24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya ÇHD’ê ku çû Kartalkayayê nikaribû xwe bigihîne dozgeran

Parêzerên ÇHDê yên li otela li Kartalkaya ku 78 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn kirin, diyar kirin ku li edliyeyê û qada şewatê xwe negihandine dozgeran.

Di şewata ku di 21ê çileyê de li Otela Grand Kartal a li Kartalkaya ya Bolûyê derket de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di rapora ewil a nirxandina xisarên otêlê de hat tespîtkirin ku avahî xisareke mezin dîtiye û hatiye mohrkirin.

Parêzer Naîm Ekîncîoglû ku di komîsyona Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) de cihê şewatê lêkolîn kir, piştî lêkolînan nirxandin kir û got ew çûne nexweşxaneya ku birîndar lê ne, lê tenê 2 birîndar li nexweşxaneyê mane û ji van birîndaran yek jê jî jiyana xwe ji dest daye. Herwiha Naîm Ekîncîoglû da zanîn ku piştre çûne edliyeyê û der barê qonaxa lêpirsînê lê belê li edliyeyê nekarîn dozgeran bibînin û dozger li cihê bûyerê jî nedîtine.

Naîm Ekîncîoglû bal kişand ser wê yekê ku otêla ku hat tespîtkirin xesareke mezin lê heye, dibe ku ji nişkave bê hilweşandin û wiha got: “Ji bo otêl neyê xerakirin em ê serlêdana sûc bikin. Heta niha ne diyar e ku şewat ji ku derketiye. Dibe ku hewldan û xwestekeke wisa lez û bez hebe.  Dibe ku bi hinceta zirarê didin jîngehê dixwazin avahiyê hilweşînin. Lê li gorî lêkolînên me avahî li ser pêyan bûye û zirar nedaye jîngehê. Ger otêl were hilweşandin, em nikarin bigihîjin sedeman. Sedema şewatê, îhtîmala gihandina belgeyên li beşa neşewitî ya otêlê û îhtîmala diyarkirina çawaniya mezinbûna agir dê ji holê rabin.”

Naîm Ekîncîoglû diyar kir ku ew ê wekî ÇHDê hewl bidin mudaxeleyî bûyerê bikin û bûyerê bişopînin û got: “Li ber çavan komkujî heye. Li herêmê gelek otêl hene. Sedema şewatê çi dibe bila bibe, Hawîrdor û Bajarvanî û Şaredariya Bolûyê berpirsyar in. Hemû jî sûcê xwe dixin stûyê hev, lê hesta berpirsyariya kolektîf heye. Li gorî qanûnê berpirsê sereke Wezareta Çand û Tûrîzmê xuya dike. Bi taybetî bi guhertina qanûna di sala 2012an de cihên bi vî rengî ji bin kontrola şaredariyan derxistin.”