Piştî ku rêveberiya Afganistanê di 15e tebaxa 2021ê de ket destên Talîbanê, hedefa yekem jin bûn. Talîban sê sal in li welat jinan ji jiyana perwerdeyê heta hunerê dûr dixe. Herî dawî ragihandibû ku dê li ber pencereyên deverên ku jin herî zêde bi kar tînin, wek mitbax û hewş, dîwar bên çêkirin. Talîbana ku hewl dide civakê bi qedexe û zextan bi girtina jinan di malan de bifetisîne û heps bike, niha li bajarê Ghorê rojnamegerên jin bi hinceta ku ‘gel tehrîk dikin’ qedexe kir ku di qada medyayê de kar bikin. Qedexeyên Talîbanê li gorî herêman diguherin. Beriya niha jî li li hinek herêman heman qedexe hatibûn ragihandin. Li hinek herêman di qada giştî de axaftina jinan jî qedexe ye. Jinên ku bertek nîşanî biryarê dan, diyar kirin ku biryarên Talîbanê yên bi vî rengî pir komîk dibînin.
Yek ji rojnamegera li Ghorê Nafisa Noor bertek nîşanî biryarê da û got: “Em jinên Afganistanê, çi Talîban, çi DAIŞ û çi El Qaîde be, teslîmî zihniyeta wan a mêtînger nebin. Li Afganistanê beriya Talîbanê jî rewşa jinan nebaş bû lê bi hatina Talîbanê re zextên li dijî jinan zêdetir bûn. Ji ber polîtîkayên dijminên jinan ez jî di serî de hemû jin neçar man dev ji dibistanê berdin. Nifşeke nexwenda û xwedî ramanên baviksalarî di civakê de hat afirandin û hikûmeta qirêj jî bîst salên dawî Talîban û cîhadistan hembêz kir.”
Nafisa Noor bang li jinên afgan kir û got: “Yekitî û hevgirtina jinên Afganistanê divê ji jinên welatên din re jî bibe mînak. Divê em bi hêza jinan rêveberiya Talîbanê hilweşînin. An rojên pêşiya me dê ji vê rojê xirabtir bin.”