Dîroka bernameya çalakiya ‘Meşa Dirêj’ a îsal wê di navbera 9-14ê sibatê de ji bajarê Heilbronn ê Almanyayê heta bajarê Freiburgê bê lidarxistin. Çalakî wê 15ê sibatê bi Meşa Mezin a li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike. Ji bo meşa ku wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kirin. Di bangawaziyê de ji ciwanan hat xwestin ku bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka kurd re’ beşdarî meşê bibin. Tê payin ku ji Fransa, Almanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan tev li meşê bibin.
Di roja destpêkê ya meşê de ku wê ji bajarê Heilbronn ê Almanyayê destpê bike û heta bajarê Freiburgê dewam bike, wê Komploya Navneteweyî bê nirxandin. Komîteya Amadekar têklidarî çalakiyê daxuyaniyek da û got, “Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin ku li hemberî Rêber Apo hat kirin. Li hemberî vê komployê ku ji aliyê hêzên Gladio ve hat kirin em ê bibin yek û dîwarên pergala qirker û îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Li dijî faşîzm û mêtingeriyê em ê bi dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”
* Cihê kombûnê: Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn, Almanya
* Dema kombûnê: 10:00