24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsên li ser çand û Neolîtîkê

Der barê jiyan û çanda Serdema Neolîtîkê de zanyariyên me yên dîrokî hê nû ne. Em dibînin ku di 60-70ê salên dawiyê de têgîna ‘Şoreşa Neolîtîk’ derdikeve pêşiya me. Neolîtîk, şaristaniya koletiya sumeran û keşfkirina dewletên bajaran tenê sed salek e ketiye rojeva me.

Kîjan çand yekem car li ku derê, çawa û kengî derketiye holê? Gelo çanda neolîtîk a hilberîna xwarinên nebatî û sewalan û kevneşopiya jiyana niştecih a ku bi wê ve girêdayî bi pêş ketiye ji navendekê derketiye û ji wir belavî cîhanê bûye, yan jî erdnîgariyên cihê neolitik ên cuda cuda ji hev serbixwe hene?

Gelek caran pirsa ‘Çend Neolîtîk hene?’ tê kirin. Bê guman di vî warî de zanist hinek tezan datînin holê. Dema em bala xwe didinê zanist bi xwe jî xwedî dîrokek e û di dirêjahiya dîroka xwe de ketiye bin bandora efsûn û sêrbaziyê.

Dîsa dema ku em lê dinihêrin em dibînin ku ew gav bi gav gihiştiye asta teknolojiya fezayê ya serdema me. Bi vê pêşketina zanistê re, dîroka mirovatî û şaristaniyê gav bi gav ronî bûye û hatiye asta xwe ya îroyîn. Ev bi serê xwe kêliyeke hêsan nîn e. Di eslê xwe de mirov nikare bifikire ku di kêliyeke wiha de rastiya dîrokî were ronîkirin û di vê wateyê de her tişt bi hêsanî di cihê xwe de were danîn. Herwiha, tevî ku zanist di serdema me de ewqas bi pêş ketiye jî, îhtîmal e ku agahiyên ku heta niha hatine bidestxistin beşek pir biçûk a çand û dîrokê bin. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku tu sînorek ji bo fêrbûnê tune ye û dê qet nebe. Lewere gelek tiştên ku em hêj qet nizanin hene.

Der barê jiyan û çanda Serdema Neolîtîkê de zanyariyên me yên dîrokî hê nû ne. Em dibînin ku di 60-70ê salên dawiyê de têgîna ‘Şoreşa Neolîtîk’ derdikeve pêşiya me. Neolîtîk, şaristaniya koletiya sumeran û keşfkirina dewletên bajaran tenê sed salek e ketiye rojeva me. Herçend agahiyên me li ser van mijaran nû bin jî, mirov dikare bibêje ku di vê heyama kin de pêşketineke berbiçav çêbûye û pêşveçûneke berbiçav pêk hatiye. Lêbelê, pirs, nîqaş û lêkolînên derbarê çand, jiyan û dîrokê de didomin.

Pirsa ku çanda neolîtîk a hilberîna xwarinên nebatî û sewalan û kevneşopiya jiyana niştecih a ku bi wê ve girêdayî bi pêş ketiye ji navendeke yekane derketiye û ji wir belavî cîhanê bûye, yan jî li erdnîgariyên cihê neolîtîkên cuda cuda ji hev serbixwe hene. Ya cîhanê, yek ji derdorên nû û dawî ye di nîqaşên pisporên li ser mijarê de.

Em dibînin ku du nêrînên cuda, du tezên cuda li ser vê mijarê dertên pêş me. Yekem nêrîna ku Şoreşa Çandinî û Gundan a Neolîtîkê pêşî li yek navendê pêk hatiye û ji wir jî bi demê re li cîhanê belav bûye. Li gor nêrîna duyemîn, ku berovajiyê wê îdîa dike, çand û jiyana neolîtîk li herêmên cuda yên parzemînan û herwiha ji hev serbixwe derketiye holê; yanî pirnavendî ye. Ev nîqaş hêj negihiştine encameke teqez ku her kes li ser razî be. Lê belê, bi dîtina me, îhtîmala yekem zêdetir li gorî mantiqa dîrokê ye; Ev dîtina ku roj bi roj girantir dibe, nerînek e ku radeya rastbûna wê bi vedîtinên nû yên ku di kolan û lêkolînan de hatine bidestxistin xurtir dibe.

Mixabin, ne gengaz e ku were ispatkirin ku kîjan çand yekem car li ku derê, çawa û kengî derketiye holê. Pirsgirêk di şert û mercên îroyîn de jî aliyên tevlihev dihewîne. Bi qasî ku tê zanîn heta îro çandên cihêreng ên ku di serdemên cuda yên dîrokê de hebûn, li hemû deverên cîhanê û di heman demê de derneketine holê û hebûne. Çand xwedî taybetmendiyên giştî û hevpar in ku hema hema ji bo hemû çandên naskirî derbasdar in: Pêşî li herêmekê ji dayik dibin, mezin dibin û piştre li derdorê belav dibin. Dema ku dîroka çandê were lêkolînkirin, ev yek bi zelalî tê dîtin.