5 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk li Ranyayê 4 welatî qetil kir

Dewleta Tirk li Ranya ya bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê, wesayîteke sivîlan bombebaran kir û 4 kes qetil kirin

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên Tirk li Ranyayê wesayîteke sivîlan hedef girt. Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 4 kes, şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bûye. Her wiha di saetên nîvro de jî balafirên şer ên Tirk, li bajarokê Dinarte yê girêdayî navçeya Akrê ya bajarê Duhokê êrîşeke hewayî pêk anîbû û du kesên hevjînên hev, şehîd kirin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku di sala 2024’an de, di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan de herî kêm 33 kes hatin qetilkirin û 19 kes jî birîndar bûn. Bexda û Hewlêr jî li dijî êrîşên dewleta Tirk û sûcên wî yên şer, hîn jî bêdeng in.