û nizanim çi me, lê tu kesan gotinên wî li ber çavan negirtibû. Ji ber ku kar û peywira ku wî hilgirtibû ser milên xwe pêk anîbû û karê dewletê bi wî qediyabû.
Tenduristî tiştekî ber bi çav e û di durûtiyê de sererast nayê jiyîn. Mêzîna dadê berbiçav e û ew jî di durûtiyê de sererast nayê jiyîn, ji ber ku encama biryarên dadê jî berbiçav in û bandorê li jiyana rojane dike.