5 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şehîdên me rûmeta me ya mirovahî û neteweyî ne

Asya Weşûkanî

Divê mirov zanibe bê kengî û li ku derê canê xwe feda bike. Fedayîtî tiştekî pîroz e, lê pêwîst e bi zanebûn be. Rêber Apo vê mijarê wiha dinirxîne: “Hewce ye ku şoreşger canê xwe hêdî hêdî weke mûman ji bo gelê xwe bihelînin û rêya wan ronî bikin.”

Şehîd nirxên şoreşê yên herî giranbiha û pîroz in, derbarê vê yekê de nirxandineke wiha ya binirx a Rêber Apo heye: “Şehîd pêşengên şoreşê ne, nirxên me yên herî pîroz û giranbiha ne. Partiya me partiya şehîdan e.”

Bi berhema keda şehîdan têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêş ket û gihişte roja îro. Ji şehîdê yekem heval û sosyalîstê mezin Hakî Karer heta qehremanê ciwan Rojger Hêlîn û şêrejina kurd Asya Alî çelengên giranbiha yên ji bo welat û azadiyê canê xwe bexşandin û ketin rêza pêşengên pîroz. Şehîdên canfeda di serî de li ser şopa pêşeng ên weke Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmûş, Sara Dêrsim û li ser şopa bi hezaran qehremanên mîna wan meşiyan û bûn sozdarên wan. Qehreman û canfedayên gelê kurd soza xwe pêk anîn û ber bi serkeftinê ve meşiyan. Weke em tev jî dizanin felsefeya Rêber Apo ew e ku bi her şehadetekê re gaveke mezin ber bi serkeftinê ve hatiye avêtin.

Her kes dizane ku di çand û felsefeya Rêber Apo de watedayîneke pir cuda ji şehîdan re hatiye dayîn. Rêbertî her hewl daye ku piştî şehadeta her hevalekê/î biryar daye ku pêngaveke xurtir ber bi serketinê ve biavêje û tola wan qehremanan rake. Ji xwendina ezmûnên Tevgera Azadiyê her kes fêr bû ku soza ji pakrewanan re ew e ku li ser şopa wan têkoşîn bê xurtkirin û tola wan bê rakirin. Dema ku hevalê Hakî Karer bi destê çeteyên Stêrka Sor hat şehîdkirin, Rêber Apo biryar da ku Partiya Karkerên Kurdistanê ava bike. Ew biryar ket meriyetê, tola hevalê Hakî wiha hat rakirin û partî hat avakirin. Rêbertî pir girêdayî bîranîn û soza şehîdan e. Li hemû cîhanê nêzîkatiya ji şehîdan re pir cuda ye, lê di nav Tevgera Azadiyê de hîn cudatir e û xwedî wateyeke pir kûr e.

Em şagirtên Rêber Apo li ser wê çandê dimeşin. Me soz daye şehîdên xwe. Em li ser şopa wan lehengan têdikoşîn û tola wan radikin. Girêdana me ya bi şehîdan re jî teqez ew e em mebest û armancên wan ên pîroz pêk bînin û li keda wan xwedî derkevin. Girêdana me ya bi şehîdan re bi awayê ku em bibin şopdarên wan û tola wan ji dijmin û xayînan rakin tê zanîn. Helbet şopdariya şehîdan ew e ku mirov têkoşîna wan berdewam bike; sekn, rêxistinbûn û hevaltiya wan ji xwe re bike mînak û kesayeta xwe li gor wê ava bike.

Şehîdên şoreşê li ser şopa Rêber Apo têkoşîneke bêhempa meşandin. Her tim sozdarên Rêbertî gel û welat bûn. Şehîdên qehreman heta henaseya xwe ya dawiyê li ser xeta Rêber Apo meşiyan, bi ked, têkoşîn û berxwedaneke binirx, îradeyeke pir mezin nişan dan. Şehîd ew in ên ku xwîna xwe ji bo mebest û armanca welatekî azad û jiyaneke b rûmet feda kirine, heta henaseya xwe ya dawiyê li ber xwe dane.

Şehîdên şoreşê bi wêrekî û qehremanî têkoşiyan, bi bîr û bawerî berê xwe dan mirinê û mirin veguherandin jiyaneke bêdawî. Şehîdên rûmeta gelan ji bo pêşeroja gelê xwe canê xwe feda kirin, meydan li dijmin xwendin. Dema ku çûn jî li paş xwe nezivirin, bi hemû hêza xwe şer kirin û gihiştin karwanên pakrewanên pîroz.

Şehîd ronahiya rêya şoreşê ne, pêşengên doza gelên azadîxwaz in. Civak bi wan serbilind e û her sonda wan a bi navê şehîdan pîroz e. Şehîd rûmeta gelan e û taca serê wan in. Wan şêrejin û mêrxasan xwe bi rext û fîşengan pêçandin, berê xwe dan mirinê û bi rûkenî gotin: “Berxwedan jiyan e.”

Şehîd ji gelan re mûm û find in, rêya civakan ronî dikin, wan dibin serketinê. Rêber Apo dibêje ku “Her dema ku hevalek şehîd dikeve, weke parçeyek ji canê min diçe. Divê hûn zanibin canê we jî ne milkê we ye. Canê we milkê şoreşê û gel e. Pêwîst e hûn demdirêj bijîn û tola gelê xwe ya bi salan ji dijmin rakin.”

Divê mirov zanibe bê kengî û li ku derê canê xwe feda bike. Fedayîtî tiştekî pîroz e, lê pêwîst e bi zanebûn be. Rêber Apo vê mijarê wiha dinirxîne: “Hewce ye ku şoreşger canê xwe hêdî hêdî weke mûman ji bo gelê xwe bihelînin û rêya wan ronî bikin.” Em jî weke hêzên YPJ ê û HSDê her roj şehîdan li ser xaka Rojava didin û em bi wan serbilind in. Ji ber ku dijminê me yê faşîst û xwînxwar warê şoreşê ji xwe re kiriye hedef û êrîş dike wisa lê hatiye ku em bi rojan e şehîdan didin.

Em di nav cengeke giran de ne û em azadiyê dixwazin. Ji ber wê bê şehîd nabe, lê divê şehadeta me jî di cih û dema xwe de be. Em li ser şopa wan şehîdên qehreman soza xwe nû dikin û dibêjin, heta serkeftinê em têkoşînê bidomînin. Em dubare dibêjin, “Me bi şehîdan dest pê kir, em ê bi şehîdan bi ser kevin.”  A din jî pêwîst e em xwe bi rastiya şehîdan re bi helînin û bikin yek.

Şehîd fermandarên me yên manewî ne û di bin raya wan de, em ber bi heqîqetê ve dimeşin. Bi şehadeta her hevalekê/î em wan winda dikin birîneke nû di dilê me de vedibe û me diêşîne. Herwiha bi her şehadetekê re jî bawerî û vîna me bi hêztir dibe. Tevgera me tevgera şehîdan e û girêdana me ya bi şehîdan re dibe sedema hê mezinkirina berxwedan û têkoşînê.