24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şewata Vartînîsê bû belgefîlm!

Alî Guler

Piştî 30 salan doza Vartînîsê bê encam betal dibe di rûpêlên dîrokê de. Heyanî niha di vê warî gelek nûçe, bername û rapor hatin amadekirin. Lê cara yekemîn derbarê wê de belgefîmek hat çêkirin. Belgefîlma Vartînîsê bi dimenên arşîv û hevpeyvînan pêk tê. Bi her awayî bûyer û agahiyên veşartî bi rêya sînemayê tîne ser perdeya spî û nîşanî me dide

Çend meh berê belgefîlmek derheqê şewata sala 1993an a bi mirina 9 kesî hatibû pêkanîn bi navê ‘Vartînîs’ hat çêkirin û nîşandan.

Di belgefîlmê de şahîdê bûyeran û hiqûqnas behsa şewata mala M. Nasir Ogut, helwesta artêşa tirk a li dijî kurdan û nêzîkbûna rayadarên dewletê tê kirin.

Vartînîs gundêkî girêdayî Têlî ya bajarê Muşê ye. Gund, di 3yê cotmeha sala 1993yan ji aliyê artêşa tirk ve hat şewitandin. Di encama vê şêwatê de ji heman malbatê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê şewata Vartînîsê 32 sal derbas bû. Heya niha di vê mijarê de gelek nûçe, bername û rapor hatin amadekirin .

Lê cara yekemîn belgefîlmek bi vî awayî hat çêkirin.  Derhêneriya belgefîlma Vartînîsê jî ji aliyê Omer Bîçer ve hatiye kirin. Belgefîlm bi giştî 56 deqîqe ne û ji hevpeyvîn, dîmenên gundê Vartînîsê, arşîvên berê yê ji dozê û ji kirinên artêşa tirk ên li heremê pêk tê.

Di belgefîlmê de parlamenterê Partiya Demê ê Muşê Sirri Sakik, parêzer Eren Keskîn, şaredarê wê demê yê Vartînîsê Bakî Duygu jî di nav de jî gelek gundî, xizm û şahîdên bûyerê diaxivin û behsa wan rojan dikin. A herî girîng jî hest û lêgerîna edaletê ya endama malbatê ya ku sax filîtibû Eyşe Ogut e.

Di belgefîlmê de tenê behsa bûyerê nayê kirin, di heman demê de pêvajoya dozê, helwesta dozger û dadgehan jî bi awayekî zelal tê nîşandan.

Em di rojên gelek girîng û germ de derbas dibin. Ji bo çaresariya pirsgirêka kurd nîqaş, gengeşe û hevdîtin tên kirin. Di raya giştî de hêvî û bendewariyeke mezin heye. Lê ji aliyê din ve jî pirsên bêbersiv jî di hişê mirovan de zindî ne. Gelo ev pêvajo dê çawa berdewam bike? Dewleta Tirk dê ji kurdan lêborîne bixwaze yan na? Ji ber ku heya niha li dijî kurdan sucên pir giran pêk hatin. Gund hatin şewitandin, bi hezaran kesên bêguneh hatin qetilkirin û girtin. Dîsa bi milyonan mirov ji cîh û warên xwe hatin mişextkirin. Ev bi giştî bilançoya salên 1990î ne.

Gelo di vî warî edalet dê pêk bê? Ew kesên ku bi navê dewletê ev sûc pêk anîn dê bên darizandin? Tam di vê derê de belgefîlmê ‘Vartînîs’ê bi awayekî zelal behsa şewatandina gundan û vê pêvajoyê dike.

Belgefîlm bi dîmenên bermahiyên ji mala M. Nasir Ogut mane dest pê dike. Wênêyên berê yên zarok û malbatê, qûşxane, tebaq û kevçiyan… 9 endamê malbatê li avahiyê  jiyana dest dabûn, tenê çend tişt di  dawiyê de mane. Niha ev xanî wek muzeyê tê parastin.

Bi van dîmen û muzîkeke xemgîn mirovan hildide bin bandora xwe. Di berdewamiyê de şahîd û niştecihên gund behsa şewatê dikin.

Hinceta şewata gund, ji neçarbûna serleşkerê Albay Bulent Karaoglu, a li ber gerîlayên PKKê tê. Ji xwe rojekê berê wê di pevçûnekê de leşkerek tê kuştin. Albay Karaglu jî dibêje; “Ez ê vî gundî bişewitînim”

Roja din di nivê şevê de gundê Vartînîsê ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Di encama şewitandinê de M.Nasir Ogut, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevîm Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şîrîn Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut ve Cinal Ogut bi giştî 9 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest didin. Ji wê rojê şûnve jiyana gundiyan tê guhertin. Ev 32 sal in êş, xemgînî serwer e li ser gundiyan.

Jixwe ev gotinên xizmê Nasir Remzi Ogut jî balkeş in: “Em diçûn nava daristanan, ber avan. Em gelek kêfxweş bûn. Me ji xwe re gok dileyist. Lê piştî şewatê li gund êdî top nehat listîn. Me dev ji listika topê berda.”

Dîsa ji bilî dema bûyerê di dema pêvajoya dozê de jî di belgefîlmê de tê destirtin.?????? Eren Keskîn û parêzerên dozê jî helwesta dewletê li a derbarê Vartînîsê tînin zimên. Derhêner di belgefilmî de cîhekî berfireh ji dimenên arşivê û dozê re veqetandiye. Albay Bulent Karaoglu di dîmenan de gelek rihet e û henekên xwe bi parêzer û gundiyan dike. Ev yek dibe mijara niqaşê jî.

Piştî 30 salan doza Vartînîsê bê encam dikeve rûpêlên dîrokê.

Belgefîlma Vartînîsê bi dimenên arşîv û hevpeyvînan pêk tê.

Berhemeke lêkolînerî û agahiyê ye. Bi her awayê bûyer û agahiyên veşartî bi rêya sînemayê tîne ser perdeya spî û nîşanî me dide.

Di warê kamera û pevxistinê de jî xebateke gelek serketî ye. Di vê demê de bûyerên wek Vartînîs û yên din li Kurdistanê divê zêdetir bi rêya belgefîlman bên nîşandan.

Fîlm li Amedê hat nîşandan. Demên pêş jî dê li Almanya, Hollanda û gelek welatan bi nîşandanên taybet bê temaşekirin.