19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê em têkoşîna hevpar bikin’

Siyasetmedaran bertek nîşanî êrîşên ser ESP, SKM û SGDFê dan û li dijî êrîşan banga têkoşîna hevpar kirin.

Endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî di nav de bi giştî 34 kes hatibûn girtin. Têkildarî girtinan, li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî hate dayin. Nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrîş li ser me tevan e, têkoşîn bi hev re” hate hilgirtin.

Banga têkoşîna hevpar

Cîgira Hevserokê Giştî ya ESPê Sezîn Uçar diyar kir ku endam û rêveberên partiyê ji ber xebatên partiyê hatine girtin û got: “Divê em li dijî êrîşên rejîmê bibin yek. Bi sala ye li dijî ESPê êrîş tên kirin. Di salên dawî de ev êrîş zêdetir bûne. Êrîşên ser Rojava, Çapemeniya Azad, Baroya Stenbolê û hwd. parçeyeke vê konseptê ne. Li rexekî li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin û li rexa din jî ev êrîş tên kirin. Heke em li dij dernekevin dê bi êrîşên mezintir re rû bi rû bimînin. Em mecbûrin pergala sermayeyê ya mêrserdest têk bibin.”

Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî jî got ku divê li dijî êrîşan mil bi mil têbikoşin û bal kişand ser êrîşên di demên dawî de. Çepnî, anî ziman ku divê li dijî êrîşan têkoşîneke yekgirtî were dayin û got: “Heke ESP û sosyalîst bêdeng bibin, dê bi milyonan karker bêdeng bimînin.”

Endama MYKa SGDFê Sînem Çelebî jî got ku li dijî ciwanan êrîşeke berfireh heye û xwest her kes li dijî van êrîşan dengê xwe derxîne. Hevseroka Giştî ya BEKSAVê Canan Kaplan jî bertek nîşanî girtin, binçavkirin û serdegirtina partî û saziyan da.

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê û Berdevka SODAPê Kezban Konukçu jî anî ziman ku dê êrîşên îktîdarê bidomin û xwest her kes li dijî van êrîşan bibe yek.

Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû jî diyar kir ku îktîdar ji têkoşîna hevpar a tevgerên sosyalîst û Kurdan ditirse û got: “Lewma divê em xwedî li pêvajoyê derkevin. Heke em yekitiya gelan biparêzin dê xwe li ser pêyan bigirin. Divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin.”