24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin

Rojnameger Eylem Babayîgît ya ku 3 rojan di bin çavan de hat hiştin, hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, rojnamevan Eylem Babayîgît di 22yê çile de bi şev li mala ku lê dima hat binçavkirin. Eylem Babayîgît piştî 3 roj binçavkirina li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin.

Eylem Babayîgît ku hat girtin ev peyam şand: “Girîngiya cihê em lê dimînin tuneye. Em  li hundir jî li derve jî dinivîsin. Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.”

Li aliyê din rojnamevan Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû ku di çarçoveya heman lêpirsînê de di 17ê çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi nûçe û bernameyên xwe ên ku çêkriin hatin sûcdarkirin. Dîsa nirxandinên der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî di nava sûcdariyên rojnamevanan de cih girtin.