Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Wanê têkildarî girtina endamê Desteya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr, li ber Edliyeya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Parastin heta niha bêdeng nebûye, ji niha pê ve jî bêdeng nabe” berzkirin.
Hevseroka OHDê Ekîn Yeter, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, hevserokên OHDa Wanê Mehtap Işik û Mûrat Ozçîçek û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê OHDa Wanê Mûrat Ozçîçek metna daxuyaniyê xwend û got: “Girtina Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Stenbolê û endamê OHDê Firat Epozdemîr hedefgirtin û bêrûmetkirina parastinê û pîşeya parêzeriyê ye.” Mûrat Ozçîçek, destnîşan kir ku hempîşeyê wan Firat Epozdemîr ji ber axaftina xwe ya di civîneke navneteweyî de hatiye sucdarkirin û bi pratîkeke ku darizandina adilane hatiye binpêkirin, hatiye girtin. Mûrat Ozçîçek, diyar kir ku bi vê yekê dixwazin parastinê bêdeng bikin û got: “Tevlibûna Firat Epozdemîr a civînên navneteweyî, alîkariyên hiqûqî yên di çarçoveya pîşeya xwe de kirine û bi îdîayên neşênber weke sûc hatine dîtin. Em careke din bibîrtînin ku divê demokrasî bê parastin û pêşxistin û ji bo baweriya gel ya darizandinê careke din bê mîsogerkirin divê nirxên gerdûnê bên parastin. Cihê ku parêzer ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî zext û gefan tên, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em careke din girtina hempîşeyê xwe Firat Epozdemîr şermezar dikin û em ê li dijî hedefgirtina parastinê tekoşîna xwe bilind bikin.”
Mûrat Ozçîçek, bang li rayedar û parêzeran kir û ev tişt got: “Em bang li rayedaran jî dikin ku li gorî mafên mirovan ên gerdûnî tevbigerin. Divê hemû baro û parêzer jî li dijî hewldanên bêdengkirina parastinê dengê xwe bilind bikin. Hempîşeyê me demildest berdin û kesên biryara girtina wî dan darizînin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.
Dîlok
Şaxa OHDa Dîlokê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û bertek nîşanî girtina Epozdemîr da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê, nûnerên DEM Partî û DBPê yên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hate berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Şaxa OHDê Yûsûf Kartal ve hate xwendin.
Kartal, got ku îktîdarê daraz veguherandiye amûra zextê û got ku di encama vê polîtîkayê de hempîşeyê wan hatiye girtin.