24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Saît Zambak piştî 30 salan hat berdan

Saît Zambak ku piştî 30 salan hat berdan wiha got: “30 salên min bi têkoşînê derbas bûn. Ez serbilind û serfirazim.”

Saît Zambak (52) ku di sala 1995an de li Balikesîrê hat binçavkirin, birin Erziromê û hat girtin. Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ cezayê muebbetê da Saît Zambak. Saît Zambak, piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan.

Saît Zambak, ji hêla endamên malbata xwe, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE – TUHAYDER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat pêşwazîkirin.

Saît Zambak, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Piştî 30 salan hatim berdan. Vegotina vê hestê zor e. Ruhê mirovên ji jiyanê hez dikin û têkoşeran, her tim ciwan dibe. 30 sal ên min ên di girtîgehê de bi têkoşînê derbas bûn. Lewma serbilind û serfiraz im. Hestên pir cuda dijîm. Rewşa hevalên min ên li hundir jî baş e, li ber xwe didin.”

Saît Zambak, tevî malbata xwe ber bi navçeya Soke ya Aydinê ve bi rê ket.