Dewleta Tirk şevê din gundê Um Hermelê yê bajaroka Zirganê ya Kobanê bombebaran kir. Li gorî nûçeya ANHAyê; di encama bombebaranê de yek jê zarok bi giştî 3 kes hatin qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Navên kesên hatine qetilkirin ev in: “Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok)”
Navên birîndaran wiha ne: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo û Sîham Deham El Siyad.