Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re zadî, ji pirsgirêka Kurd re çaresriya siyasî” di 21ê çileye de meşa dirêj dest pê kir. Meşê li Fransayê dest pê kir. Dê 15ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi dawî bibin. Meşa Dirêj ku weke temsîlkirina 26 salên dîlgirtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest pe kir, dê 26 bajaran, 26 rojan û bi 26 beşdarvanan heta 15ê Sibate bidome.
Hevseroka Federasyona Bakurê Almanyayê FED-DEMê Sabahat Ergîn diyar kir ku Meşa Dirêj a di çarçoveya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 21ê çile de li bajarê Lorient ê Fransayê hatiye destpêkirin û wiha got: “Armanca vê meşê, azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Em bi vê meşa dirêj dixwazin xwe bigînin her kesî. Em dixwazin deng û daxwazên xwe bigînin her kesî û ji bo azadiya mirovahiyê daxwazên xwe bînin ziman.”
Sabahat Ergîn da zanîn ku îsal bi minasebeta 26emîn salên dîlgirtina Abdullah Ocalan meş li Fransayê dest pê dike û got: “Gelê kurd û gelên Ewropa 26 sal in meşên girseyî li dar dixin. Lê meşa îsal cûda ye. Ji ber ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê xwestin. Meşa îsal bi beşdariya 26 kesan dest pê kiriye. Dê meş heta 15ê sibatê li Starsbûrê bi meşeke girseyî bi dawî bibe. Li Almanyayê jî dê ciwanên kurd û dostên kurdan di 10ê sibatê de dest bi meşê bikin û heta 15ê sibatê meşa xwe berdewam bikin. Dê milê Fransa û Almanyayê li Starsbûrê bigêjin hev û azadiya fiziki ya Rêber Apo bixwazin. Dê bixwazin tecrîd bi dawî bibe. Dê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bixwazin.”
Sabahat Ergîn bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha axivî: “Ev êrîşên li Rojava ne tenê li ser gelê kurd, li ser hemû gelên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên. Ev êrîş li ser hemû jinên li ber xwe didin pêk tên. Êrîşek dijwar li ser fikr û bedena jinê tê kirin. Desthilata Dewleta Tirk dixwaze li Rojava mirovahiyê bifetisîne. Em dibêjin Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Dixwazin li vir destkeftî û serkeftina jinê têk bibe. Jin û ciwanên kurd li vir têkoşînek mezin dide. Gel, dibêje em hene û em ê hebin. Ev ji bo me gelek girîn e. Êrîşên li ser Rojava tunekirina jinê, tunekirina mirovahiyê ye. Divê em li Ewropayê van êrîşan bidin xuyakirin û têkoşîna jinên kurd li cîhanê bidin naskirin. Êrîşên DAIŞê û Tirkiyeyê li dijî gelê kurd û jina azad e. Em bang li hemû mirovhaiyê dikin kut ev li ve meşê bibin û li dijî tunekirinê bibin deng.
Dixwazin gel birçî û tî bihêlin
Sabahat Ergîn bibîr xist ku dê di meşê de balê bikişînin ser komkujiyên li Bakur û Rojava û êrîşên li ser Bakur û Rojava û wiha berdewam kir: “Ev komkujiya ku li ser gelê kurd tê kirin, bi destê Dewleta Tirk pêk tê. Îro êrîşî çavkaniyên jiyanê yên wekî av û depoyên genim dikin. Dixwazin gel birçî û tî bihêlin. Komkujî tên kirin. Em wekî gelê li Ewropa li dijî vê yekê rojane çalakiyan li dar dixin. Ev komkujî bi destê dewleta tirk pêk tê. Em dixwazin gelê ewropa jî hişyar bikin ku li dijî van komkujiyan bêdeng nemînin. Gelê kurd bi salan rastî komkujyan tê. Lê êdî gelê kurd ne gelê berê ye. Êdî hişyar û zane bûye. Xwe bi rêxistin kiriye. Li dijî van êrîşan bêdeng namînin. Ev meş ji bo şikandina tecrîdê, pêşxistina demokrasiyê û çareseriyê ye. Gelê kurd êdî dixwaze bi têkoşîn, rêxistinbûn û çalakiyên xwe rê li pêşiya tecrîd û komkujiyê bigire û rêya azadiyê veke. Dixwaze bi demokrasî û dîplomasiya xwe ji bo hemû gelên cîhanê demokrasî û çareseriyê bîne. Ev meş li dijî komkujiyê ji bo hemû gelê cîhanê ye.”