Li hemû cihanê piştî gulê kulîlka ku herî zêde balê dikişîne kulîlka lotosê anku nîlûper e. Nîlûper di nav ava şêlû anku qirêj de şîn dibe. Lê tu carî nahêle ku pelên xwe qirêj bibin. Herku baran dibare bi peşkên baranê rûyê pelên xwe paqij dike. Ji ber ku kulîlka nilûperê xwe di nav qirêjê de paqij dihêle wateya rûhê paqij lê hatiye barkirin. Herwiha di baweriyên mîtraîzm, hindûîzm û bûdîzmê de jî temsiliyeta xwebûnê îfade dike. Li Misirê tê wateya jidayikbûna jinûve. Li gor hinek baweriyan xwedî wateyeke pîroz e.
5 rengên kulîlka nilûperê yên wek şîn, sor, pembe, spî û mor hene.
Di baweriya mîtra û hemû baweriyên kurdan ên ku li dû mîtrayîtiyê hatine de jî kulîlka nîlûper wek sembol hatiye bikaranîn. Jinsalarî yan jî dayiksalarî ya mêhrî-mîtrayî bi gula nîlûperê tê pênasekirin û pelên wê û rengê wê weke hêmaya jinan hatiye dîtin.
Li welatê Misirê jî kulîlka nîlûperê tê dîtin û di demên kevn de rêz li nîlûperê girtine û li der û dîwarên kolandî yên nîgarkirî de di destê şah û keyan de tê dîtin. Gelek efsane û çîrok li ser vê mijarê hene. Ya herî berbelav ji van li Misira Kevnar pêk tê. Li gor gotinan, nîlûpera şîn yekitiya Misira jêr û jor pênase dike.
Li gor efsaneyan, Misra Kevn di destpêkê de li nav tariyê bû û li Nîlê aloziyeke mezin hebû. Vê aloziyê heta ku kulîlka nîlûperê şîn bû berdewam kir. Heta wê gavê her tişt tarî bû, bi hatina meha biharê re bi bandora şînbûna nîlûperê her der ronî bû. Piştî şînbûna nîlûperê ya bi tavê re êdî jiyan xweştir û geştîr bû. Ji ber vê yekê jî kûlîlka nîlûperê wek kulîlka Xwedayê Tavê hat pênasekirin.
Di nav gihayan de kûlîkeke bi vî rengê heye. Gelo di nav jiyanê de yên ku tevî hemû pîsiyan xwe diparêzin û jiyanê ronî dikin kî ne? Bêguman ev jin bi xwe ne. Mînaka vê yekê ya ku hemû jiyan li ber çavên xwe dît û ji gotegotan wêdetir rastiya jiyanê ye têkoşîna ku jinên kurd di Şoreşa Rojava de dan e.
Wek tê zanîn çeteyên DAIŞê di 2014an de êrîşên xwe yên heyî yên li ser gelan bi taybetî jî li ser jin û civaka êzidî zêde kirin. Netewdewletên ku ji bo berjewendiyên xwe êrîşên hovane temaşe dikirin, têkoşîna ku di pêşengiya jinan de dihat dayîn ji nedîtî ve dihatin.
Lê jinên ku li Rojhilata Navîn tune dihatin hesibandin û tu mafên wan tunebûn wek kûlîlkên nîlûperê hem nehiştin ku ew qirêj bibin hem jî derdora xwe ronî kirin. Bi vê têkoşîna ku wan dayî di 26ê çileya 2015an de çeteyên DAIŞê li Kobanê hatin têkbirin. Têkoşîna ku bi pêşengiya jinan ji aliyê gel ve hatiye dayîn piştre ji gelek jinan re bû çavkaniya berxwedanê û li hemû cihanê bû mînaka berxwedêriyê.
Piştî vê serketinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke li ser rêzgirtina cudahiyên neteweyan hat avakirin. Mixabin ev destketî hê jî ji aliyê dijminên ronahiyê ve hedef tên girtin. Lê nîlûperên vê erdnîgariyê bi hêza xwe tu carî destûr nadin ku tarîtî li ser wan serwer bibe. Ew nîlûper bi hêza ku ji ROJa xwe digirin li Rojilata Navîn dibin pêşengên serdemeke nû.